ENQERE – Danişîna doza Rêvebera TUHAD-FED'ê Havva Ozcan a girtî tê darizandin û 2 kesên serbest tên darizandin hat dîtin. Dadger biryara berdewama girtinê da û doz talaq kir.
1'emîn danişîna doza Rêvebera TUHAD-FED'ê Havva Ozcan a girtî tê darizandin û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Bariş Boyraz û rêvebera SES'ê ya Enqereyê Rona Temelli ku serbest tên darizandin li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Rêvebera TUHAD-FED'ê ya bi KHK'ê hat girtin Havva Ozcan û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Bariş Boyraz û rêvebera SES'ê ya Enqereyê Rona Temelli û rêveberê HDK'ê ya Enqereyê Nîhat îldan amade bûn. Dozgerê parast ku di hesabê medya de rengê kesk, sor û zer belavkirine û propaganda kirine. Heyeta dadgehê piştî îfade girt, der barê Havva Ozcan de biryara berdewama girtinê da û doz taloq kir.