MÊRSÎN - Platforma Jinan a Mêrsînê, diyar kir ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê kirin, di salekê de êrîşî hemû qezencên jinan kir û banga têkoşînê ya li dijî pêkanînên dijhiqûqî yên qeyûman kir.
Platforma Jinan a Mêrsînê, di salvegara tayînkirina qeyûm a Şaredariya Akdenîzê de, li Şaxa Egîtim Senê ya Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek jin beşdarî civînê bûn û Ozge Guncu li ser navê jinan daxuyanî da. Goncu, diyar kir k udi 18’ê Kanûna 2016’an de qeyûm tayînê Şaredariya Akdenîza Mêrsînê hat kirin û wiha axivî: “Bi tayîn kirina qeyûm re, qezencên jinan hedef hatin girtin. Pêkanînên antî demokratîk pêk anîn. Ji van pêkanînan ne tenê gelê Akdenîzê hemû gelê Mêrsînê bi bandor bûn.”
VÎNA JINAN TUNE HESIBANDIN'
Goncu, anî ziman ku hemû hevparên dinava platformê de ku di banê Navenda Şêwirmendiya Jinan a ÎŞTAR’ê de ramanên xwe parve dikirin bê bêfonksiyon hiştin û ev nêzîkatiya qeyûm şermezar kir. Goncu, êrîşên qeyûm ên li ser jinan wiha rêz kirin: “
*Navendên Şewirmendiyên Jinan ê taxên Çay, Çîlek, Guneş û navenda ÎŞTAR’ê ji aliyê zilaman vê tên birêveberin.
*Gelek bazarên Nirxandina Keda jinan û stargehên jinan girtin.
* Xebatkarên ÎŞTAR’ê yên pisgor ji derveyî kar hatin hiştin û polîtîkayên mobîng li ser wan ferz kirin.
*Bi tayînkirina qeyûmê pergala hevşaredartiyê ji holê hat rakirin û hevşaredar girtin û kirina girtîgehan.
*Bi rakirina meclîsan re vîn û keda jinan ji holê rakirin.
BANGA JI BO QEZENCÊN JINAN
Gozcu, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê piştevanî û qezencên jinan di qadên cuda de berdewam bikin. Em bang li hemû jinên Mêrsînê dikin ku li dijî pêkanînên ne hiqûqî yên qeyûm têbikoşin.”