AMED - Dema mirov dibêje Dengbêj Reso yek ji remza kevneşopiya dengbêjiyê tê bîra mirov. Reso mamosteyê Dengbêj Şakiro ye, hem di raperîna Agiriyê de cih girtiye hem jî ji ber sewta wî xweş e navê wî wek "Bilbilan" tê binavkirin. Navê dengbêj Reso di nav dîroka çanda kurdî de cihê xwe girîng girtiye.
Di dîrok û bîra gelê kurd de cihekî girîng ê dengbêjiyê heye û hîmî wêjeya devkî ya kurdî ye û ji sedan salan heta roja îro hatiye. Kevneşopiya wêjeya devkî ku wek dengbêjî tê binavkirin heta niha bi hezaran bûyer û çîrok bi xwe re anîne roja îro. Çanda dengbêjiyê bi awaz û terhên cuda li gorî herêman heta roja me îro xwe parastiye. Destan, berxwedan, leheng, evîn, hezkirin, xizanî, bûyerên civakî û siyasî bûne mijara kilamên dengbêjiyê. Çanda dengbêjiyê nifş bi nifş li ser axa kurdan dom kiriye heta roja îro. Yek ji van dengbêjan jî yê bi nav û deng ku sewta wî di kerika guhê her kurdekî de ye dengbêj Reso an go Resoyê Gopalan e.
Bi taybetî li herêma Serhedê û li tevahiya axa kurdan ji heft salî heta kal û pîran her kesî navê Reso bihîstiye. Her çi qas Reso bê nasîn jî lê serpêhatiya jiyana wî wek deng û gotinên wî nayê nasîn. Tevahiya jiyana Reso bi berxwedan û sirgûnan derbas dibe. Ji dengbêj Reso re lehengê gel jî tê gotin. Dengbêj Reso 34 sal berê niha jiyana xwe ji dest dide. Reso di nav kurdan de Resoyê Gopalan, Resoyê Mihacir, Resoyê Qilîwelo û Mîrê Dengbêjan tê gotin û nasîn.
HEM ŞIVANTÎ HEM JÎ DENGBÊJIYÊ DIKE
Bavê Reso, Welo û birayê wî Evdo û xizmên wan bi hev re neçar in ji ber serdema şerê navbera Osmaniyan û Rûsan ê di navbera 1877-1878'an de ku wek "Herba 93'an" tê nasîn ji gundê Varansofkê yê Rewanê ango qûntarên Çiyayên Elegezê koçî gundê Kerîmbeylî yê Îdirê dikin. Reso li vir di sala 1902'an de tê dinê. Ji ber derfet nînin Reso naxwîne. Reso li gel malbata xwe ji Îdirê koçî gundê Gopalan ê girêdayî navçeya Qaraçoban a Erziromê dike. Reso li vî gundî mezin dibe û di jiyana wî de guhertinên mezin pêk tên. Di temenê zarokatî û ciwaniya xwe de ji bo debara malbata xwe şivantiyê dike. Li vê herêmê bi Dengbêj Sîno re tê nasîn û Reso ji Sîno dersa dengbêjiyê digire.
Reso di van deman de gund bi gund digere hem şivaniyê dike û hem jî li dîwanên gund û mezinan kilaman dibêje û dengbêjiyê dike. Di demek kin de navê Reso tê nasîn û nav û dengê wî li herêmê belav dibe.
Reso tê li gundê Xêrgîs ê girêdayî navçeya Kopê ya Mûşê bi cih dibe. Li vir bi dengbêjê navdar Ferzê Milazgirê re tê nasîn û li gel wî perwerdehiya dengbêjiyê digire. Bi awayekî zêde Reso di bin tesîra Ferzê de dimîne û êdî kilamên şahê dengbêjan Dengbêj Evdalê Zeynikê qîr dike. Reso êdî li herêmê wek dengbêjek bi nav û deng tê nasîn û roj bi roj dengê wî li nav kurdan belav dibe.
RAPERÎNA AGIRIYÊ DA NASÎN
Dibe dengê erdnîgariya xwe û hemû êşa li ser vê axê di şevbêrkan de kilaman vedibêje. Carna şevbuhêrk heta serê sibê didome lê Reso xwe ji geşedanên wê demê yên siyasî dûr nagire û qet ji şevbuhêrkan paş de nagire. Li herêmê didin zanîn ku Reso di sala 1930’yî de beşdarî Raperîna Agiriyê ya bi pêşengiya Îhsan Nurî Paşa tê lidarxistin bûye. Ji ber raperînê Reso neçar dimîne û berê xwe dide Sûriyeyê. Reso li vir gelek kilam li ser raperîna Agiriyê dibêje û berxwedana Agiriyê li ser zar û zimanên kurdan digere. Reso serhildana Agiriyê bi kilama “Weylo weylo” tîne ziman û bi vê kilamê behsa berxwedanê dike. Her wiha di kilamê de pêşengên serhildanê ku li eniyên şer di kîjan şert û mercan de li ber xwe dane tîne ziman. Têkildarî serhildanê heta niha belgeyek nivîskî nîne û tenê kilamên Reso hene û portreya berxwedan, komkujî û şer di nav kilaman de veşartî ne.
Beşek ji kilama “Weylo weylo” wiha ye:
“Nedîm Beg, Feyzî Paşa, Gazî Kemal nezan e
Digo, "Bajonê pêşiya çar kurdan e"
Heyran, were rûnê li ser têl û têlqirafan e
Ez ji tera bixwînim secera kurdan e
Em ne çar kurd in, du bira; Seyidxan û Elîcan e
Dinyayê, zilmê wan zilmekî giran e
Hucûmê wan ser piştê hespan e
Guleyên wan tê meriva ji xeyban e
Hewariya wan tê, meriv dizane melayketê di asîman e
Şerê wan ne fenanî şerê Yezîd û Merwan e
Fenanî şerê dewra berê qehreman û dêwan e
Were rûnê li serê têlan û têlqirafan e
Ji tera bixwînim sûretê têla
Ji êvar de bidim yek bi yek medhê mêran e”
Li gel ku ji kilamê beşek heye jî, Reso li gel derfetên kêm jî berxwedana destanî dike mijara kilaman.
‘ŞAHÊ DENGBÊJAN’ ŞAKIRO ŞAGIRTÊ RESO YE
Reso piştî demek kin carek din ji sirgûniyê vedigere herêma Serhedê û vê carê Reso êdî li herêmê baş tê zanîn û navê wî li ser zar û zimanan digere. Reso êdî li mala xwe nasekine û gund bi gund, navçe bi navçe û bajar bi bajar digere û wî vedixwînin şevbuhêrkan. Kilamên Reso li şevbuhêrkan tê tomarkirin û navê wî li her deverên Kurdistanê tê bihîstin.
Dengbêj Şakiro jî ku ji aliyê gel ve wek “Şahê Dengbêjan” tê nasîn li gel Reso, perwerdehiya dengbêjiyê digire û fêrî dengbêjiyê dibe û li gel mamosteyê xwe Reso diçe şevbuhêrkan. Şakiro di bin bandora Reso de dimîne û girîngiyê dide kilaman.
JÊ RE DIBÊJIN ‘BILBIL’
Reso yê ku li her bihosta herêma Serhedê geriya, di sala 1976’an de koçî Manîsayê dike. Reso yê ji ber hesreta welatê xwe nikare li Manîsaye bijî piştî 4 salan dîsa vedigere ser axa xwe.
Reso vê carê li gundê Pagê yê girêdayî navçeya Kopê bi cih dibe û li vir dijî. Li gel temenê xwe extiyar jî diçe şevbuhêrkan û daxwazên guhdaran paş de nazivirîne. Reso di sala 1983’an de ji nişkeve nexweş dikeve û ji bo dermankirinê dibin Enqereyê û di 81 saliya xwe de diçe ser dilovaniya xwe. Reso li gundê Pagê tê veşartin.
Reso yê ku di nav civakê de wek “Bilbil” tê nasîn, gelek kes bi kilamên wî mezin dibin. Hêj gelek kes kilamên Reso dibêjin.
JI KILAMAN BIGIRE HETA DESTANAN
Reso li gel kilaman destanên kurdan ên mîna “Ker û Kulik", “Memê Alan”, “Cembeliyê Lawê Mîrê Hekariyan” û “Siyabend û Xecê” jiber û li gorî meqamê xwe dibêje.
Gelek kilamên Reso hene û hin ji wan ev in: “Sincalê Talo, Nêçîrvano, Mîr Beg, Hewara Xwêdê, Ez Evdal im yeman. Evdal û Şêx Silê, Xalid Begê Hesenî û Keremê Qolaxasî, Gula Serhedê, Bişarê Çeto, Elîka Şerê Heseno, Têliyê, Lo Dewran, Lo Mîro, Dîlberê, Weylo Weylo, Sed Yeman, Qûlingo, Nemînim, Şerê Mala Bişar û Seydo.”