NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Kurdistana Herêma Federe a Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, PDK û YNK'ê têkildarî çalakiyên ku li gelek bajar û navçeyan pêk hatin daxuyanî dan û xwestin her kes ji tundiyê dûr bikevin.
Duh li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê li dijî nelirêtiyan gel daketibûn kolanan û çalakî pêk anîbûn. Di bûyeran de 6 kes hatin kuştin. Li dijî Navenda NRT TV ya Silêmaniyê êrîş pêk hat. Weşana wê şevê din hat rawestandin. Serokê Tevgera Ciwanên Nu Shaswar Abdulwahid, dema ji Îngîlîstanê vegeriya Silêmaniyê li balafirgehê hat binçavkirin. Dîsa Tevgera Azadî jî diyar kir ku agahiyê ji Hevserokên xwe yê Bajarê Silemaniyê Azad Omer nagirin. Têkildarî geşedanên li herêmê PDK, YNK'ê û Parlamentoyê daxuyanî dan.
Serokatiya Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê der barê xwepêşandanên li herêmên parêzgehên Silêmanî û Helepçeyê hatin lidarxistin de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ji xwepêşandaran hat xwestin ku ji tundiyê dûr bisekinin. Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xwepêşandan mafekî rewaye û pêwîste gel daxwazên xwe bi awayekî aram û dûrî tundiyê bînin ziman.
Têkildarî mijarê YNK'ê jî daxuyanî da û diyar kir ku tundiya di xwepêşandanan de ne li gorî azadiya ramanê ye û hin saziyên çapemeniyê bi sorkirina bûyeran tawanbar kirin. Meclîsa Serkirdeyatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê xwepêşandanên du rojên dawî de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di du rojên borî de hinek komên tewş li hinek bajarên herêmê di bin navê xwepêşandanê de êrîşî saziyên hikmî, hizbî û malên welatiyan kirin û metirsî li ser berjewandiya bilind a herêmê çêkir. Di dema meşandina li ser bingehên azadî û demokrasiyê, daxwezên gelê Kurd de em dibêjin ku ev karên xerabkirinê ne li gorî azadiya ramanê û yasayê ye.
Di daxuyaniyê saziyên ragihandinê jî bi sorkirina bûyeran hatin tawanbarkirin û wiha hat gotin: "Gerimkirina ragihandinê ji bo tundiyê, wekî karê azadiya ragihandinê nayê qebûlkirin. Xwîna qurbaniyan hemû di stuyê kanalên ku operasyonên tewş gerim dikin de ye."
Di daxuyaniyê de bang li dadgehan hat kirin ku derbarê komên berpisyar de tişta pêwîst bikin.
Nêçirvan Barzani jî daxuyanî da û xwest çalakger daxwazên xwe bi awayekî aştîyane bînin ziman û ji tundiyê dûr bikevin. Barzanî, anî ziman ku duh jî terorîstên DAIŞ'ê xwestiye êrîşî wan bikin û wiha got: "Em ji tevgera hêzên Iraqê ya li Mexmûrê agahdar in. Em ji vê yekê bêzar in."
KDP: DIVÊ GEL HESTIYAR TEV BIGERE
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî daxuyaniyek nivîskî da û xwest gel hestiyar tev bigere. PDK'ê anî ziman ku ew piştgiriyêdidin daxwazên gel û xwest gel daxwazên xwe li dervê tundiyê û bi awayekî hestiyar bînin ziman.