Efserê ji Artêşa Azad reviya û tev li QSD'ê bû agahiyên girîng dan

  • rojane
  • 09:20 20 Kanûn 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Serbazê Mertalê Firatê Mihemed Casim El Hesen ji nav komên Mertalê Firatê veqetiya û xwe radestî QSD'ê kir. El Hesen der barê têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ'ê re, rewşa komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de agahiyên girîng dan. El Hesen, diyar kir ku Tirkiye gelek malbat û eşîrên Dêra Zorê bi hinceta dê Tirkiye jî tev li operasyona Reqqa û Dêra Zorê bibe, ew anîne Cerablûsê û Tirkiyeyê û di dema dagirkirina Cerablûsê de nêzî 250 endamên DAIŞ'ê yên wekî sekvan tên dîtin, di bin kontrola MÎT'ê de derbasî Tirkiyeyê bûne û ji vir jî derbasî Ewropayê bûne. 

Serbazê Mertalê Firatê yê bi navê Mihemed Casim El Hesen piştî ji komên Mertalê Firatê yên girêdayî Tirkiyeyê veqetiya, xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir. El Hesen bal kişand ser têkiliyên Tirkiye û DAIŞ'ê û der barê rewşa komên çekdar ên girêdayên Tirkiyeyê de agahiyên girîng dan. El Hesen aşkera kir ku têkiliya Tirkiyeyê bi DAIŞ û komên din ên Îslamî yên wekî El Nusrayê re hene. 
 
'EZ POLÎSÊ REJÎMA BAASÊ BÛM TEVLI ARTÊŞA AZAD BÛM'
 
Mihemed Casim El Hesen (33) destnîşan kir ku ew ji Dêra Zorê ye û berî di nav hêzên rejîmê de wekî serbazê "Neqîb" (Amîr) polîsan xebat kiriye û da zanîn ku di sala 2012'an de ji rejîmê veqetiyaye û tev li Artêşa Azad bûye û wiha axivî: "Ez li Dêra Zorê di nava Artêşa Azad de mam, heta ku El Nusra û DAIŞ hatin wir dagir kirin. Bi têkiliya Tirkiyeyê re ez derbasî Hatayê bûm. Ez heta demek di navbêra Hatay û Karkamiş de diçûm û dihatim, pişt re derbasî Cerablûsê bûm. Heta demek tu rutbeyek nedane min, tenê min têkiliya di navbera endamên eşîrên Dêra Zorê hatine û berpirsiyarên Mertalê Firatê de saz dikir."
 
'TIRKIYEYÊ SOZ DA LÊ BI CIH NEANÎ' 
 
El Hesen der barê dê kîjan hêz tev li operasyonên Reqqa û Dêra Zorê bibin de jî agahî parve kirin û destnîşan kir ku dema ew nîqaş dihatin kirin, Tirkiyeyê têkilî bi eşîrên Dêra Zorê yên wekî Egîdat, El Bûcamil, Gilayîn, El Bû Şelhûm re danîne û ji bo tev li hêzên Mertalê Firatê bibin, bi wan re hevkarî kiriye. El Hesen, anî ziman ku Tirkiye ji bo endamên eşîran tev li Mertalê Firatê bibin soz daye ku ew dê tev li operasyona Reqqa û Dêra Zorê bibin û ev tişt gotin: "Tirkiye, ji van eşîran re got ku 'Vaye em danûstandinên dîplomasiyê dikin ku em jî tev li operasyonên Reqqa û Dêra Zorê bibin, jixwe ji sedî 90'ê em ê beşdar bibin. Piştî em van herêman bigirin, em ê pir mezin bibin û hûn ê jî para xwe jê bigirin.' Lê dema ev soza Tirkiyeyê bi cih nehat, di nava van eşîran de bertek zêde bûn û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Lê tiştekî zêde jî ji destê wan nedihat. Tirkiyeyê her tim li dijî QSD'ê propagandaya reşkirinê dikir. Digotin 'ew hêz hemû kurd in ji ereban aciz in, perçebûnê dixwazin'. Heman reşkirin di çapemeniyên rejîma Sûriyeyê de jî dihat kirin. "   
 
'HEMÛ KOM JI HEV ACIZ IN'
 
El Hesen, anî ziman ku piştî Tirkiye herêmên Ezaz û Cerablûsê dagir kir, di nava komên Mertalê Firatê de ji ber qontrolkirina herêman û desthiladariya rêveberiyê, nakokî derketine û wiha pê de çû: "Mertalên Firatê wekî bingeh ji Artêşa Azad pêk tê û di nava Artêşa Azad de jî gelek tabûr û tugay hene. Ev tabûr heta astekê serbixwe ne. Hinek ji van koman em dikarin wiha bidin naskirin; 
 
1- Tûgaya El Şimal; di nava vê komê de kesên ji Dêra Zorê jî hene û ew niha gelek ji van komên din aciz in. Ji ber ku ew komên din bi hinceta ne ji wê heremê ne, wan qebûl nakin. Ev kes jî ji ber vê rewşê dixwazin vegerin Dêra Zorê û di heremên bin qontrola QSD'ê de bin û bi QSD'ê re bixebitin.  
 
2- Mertala Rojhilat (Diriê El Şerqiye); ev kom jî her çi qas rola hêzên taybet ên rojhilat li wan kirine jî piraniya wan kesên betal in û berê bi sûcên cur bi cur dihatin tawanbarkirin.  
 
3- Firqet El Hemzat (El Hemze); endamên vê komê piranî ji Helebê û derdora wê ne. 
 
3- El Cebhet El Şamiye; ev kom gelek tabûr bi hev re hevpeyman çêkirin û ev kom ava kirin. Niha Dergeha El Selam di destê vê komê de ye. Di demên dawî de Ehrar El Şam jî tev li El Cebhet El Şamiyê bû. Jixwe bi avabûna vê komê re, di navbêra gelek koman de nakokî derketin û gihîşt wê astê ku li dijî hev şer bikin. Bi taybetî Cebhet El Şamiye û Sûltan Murad êrîşê hev kirin û komên li wir bûne du perçe. Aliyek ji Cebhet El Şamiye pêk tê û aliyê din jî ji Sûltan Mûrad, El Hemzat û Ehrar El Şerqiye pêk tê. 
 
Cebhet El Şamiye li Ezazê niha bi cih bûye, El Hemza li Babê, Sûltan Mûrad jî li Cerablûs û El Raî, hin komên piçûk ên din jî li van herêman bi cih kirin. Li gel vê yekê nakokî, şer û pêvçûn di navbera van koman de bi dawî nebûye û hêj jî berdewam dike." 
 
'DI NAVBERA MINBIC Û CERABLÛSÊ DE BAREGEHA LEŞKERÎ'
 
El Hesen, da zanîn ku li ser sînorê Efrîn û Minbicê bendên kontrolê danîne û ev tişt anî ziman: "Baregeheke leşkerên tirk 100 metre nêzî Ava Sacûrê ye û ev av di navbêra Minbic û Cerablûsê de ye. Ev baregeh pir zêde tê parastin û dîwarên wê pir bilind in. Lê tê gotin ku derdora 200 leşker hatine bicihkirin. Qasî ku tê gotin piranî civînên fermandarên komên çekdar li vir pêk tên. Benda kontrolê ya herî mezin a Mertalê Firatê li ser sînorê Minbicê ye, navê On (10) lê hatiye kirin û ev bend ji gelek koman pêk tê. Yê van koman bi rê ve dibe Tugaya El Şimal e. Ji aliyê Efrînê ve jî li ser xeta eniya sînoran û girêdayî Ehrar El Şamê ye."
 
'DEMA TIRKIYE KET CERABLÛSÊ 250 DAIŞ'Î DERBASÎ TIRKIYEYÊ BÛN'
 
El Hesen, aşkera kir ku Cerablûs di 3 saetan de teslîmê Tirkiyeyê kirine û ev agahî da: "Ez bixwe yek bi yek ne di navê de bûm. Lê dema Tirkiyeyê amadekariya ketina Cerablûsê dikir, danûstandinê wan bi DAIŞ'ê re hebûn. Ji ber ku dema em li Karkamişê bûn, çûn û hatina wan çêdibû lê min ew nas nedikirin. Ji bo ketina Cerablûsê agahiya Rûsya û rejîmê jî jê hebû. Heta şandeyek ji hêza leşkerî ya Rûsya û Rejîma Baas pêk dihat, li Karkamişê hevdîtinek jî bi rayedarên Artêşa Tirk re pêk anîn. Dema leşkerên tirk ketin Cerablûsê 250 çeteyên DAIŞ'ê yên hatibûn hilbijartin bi gelek seyarên transît û otobûsên nivî, sîrena ambulansan danîbûn ser wan ji Deriyê Sînor ê Karkamişê re derbasî bajarê Kilisê û Dîlokê kirin. Ji wan seyareyan yek di berpirsyariya min de bû. Me bi 6 seyaran ew birin Kilîsê û ev vegeriyan Karkamişê. Pişt re em hîn bûn ku ew endamên DAIŞ'ê derbasî welatên Ewropayê kirine. Ez bawerim gelek endamên din ên DAIŞ'ê bi malbatên xwe re derbasî Bab, Hema û Reqqayê bûn." 
 
El Hesen, di wê pêvajoyê de bûyereke ku qewimî jî wiha vegot: "Dema leşkerên tirk ketin Cerablûsê ez bawerim li gundekî bi bajêr ve bû, komek çete li hemberî leşkeran çek şixûlandibû û 3 leşker birîndar bûn. An şaşitî çêbibû an jî bi zanebûn komek li wir hiştibûn ku ji bo bidin nîşandan vaye pêvçûn derketiye. Ji ber ku ji bilî wir li tu derî ne pêvçûn derketibû û ne jî endamên DAIŞ'ê li holê hebûn." 
 
'GILIYÊ DER BARÊ MERTALÊ FIRATÊ DE ZÊDE BÛN'
 
El Hesen derbirî ku piştî dagirkirina Ezaz û Cerablûsê, komên Mertalê Firatê dest bi talan, girtin û îşkenceyê kirine. El Hesen da zanîn ku ji ber van zextan gilî û gazincê welatiyan li dijî rayedarên Tirkiyeyê zêde bûne. El Hesen anî ziman ku gel gazinên wekî 'Tiştê wisa tîni serê me ji kiryarên DAIŞ'ê xirabtir in, qaşo piraniya wan me nas jî dikin' û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ya herî balkêş dema niştecihên heremê giliyê endamên DAIŞ'ê dikirin, li şûna wan endamên DAIŞ'ê, yê wan gilî dikirin dihatin girtin. Pişt re jî bi berdêla pereyan serbest dihatin berdan. Gelê heremê ji bilî hin endamên Ehrar El Şam ên niştecihên heremê ne, wan komên din yek ji wan jî qebûl nakin û ji wan pir aciz in. Li gorî ku ez dizanim, ji ber rayedarên dewleta tirk jî ji van pêkanînan re dengê xwe dernedixistin û pêkanînên li dibistanan li gor mufredata tirkî dihat sererastkirin."
 
El Hesen anî ziman ku dewleta tirk demografiya herêmê jî diguherîne, malbatên ji Ozbekistan û Tirkmenistanê anîne li herêmê bi cih kirine û ji ber vê welatiyên ereb û kurd li dijî komên Mertalê Firatê nerazîbûn dane nîşan. 
 
'LI RIHA Û DÎLOKÊ WAN PERWERDE DIKIN'
 
El Hesen, bal kişand ser penaberên li wargehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û diyar kir ku kesên di van wargehan de, yên ji Cerablûs, Ezaz û El Raî ne, li Riha û Dîlokê perwerdehiya leşkerî didin wan û dişînin heremên Mertalên Firatê û ev agahî dan: "Ji bo perwerdeyê bibinîn û tev li komên Mertalê Firatê bibin her yek derdora 200 dolar meaş distand."
 
'JI HÊZÊN YPG/YPJ'Ê KÊFXWEŞ IN'
 
El Hesen, bi lêv kir ku gelê heremê çawa ji leşkerên tirk û komên girêdayên wê aciz e, ewqas jî ji êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê aciz e. El Hesen, destnîşan kir ku ji ber zextên komên çete ji neçarî koçî Efrînê dikin û ev tişt gotin: "Hêzên YPG/YPJ'e û gelên li Efrînê li hemberî wan pir baş in. Her kes qala jiyan û aramiya Efrîn û Minbicê dikir. Dibêjin ku vîna her pêkhateyî di rêveberiyê de heye, derfetên debarê û hwd bi hev re (komun) ava dikin. Em dixwazin ev der jî wisa bibe. Çima dewleta tirk û ev komên Artêşa Azad êrîşên wir dikin, em fêm nakin."
 
El Hesen, aşkera kir ku ev komên girêdayî Tirkiyeyê naxwazin bi dewleta tirk re êrîşî Efrînê bikin û sedema vê jî wiha vegot: "Ji ber ku ez bawerim du caran dema êrîşî Efrînê kirin rastî bersivek xurt a QSD'ê hatin û gelek kuştiyên wan çê bibûn. Li ser vê yekê endamên van komên çekdar moralê wan pir ketiye û ew naxwazin bikevin şer. Sedema vê yekê jî wan bi xwe digot 'ew şervanên pir jêhatî ne, her tim bi tarzê gerîlatiyê şer dikin, em tu car nikarin li dijî wan şer bikin' û ji êrîşkirinê ditirsiyan." 
 
'BI SEDAN KES DIXWAZIN TEV LI QSD'Ê BIBIN'
 
El Hesen, çima ji Artêşa Azad veqetiya û tev li QSD'ê bûye jî vegot û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Sedema yekemîn, Artêşa Azad her tim qala dijberiya Rejîma Sûriyeyê dikir lê xwedî li tu sozê xwe dernediket. Dewleta tirk jî ji me zêdetir bawerî û alîkarî dide çeteyên DAIŞ'ê û li gorî berjewendiyên xwe bi kar tanî. Lê divê dîsa bê gotin ku komên Mertalê Firatê her tim bi çavekî cuda li kesên ji Dêra Zorê mêze dikir, firq û cudahî pir heye. Ya din, bi rastî jî nêzîkatiya QSD'ê ya li gel civakên heremê, piştî Minbic, Reqqa û niha jî gundewarên Dêra Zorê ket bin qontrola QSD'ê, gelekî cuda bû. Gelek heval, cîran û dostê min îqna kirin. Niha gelek kes ji Dêra Zorê ne, yên din dixwazin bi malbatên xwe re werin qadên QSD'ê. Ez bi 300 kesî re bi telefonê axivîm, min nêzîkatiya QSD'ê ya li hemberê xwe ji wan re vegot, ew jî dixwazin werin."
 
MA/ Erdogan Altan
 

Sernavên din

20/12/2017
15:08 Afîşên ku wêneyê Demîrtaş li ser bû kom kirin
15:07 Bersûcê kuştina Şûle Îdil: Li ser kaxizê heye pratîk tune
15:01 Jinên KESK’î: Butçeya 2018’an dijminê jina ye
14:58 Kaygusuz û Aktaş tehliye bûn
14:40 Guven: Em ê civaka azad ava bikin
14:19 'Êrîşî hemû qezencên jinan kirin'
14:15 'Leşker û polîsan çend kes kuştin û birîndar kirin?
13:52 KNK di 26-27 çile de Şêwra Neteweyî pêk tîne
13:34 Dadgehê afîşên 'perwerdeya zimanê dayikê' mafdar dît
13:10 Dozger di doza TIR’ên MÎT’ê 15 sal ceza xwest
12:57 2 sal şûnde doz vekirin
12:31 'Rastiya komkujiya Mereşê qebûl bikin’
12:28 9 kes li Gimgimê binçav kirin
12:10 Nêçirvan Barzani, YNK û PDK'ê daxuyanî dan
11:24 Leşkeran xwestin êrîşî parêzeran bikin
10:38 Doza Medenî Yildirim sibê ji nûve tê dîtin
10:26 Carlos Latuff: Min li Tirkiye xêz kiribûya ezê bihatima girtin
10:14 Gungor: Em ê peywira hekîman bi bîra wan bînin
09:32 205 roj in li ber xwe dide
09:31 'Komkujiya Mereşê bi profesyonelî amade kirin'
09:30 'AKP kadroyên xwe bi cih dike'
09:28 Ji kar hat avêtin lê dîsan dest ji direksiyonê berneda
09:27 20 sal in kincên herêmî didirû
09:27 Bilbilê zimanekî qedexekirî: Dengbêj Reso
09:26 Îdiaya 'Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Peyasê hatin lêkolînkirin'
09:25 'Malbat rastî tundiya gardiyan û leşkeran tên'
09:25 Destê girtî şikandin
09:22 Sansureke ku heta niha nehatiye dîtin: Name hat meqeskirin, tenê sê hevok man
09:21 Parêzer biryara negirtina polîsê kujerê Kurkut îtîraz kir
09:21 Hejmara duyem a fanzîna xwendekaran a bi navê 'Hawar'ê derket
09:20 Efserê ji Artêşa Azad reviya û tev li QSD'ê bû agahiyên girîng dan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2017'AN
19/12/2017
22:51 Agahî ji Hevserokê Tevgera Azadiyê yê Silêmaniyê nayên wergirtin
21:09 Weşana NRT'ê hat rawestandin, xebatkarên wê hatin binçavkirin
19:50 Li Başurê Kurdistanê çalakiyên prostestokirinê: 6 kes hatin kuştin
16:36 Navenda YNK’ê ya Ranye şewitandin: 6 kes birîndar bûn
16:24 Bi dehan rêveberên HDP-DBP'ê hatin binçavkirin
15:18 Serlêdana perêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
15:09 Hawirparêz: Şaredariyên Mêrsînê qadên şîn tune dikin
15:00 ‘Bê ceza mayîn îşkenceyê zêdetir dike’
14:50 Parastina kurdî weke belavkirina ramanê ya rêxistinê dît
14:31 406 roj in li Kolana Yuklesê ne, îro jî 6 kes binçav kirin
14:25 Gelê Başûr 2 rojin li qadan in
14:14 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
14:13 RSF: Tirkiye di aliyê rojnamegerên girtî de 5'emîn e
14:05 Baroya Rihayê: Dewlet ji mirina Murat Araç berpirsyar e
13:39 Endamê Koma Aştiyê Turgut: Dixwazin hemû girtîgehan veguherînin Îmraliyê
13:30 Garît: Ez di lêgerîna heqîqetê de me
13:20 ‘Fermana 73’an xwe ji hişmendiya Rejima Baas a 1975’an digire'
12:40 Berî 17 salan bi îşkence seqet hiştin, niha bê nan dihêlin
12:34 Rewşa Umutê biçûk ber bi başbûnê ve diçe
12:26 Beriya bê kuştin alîkarî xwest lê...
11:54 3 meh ceza dan hevseroka KCD'ê
11:38 Şêniyên Taxa Rezan li ser agir e: Hêviya me ji polîsan tune
11:37 'Hikumeta CHP'ê ji Komkujiya Mereşê re bêdeng ma’
11:05 Der barê rojnameger Guldem û Atlan de dest lêpirsine kirin
10:58 Hemû dewlemendiya Dêrsimê talan dikin
10:32 Polîs polîs kuşt
10:16 Qayûm tabelaya Navenda Çanda Elî Temel rakir
09:54 LaWjeyê Rûbaro ji nû ve vegot
09:52 Qeyûmê hemû berhemên wî rakirin
09:45 'Girîngiyê nadin senetkaran'
09:12 ‘'Em ê tevî civakê sûcên bi sansurê ser wan tê nixumandin bipirsin'
09:11 ‘Di serdemên bi vî rengî de rêzefîlm ji bo tevizandina civakê tên bikaranîn'
09:11 Ji ber ji bo komkujiya Mereşê 'qetlîam' hat gotin hat îadekirin
09:10 HDP'ê bernameya xwe ya konferansan a serdema nû aşkere kir
09:10 Hevberdevkên OHP'ê: Mekanîzmayên girtina otomatîk hene
09:10 Komkujiya Mereşê vegotin: Tangan temaşe kir, hesab ji mexdûran hat pirsîn
09:09 Pirtûka Hecî Nehsan ‘ciweyna’ derket: Gelo hibr westiya ye?
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2017'AN
18/12/2017
17:20 Li Silêmaniyê 8 kes birîndar bûn
16:33 Gelê Başûrê Kurdistanê li ser piyan e: Hikûmet îstifa bike
16:20 Zarokê polîsan bi giranî birîndar kir hêj nehatiye ser hişê xwe
16:13 Polîsan bi ser Buroya Hiqûqê ya Gelan de girt
16:08 Peyama wekîla Êzîdî ya bi kurdî kirin 'x'
15:46 ‘Kurdistan erdnîgariya gelê min lê dijiye’
15:45 Baroya Edeneyê: Dewlet berpirsiyarê kuştina Murat Araç e
15:44 Divê dewlet bi komkujiya Mereşê re hevrû bibe
15:17 Yildirim: Ji fikrên Birêz Ocalan ditirsin û tecrîdê kûr dikin
15:03 Ji bo 10 karkeran 10 pêşniyarname
14:43 Di roja 405'an de 3 kes hatin binçavkirin
14:43 Gelê Cerablûs û Babê li dijî êrîşên Tirkiye daketin kolanan
14:14 HDK: Pêdivî bi destpêkek nû û bi xurt heye
14:12 Wergêra ETHA Tolu û 5 kesên din hat berdan
13:36 2 jin bi destê mêr hatin kuştin
13:30 Eren Keskin: Kuştina Murat Araç ne bûyerek ji rêze ye
13:16 Gelê Herêma Federal a Kurdisanê îstîfaya hikûmetê xwest
13:06 Dozger xwest rojnameger Tolu bê berdan
12:45 Polîsan li Hezexê zarokê 4 salî birîndar kir
12:16 Bekîr Agirdir: Divê utopyayek nû û siyaseta vê bê hûnandin
11:38 12 hezar ton jahr li Tirkiye belav bû
11:02 Jin beriya roj hilê dest bi kar dikin
10:48 Hestiyên Xiristiyanan li holê hiştin!
10:43 Wezareta Dadê 50 hezar girtiyan bi koletî dixebitîne
10:34 Nivîskar Temel: Her tişt di nava salên 1918 - 1923'yan de pêk hat
09:41 Ji ber peyvên 'Ciwan', 'Êrîş' û 'Gel' 15 salan ceza dixwazin
09:40 Wezîrê Karê Derve yê berê Yakiş: Operasyona li dijî Efrînê dê zirarek mezin bide
09:39 Malên Rus ên dîrokî tune dibin!
09:38 'Pêngava Amerîka û Îsraîl meşrû kirin'
09:37 Şahid: Zaroka zikê wê bi dara Çamê ve kutan