AMED – TTB'ê ji bo girtî bi kelepçekirî neyên muayenekirin, kampanya dan destpêkirin. Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Selma Gungor, da zanîn ku ew ê nebin hevparê muameleya ku rûmeta mirovan dişkîne, dê peywira hekîman bi bîra wan bînin.
Bi OHAL'ê re binpêkirinên mafan li girtîgehan zêde bûn. Hejmara kesên girtî gelekî zêde ye û ev bandoreke xirab li ser rewşa girtiyan dike. Li girtîgehên Tirkiyeyê 230 hezar kes girtî ye û ji van 357 ji wan nexweşên giran, hezar û 25 girtiyên nexweş hene. Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, kampanya da destpêkirin. Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Selma Gungor, muayeneya bi kelepçekirî bi bîr xist û got ku ew ê peywira hekîba bi bîra wan bînin.
Dr. Gungor aşkera kir ku girtîgehên li Tirkiyeyê ji hejmara xwe gelekî zêdetir girtî tê de ne û wiha got: "Li girtîgehan 230 hezar kes girtî ne, ev jî dide nîşan ku 30-40 hezar hejmar zêde ye."
‘HEJMARA ZÊDE NEXWEŞIYAN ZÊDE DIKE’
Gungor diyar kir ku ji ber hejmara zêde ya girtiyan, di warê tenduristiyê de pirsgirêk zêde dibin, divê demil dest tevdîrên vê bê girin, an na dê bi xwe re pirsgirêkên mezin bîne. Gungor, da zanîn ku piştî hejmar zêde dibe, nexweşiyên li girtîgehan jî zêde dibe û wiha axivî: "Dîsa xwe gihyandina alavên paqijiyê de pirsgirêk derdikeve, ava germ pirsgirêk e, di warê paqijî û hîjyenê de dê girtî gelek tengasiyan bikişînin. Dîsa em dibihîsin ku bi dor vegerî radizên û di vê der barê de agahî tên. Dema ev hemû bi hev re derkevin pêş, di warê tenduristiyê de jî pirsgirêk zêde dibin."
‘MIJARA HERÎ GIRÎNG SEWQA NEXWEŞXANÊ Û MUAYENEYA BI KELEPÇEYÊ YE’
Gungor aşkera kir ku di warê xizmeta tenduristiyê de jî gelek pirsgirêk hene, mijara herî girîng sewqa nexweşxaneyê û muayeneya bi kelepçeyê ye. Gungor sewqên nexweşxaneyê û pirsgirêkên ku pêre rû bi rû dimînin, wiha vegot:
“* Girtiyên nexweş ji bo biçe nexweşxaneyê divê destpêkê derkevin revîra girtîgehê, ji bo xwe nîşanî bijîşke bide bi rojan li bendê disekine.
* Girtiyê sewqa wî ya nexweşxaneyê tê çêkirin, dîsa bi dîrokê ji bo çûyîna wî diyar dikin û bi rojan li bendê disekine.
* Dîroka randevuyê ya ku hatiye diyarkirin, bi hincetên maşîne û peywirdar tuneye, girtiyan nabin nexweşxaneyê. Randevuya bi zorê tê girtin, ji ber ku nabin ew jî dema wê derbas dibe. Ji bo dîsa randevu bê girtin dîsa meh derbas dibin. Ev jî dibe sedem ku nexweşî dereng tên teşhîskirin pirsgirêk mezintir dibe.
* Ji ber ku li nexweşxaneyan odeyên girtiyên jin û mêr lê bên rawestandin tune ye, dema komekê li odeyê radiwestînin, koma duyemîn di rîngê de tê rawstandin. Havînê germ, zivistanê serma bandoreke xirab li ser girtiyan dike û ji ber wê girtî nexweşiyên wan zêde dibin. Dîsa pêwîstiyên daşirê naynin cih û di cihê teng de girtin pirsgirêkek cidî ye.
* Girtiyên li nexweşxaneyan tên rawestandin, di odeyên jêrzemînan de tên girtin. Tu odeyên di jêrzemînan de ne odeyên girtiyan e. Ew cih ne ji bo karê 24 saetan, ji bo 8 saetan hatiye avamdekirin. Jêrzemînên kamkêşî nexeşiyan zêde dike.
* Di dema muayeneyê de kelepçeyê li ser girtiyan ferz dikin. Dîsa di dema muayeneyê de leşker û gardiyan bi ser wan re disekinin û ev jî rêgezên veşarê ya girtiyan binpê dike.
* Girtiyên polîtîk ên muayeneya kelepçekirî qebûl nakin, beyî ku wan muayene bikin vedigerînin girtîgehê. Girtî muayeneya bi kelepçeyê li dijî rûmetê dibînin.”
‘EM Ê HEKÎMAN HIŞYAR BIKIN’
Gungor destnîşan kir ku serlêdanên herî zêde der barê muayeneya bi kelepçekirî û sewqên nexweşxaneyê de ye, dê di vê der barê de bêdeng nemînin û wekî TTB dê kampanyayê bidin destpêkirin û wiha pê de çû: “Divê çima di dema muayenyê de leşekr û gardiyan li wir nesekinin em ê bi bîra wan bînin.”
Gungor da zanîn ku di dema kampanyayê de ji Wezareta Tenduristiyê, Wezîrê Karê Hundur, Wezareta Edaletê û Miduryeta Tevkîfê ya Girtîgehan re name şandine û ji wan xwestine ku nexweşxneyan li gorî ewlehî û tenduristiya girtiyan sererast bikin.
Gungor derbirî ku ew ê wekî hekîm nebin hevkarê vê pêkanîna ku rûmeta mirovan dişkîne û dê di her warî de peywirên hekîman bi bîra wan bînin.
MA / Ayşe Guney – Devran Toptaş