AMED - Aktivîsta TJA'yê Sara Aktaş û rêvberê HDP'ê Selahattîn Kaygusuz tehliye bûn.
Di çarçoveya lêpirsîna der barê HDP, DBP, TJA û KCD'ê de, di 22'yê Hezîranê de operasyon hatibû destpêkirin, aktivîsta TJA'yê Sara Aktaş û rêveberê HDP'ê Selahattîn Kaygusuz hatibûn binçavkirin. Siyasetmedarên bi îdiaya "Rêveberên rêxistinê ne" û "Propagandaya rêxistinê kirine", ji 16 salan heta 27 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin. Danişîna yekemîn li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, siyasetmedarên kurd Aktaş, Kayguzuz û parêzerên wan li dadgehê amade bûn.
Piştî danasîna nasnameyê, kesên dihatin darizandin parastina xwe kirin. Selahattîn Kaygusuz bi kurdî parastin kir, diyar kir ku KCD saziyeke qanûnî ye, sûcên der barê xwe de red kir û tehliyeya xwe xwest.
‘KJA, SAZIYEKE LEGAL, DEMOKRATÎK Û REWA YE’
Aktivîsta TJA'yê Sara Aktaş jî aşkera kir ku bê delîl û dij hiqûqî 7 meh e di girtîgehê de ye, sûcên der barê xwe de red kir. Aktaş diyar kir ku demek dirêj e ji bo mafê jinan têkoşînê dide, di vê der barê de ji rojname û kovaran re nivîs nivîsiye û wiha got: "KJA saziyeke legal, demokratîk û rewa ye. Ji bo wê karên ku hatine kirin ne sûc e." Parêzerê Aktaş jî parastina miwekîla xwe kir û tahliyeya wê xwest.
Piştî navberê heyeta dadgehê diyar kir ku hemû delîl hatine berhevkirin û tehliyeya Aktaş û Kaygusuz xwest. Ji bo kêmasiyên dozê bên temamkirin, doz taloqî meha Nîsanê kir.