AMED – Doza Medenî Yildirim ê di protestoya kalekolan a sala 2013’an de bi guleya leşkeran hat kuştin ji nû ve tê dîtin. Doza Yildirim hatibû beratkirin û piştî biryara beratkirinê hat xerakirin dê sibê danîşna dozê ya ewil bê dîtin. Dadgeh, parêzer û malbata Yildirim dê li bersiva pirsa Yildirim bi çi awayî û ji aliyê kî ve gule hat berdan bigerin.
Li gundê Hêzan a girêdayî navçeya Licê ya Amedê di 28’ê hezirana 2013’an de di protestoya qereqol û kalekolan de leşkeran gule reşand û di encamê de Medenî Yildirim hat kuştin. Dadgeha herêmî di doza Yildirim de biryara berata ji bo bersûcê dozê dabû. Dadgeha Îstînafê biryara beratê xera kir. Piştî biryara Dadgeha Îstînafê yekemîn rûniştina dozê dê sibê bê dîtin.
Di çalakiya protestoya kalekolan de ji ber guleyên leşkeran Medenî Yildirim hat kuştin û 8 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê li cihê protestoyê lêkolîn hat kirin û 317 qewanên fişekên leşkeran hat dîtin. Li ser berteka mezin a raya giştî Wezîrê Karê Hundir bi boneya lêpirsîna bûyerê mufetîşên Mulkiyeyê şand Licê. Di Rapora Pêşîn a Lêkolînê ya ku ji aliyê mufetîşan ve hat amadekirin, lixwe mikûr hatina “Fermana gule berdin min da” ya Fermendarê Qereqola Leşkeran a Kayacık Mustafa Ozturk di raporê de cih girt. Dozgeriya Komarê ya Licê ku têkildarî bûyerê lêpirsîn bi rêve dibir bi biryara “Bêwezîfetî” şand Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Biryara nepen ku danîn ser dosyeyê piştî du salan îdianameya Yildirim hat amadekirin. Di îdianameyê de bersûcek tenê leşkere 23 salî Adem Çîftçî hat nîşandan û ji sûcê “Di bin tahrîka bêmaf de muhtemala bi zanebûn kuştin” doza bi xwestina heta 18 salan ceza hat vekirin. Doz li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat destpêkirin.
ÎSTÎNAFÊ BI BINEYA DELÎLÊN KÊM BIRYARÊ XERA KIR
Li gel rapora mufetîşan jî navên leşkerên din ên li qereqolê û Koma Tîmên Taybet ên Leşker di îdianameyê de cih negirtin. Dozê du salan li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dewam kir û dadgehê di 8’ê mijdara 2016’an de biryara xwe aşkere kir. Heyeta dadgehê der barê tenê bersûcek bûyerê Çîftçî de biryara beratê da.
Parêzera malbata Yildirim, Reyhan Yalçindag Baydemîr li dijî biryara beratê îtiraz kir û ji bo xerakirina biryarê serî li Îstînafa Dadgeha Adliyê ya Herêma Dîlokê da. Dadgeha Îstînafê bi hinceta “Delîl bi kêmasî hatine berhevkirin” biryara beratê ya dadgeha herêmî xera kir. Ji bo kêmasiyên dosyeya dozê bên temamkirin dosyeyê şand dadgeha herêmî.
DÊ LI CIHÊ KUŞTINA YILDIRIM KIFŞÊ BIKIN
7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku li dozê dinêrê raporên der barê kuştina Yildirim de hatibûn amadekirin şand Lîjneya Îhtîsasê ya Saziya Tiba Edlî. Her wiha dadgehê biryar da ku ji nû ve li cihê ku Yildirim jiyana xwe ji dest da kifş bê kirin.
Li gel 4 sal di ser bûyerê re derbas bû jî dê sibê malbata Yildirim û parêzerên wî di doza sibê de li bersiva pirsa Yildirim bi çi awayî û ji aliyê kê ve hat kuştin bigerin.