STENBOL - Endezyarê Nexşeyê yê Şaredariya Stenbolê Kamîl Celal, di danişîna doza kuştina xwendekara zanîngehê Şule Îdîl Dere de diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê plana kar 4 meh piştî qezayê şandin. Ajokar Mumin Kiliç jî parastin kir û got: "Min Îdîl Dere nedît. Kesê ku min kontrol bike tune bû. Di şertên asayî de divê yên kontrol dikin hebin. Li ser kaxizê heye, lê di piratîkê de tune ye."
Danişîna doza kuştina Şule Îdil Dere ya di 12'ê Gulana 2016'an li Kadikoyê maşîna kar a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li wê qeliband û kuşt, li 57'emin Dadgeha Cezayên Giran a Asliye Ceza ya Anadolu hat dîtin. Kamyona kar a Şaredariya Stenbolê li xwendekara zanîngeha Stenbolê Şule İdil Dere ya 23 sali qeliband û ew kuştibû. Di danişîna dozê de 7 bersûcên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin û şîr9keta İSTAÇ A.Ş. amade bûn. Dozger xwest kesên berbuc di navbera 2-6 salan de bên cezakirin.
'QISÛRA MIN TUNE'
Şefê paqijiyê yê Şîrketa İSTAÇ A.Ş Tayfur Bingol parastin kir. Şefê Yekîneya Ewlehî û Tenduristiya kar a Şîrketa İSTAÇ A.Ş'ê Zafer Karasaçli jî parastin kir û diyar kir ku berpirsiyarî aydî ÎBB ye û tu berpirsiyariya wî tune ye. Karasaçli parastin kir û diyar kir ku ger lêkolîn bê kirin dê bê dîtin ku tu qisûra wî di vê bûyerê de tune ye. Ajokar Mumin Kiliç jî parastin kir.
Parêzerê malbatê jî diyar kir ku di îfadeya Zafer de nakokî hene û wiha got: "Ger ku xwe berpirsiyarê ewlehiya kar dibîne wê demê di vê bûyerê de jî berpirsiyariya wî heye. ÎBB jî wekî sazî bi awayekî xwezayî berpirsiyariya wê heye.
'4 MEH PIŞTÎ BÛYERÊ PLAN ŞANDIN'
Xizmetkarê Deryayê ÎBB'ê Ergun Ata jî parastin kir û anî ziman ku agahiya wî ji berpirsiyar tune ye. Endezyarê Nexşeyê yê Şaredariya Stenbolê Kamîl Celal, jî parastin kir û got: "Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê plana kar 4 meh piştî qezayê şandin. Ez wekî karmendê kontrolê di îhaleya Kurbagali Dere de kar dikim. ÎBB'ê plana kar a der barê Kurbagali Dere de 4 meh piştî bûyerê şandin.
Xebatkarê İSTAÇ AŞ'ê Îbrahim Kelleci jî anî ziman ku berpirsiyarê vê yekê şaredarî ye.
LI SER KAQIZÊ HEYE DI PRATÎKÊ DE TUNE YE
Ajokar Mumin Kiliç jî îfade da û wiha got: "Min Îdîl Dere nedît. Kesê ku min kontrol bike tune bû. Di şertên asayî de divê hebin. Dema vîtesa paşve hişyarî dide. Deng ji dûrve dihat bihîstin. Rêya ku paşve diçûm teng bû. Di esasê van karan de divê yên ji piştve kontrol bike hebin. Divê talîmatê bidin. Li ser kaxizê hene, lê di piratîkê de tune ye. Tu carî di pratîkê de tune ye."
Dayika Îdîl Nesrin Dere jî got: "Ez ji hemû kesên berpirsiyar bi gilî me. Ez ji kesê bê qisûr tika dikim ger ku bi rastî qisûra wan tune bila li Şaredariya Bajarê Mezin gilî bikin.
Parêzerê malbatê jî xwest bersûc ji sucdariya "Bi zanebûn mirov kuştinê" bên darizandin û darizandina wan girtî berdewam bike.
Heyetê daxwaza parêzeran a darizandina girti red kir. Heyetê danişîna dozê taloqî 7'ê Sibata 2018'an kir.