STENBOL – Li Stenbolê serê sibê di serde girtinê malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Li gelek navçeyê Stenbolê serê sibê zû polîsan bi ser malan de girt û gelek kes binçav kirin. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin li Miduriyetên Polîsan ên navçeyên cuda tên girtin. Hat hînbûn ku heta niha Dogan Altinişik, Feyzullah Eren, Seyîthan Eren, Kadîr Keklîk, Selahattîn Demîr, Gulsum Başkale, Serdar Oguz û Nîhat Demîr hatine binçavkirin. Hinceta binçavkirinê nehat zanîn.
Li aliyê din di 14’ê kanûnê de di serde girtina malan de endamên Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) Gurkan Îsteklî û Hakîm Peker jî di nav de 17 kesên hatibûn binçavkirin kar û barê wan ên binçavkirinê li Miduriyeta Polîsan didome.