AMED - Hat diyar kirin ku leşkeran ser gundên girêdayî Çinar û Bismilê de girtin, H. Abdurrahman Şimşek ê 70’î salî jî dinav de 6 kes binçav kirin û derbarê gelek kesan de lêgerîn heye.
Hat destnîşan kir ku li gundên navçeyên Çinar û Bismilê yên Amedê di 19’ê Kanûnê leşkeran di saetên sibê de ser gelek malan de girtin û welatiyê binavê H, Abdurrahman Şimşek ê 70’î salî jî dinav de herî kêm 6 welatî binçav kirin û derbarê gelek kesan de jî lêgerîn heye.
Navên welatiyên di serdegirtina gundan de hatin binçavkirin wihane: “Li gundê Hola yê navçeya Bismilê Mecît Ekîn (60) û Selîm Akalp (35), li gundê Kerxa Macira Mahsum Guler (40) û li gundê Hucetîn 3 kesên navên wan nehatin zanîn û H. Abdurrahman Şîmşek ê 70’î salî hatin binçavkirin.”
Ne hat zanîn welatiyên hatin binçavkirin birin ku derê.