RIHA – Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven li Rihayê bi saziyên sivî û rêxistinên demokratîk re danûnstandin kir û ev tişt got: "Jiyana azad a ku gelê me dixwaze, em ê bi rêbertiya azad û civaka demokratîk re ava bikin."
Heyeta ku Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, endamên Dîwana Serokatiyê Salîha Aydenîz, Musa Farisogullari, Selîm Sadak û Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Leyla Bîrlîk, bi rêxistinên saziyên sivîl ên li Rihayê re hatin gel hev. Heyeta KCD'ê çû serdana HDP û DBP'ê û bi rêveberî û welatiyan re nîqaş meşand.
'DI AKP'IYAN DE VÎN TUNE'
Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk diyar kir ku Wezîrê Sewalkarî, Çandinî û Qut, Ahmet Eşref FAkibaba, li meclisê axiviye û der barê razemeniyên pêşerojê de tişt gotine, hêj gotina xwe neqedaneiye, aşkera kiriye ku dê mijarê bi serokomarê xwe re parve bike û ev tişt got: "Yanî dixwaze destûrê bigire. Wezîrek beyî ku vîna xwe dayne holê, li meclisê daxuyanî, xala planên dayî ya ji bo gel, dibêje ku 'Ez ê ji serokomarê xwe re parve bikim.' Ev jî dide nîşan ku vîna wan tune ye."
Bîrlîk da zanîn ku polîtîkayên desthilatdariyê têk çûne û wiha pê de çû: "Sedema ku ketine nav tirsê, şerê li Kurdistanê tişta xwestin bi dest nexistin. 40 sal e têkoşîneke kurdan heye, du sal e ruxmê hemû dorpêçan, gel li ber xwe da û dîroka Kurdistanê nivîsî. Dîtin ku gel têk naçe û paşve gav navêje. Ev hewldana wan a dawî ye."
'GEL DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDA'
Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven jî bal kişand ser îşkenceyên li bajêr pêk tên, diyar kir ku dewlet li Rihayê polîtîkayên taybet dimeşîne.
Guven aşkera kir ku ew sedemên taybet dizanin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şoreşa li Rojava pêk tê, li dijî Rihayê wekî gefekî dibînin. Ji bo Riha pê bandor nebe, çiqas demokrat, mirov û kesên azad difikirin hene, hemûyan binçav dikin û îşkenceyê li wan dikin. Ya rast dibêjin ku 'Bila şoreşa Rojava bandor li we neke.' Ne pêkan e gel pê bandor nebe. Em şoreşa wan bi hurmetî silav dikin. Lê em ê jî şoreşa xwe pêk bînin. Ew jiyana azad, rêbertiya azad a ku di dilê gelê me de dikele, em ê ava bikin. Riha hem di warê têkoşîna me de, hem jî welatê Rêber Apo ye, kevirê bingehîn ê têkoşîna me temsîl dike. Gel dest ji vê têkoşînê bernade. Gel dixwaze tecrîda li ser Serok Apo bê rakirin."
Piştî axaftinan heyeta KCD'ê çû serdana saziyên wekî Komeleya Jiyana Jinê, Komeleya Mafên Mirovan, TMMOB û KESK'ê.