‘Bê ceza mayîn îşkenceyê zêdetir dike’

  • rojane
  • 15:00 19 Kanûn 2017
  • |
img

EDENE / WAN - Şaxên ÎHD'ê yên Wan û Edeneyê, der barê "Operasyona Vegera Jiyanê" ya di 19'ê Kanûnê de pêk hat, daxuyanî dan û ev tişt hat gotin: "Ji ber ku di warê hiqûqî de tu ceza nehat birîn, îşkence her ku çû zêde bû."

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Endeyê, di salvegera komukujiya 19'ê Kanûnê ya li girtîgehan de daxuyanî da. Serokê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Edneyê Nejat Okay mafê axaftinê girt û aşkera kir ku 19'ê Kanûnê di dîroka Tirkiyeyê de komkujiya li dijî girtiyan dide nîşan.
 
'BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE BÛN'
 
Okay anî ziman ku bi Rewşa Awarte (OHAL) re binpêkirinên mafan li girtîgehan zêde bûne, ji ber ku berpirsyar bê ceza mane, îşkence li girtîgehan zêde bûye û ev tişt got: "Hêj li girtîgehên Tirkiyeyê, binpêkirinên mafan, mirin, sewq û sirgûn, îşkence û muameleya xirab, tecrîd û îzolasyon, astengkirina hevdîtina bi malbatan re, astengkirina mafê ragihandinê, lêpirsînên dîsîplînê û gelek binpêkirinên mafan diqewimin. Bi taybetî ji bo girtiyên nexweş tu sererastkirineke qanûnê nehatiye kirin, ji ber astengiyên buroktatîk, di şertên ne mirovî de dimînin. Hejmara girtiyên nexweş ên li girtîgehan vê rewşê bi zelalî radixe ber çavan. Li gorî rapora ÎHD'ê di 22'yê Hezîrana 2017'an de parve kir, bi giştî 357 girtiyên nexweşiyên wan giran, hezar û 25 girtiyên nexweş girtî ne. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê û rapora Saziya Tiba Edlî ya Sibata 2017'an, girtî û hikumxwarên nexweş hejmara wan 841 kes in.
 
Okah herî dawî daxwazên xwe wiha parve kir:
 
* Divê mewzûeta rejîma înfazê ya li Tirkiyeyê û polîtîkaya wê li gorî hiqûqa mafê mirovan a navneteweyî û bi taybetî ji ligori mafên girtiyan bê sererastkirin.
 
* Divê hiqûqa navneteweyî çawa rêgezên xwe diyarkiriye, li gorî wan rêgezên mafên mirovan nêzîkî girtiyan bibin.
 
* Divê hemû girtîgeh ji bo lêkolînê ji sivîlan re bên vekirin.
 
* Divê pêkanînên cudakariyê û OHAL'ê ji holê bê rakirin û di vê der barê de sererastkirinê pêk bê.
 
* Divê pêkanînên "Di nava girtîgehê de girtîgehê" dispêre, tecrîd û îzolasyonê li ser girtiyan ferz dike, bên bi dawîkirin û divê Girtîgeha Yek Kesî a Îmraliyê bê girtin.
 
* Divê berpirsyarên komkujiya 19'ê Kanûnê bên darizandin. Divê polîtîkaya bê cezabûnê û li ser dozan girtin bi dawî bibe.
 
'HIQUQA BÊCEZAKIRINÊ HEYE'
 
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Îlhan Ongor jî diyar kir ku 17 sal di ser komkujiya 19'ê Kanûnê re derbas bû û wiha got: "Li Tirkiye îşkence hêj didome. Dewlet polîtîka û hiqûqa bê cezakirinê pêş dixe. Divê êdî dewlet bi vê rastiya xwe re bê rûqayi hev. Feraseta 'Min kir û derbas bû' heye. 
 
'BI KÛÇIKAN LÊGERÎN DIKIn'
 
Ongor, bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha got: "Li Girtîgeha tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê bi kuçikan lêgerînê dikin. Kuçik nanê didin girtiyan bêhn dike. Daxwazên girtiyan qet nayên bersivandin. Ser hewşê girtine. Hewş tîrêjên rojê nabîne. Girtiyan nabin nexweşxaneyan. Girti li Tarsûsê rastî lêgerîna tazî û cezayê hucreyê tên. Wan davêjin odeyên Singur. Îşkenceya bi ceyranê li girtiyan dikin. Komisyona Mafên Mirovan a Meclîsê li Tarsusê lêkolîn kir. Lê rapora ku girtî rastî îşkence nehatine bi komîsyonê dane nivîsandin. Îşkence tê veşartin û ser wê tê girtin." 
 
WAN 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Wanê jî bi heman armancê civîna çapemeniyê pêk anî. Endam û rêveberên ÎHD'ê beşdarî civînê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Wanê Murat Melet, diyar kir ku ji 2000'an heta niha li girtîgehan binpêkirina mafan berdewam dike û wiha got: "Piştî OHAL'ê binpêkirina mafan zêde bû. OHAL bi salan e kirine girtigeha servekirî. Li Tevahiya Tirkiye bi hezaran mirov ji ber fikrên xwe girtî ne. Îktîdara siyasî li Wanê 4 girtîgeh ava kirine. Li şûna şert û mercên mirovan baş bikin girtîgehan ava dikin." 
 
Rêveberê ÎHD'ê Servet Ertak jî daxuyanî xwend û wiha got: "Piştî 2000'an operasyona "Vegera Jiyanê" ku 32 mirov hatin kuştin, ji wê demê heta niha li girtîgehan tiştek nehatiye guhertin. Bêtir şert û merc xerab bûne. Bi îlana OHAL'ê şert û mercên girtiyan û girtîgehan bêtir giran bûye. 
 
'HEZAR Û 25 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE'
 
Ertak, destnîşan kir ku li girtîgehên Tirkiye, sirgûn, îşkence, lêgerîna tazî û îşkenceya giran berdewam dike û wiha got: "Li gorî raporên dawî yên ÎHD'ê 357 jê giran bi giştî hezar û 25 girtiyên nexweş hene. Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Sibata 2017'an jî 841 girtiyên nexweş hene." 
 
 

Sernavên din

20/12/2017
15:08 Afîşên ku wêneyê Demîrtaş li ser bû kom kirin
15:07 Bersûcê kuştina Şûle Îdil: Li ser kaxizê heye pratîk tune
15:01 Jinên KESK’î: Butçeya 2018’an dijminê jina ye
14:58 Kaygusuz û Aktaş tehliye bûn
14:40 Guven: Em ê civaka azad ava bikin
14:19 'Êrîşî hemû qezencên jinan kirin'
14:15 'Leşker û polîsan çend kes kuştin û birîndar kirin?
13:52 KNK di 26-27 çile de Şêwra Neteweyî pêk tîne
13:34 Dadgehê afîşên 'perwerdeya zimanê dayikê' mafdar dît
13:10 Dozger di doza TIR’ên MÎT’ê 15 sal ceza xwest
12:57 2 sal şûnde doz vekirin
12:31 'Rastiya komkujiya Mereşê qebûl bikin’
12:28 9 kes li Gimgimê binçav kirin
12:10 Nêçirvan Barzani, YNK û PDK'ê daxuyanî dan
11:24 Leşkeran xwestin êrîşî parêzeran bikin
10:38 Doza Medenî Yildirim sibê ji nûve tê dîtin
10:26 Carlos Latuff: Min li Tirkiye xêz kiribûya ezê bihatima girtin
10:14 Gungor: Em ê peywira hekîman bi bîra wan bînin
09:32 205 roj in li ber xwe dide
09:31 'Komkujiya Mereşê bi profesyonelî amade kirin'
09:30 'AKP kadroyên xwe bi cih dike'
09:28 Ji kar hat avêtin lê dîsan dest ji direksiyonê berneda
09:27 20 sal in kincên herêmî didirû
09:27 Bilbilê zimanekî qedexekirî: Dengbêj Reso
09:26 Îdiaya 'Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Peyasê hatin lêkolînkirin'
09:25 'Malbat rastî tundiya gardiyan û leşkeran tên'
09:25 Destê girtî şikandin
09:22 Sansureke ku heta niha nehatiye dîtin: Name hat meqeskirin, tenê sê hevok man
09:21 Parêzer biryara negirtina polîsê kujerê Kurkut îtîraz kir
09:21 Hejmara duyem a fanzîna xwendekaran a bi navê 'Hawar'ê derket
09:20 Efserê ji Artêşa Azad reviya û tev li QSD'ê bû agahiyên girîng dan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2017'AN
19/12/2017
22:51 Agahî ji Hevserokê Tevgera Azadiyê yê Silêmaniyê nayên wergirtin
21:09 Weşana NRT'ê hat rawestandin, xebatkarên wê hatin binçavkirin
19:50 Li Başurê Kurdistanê çalakiyên prostestokirinê: 6 kes hatin kuştin
16:36 Navenda YNK’ê ya Ranye şewitandin: 6 kes birîndar bûn
16:24 Bi dehan rêveberên HDP-DBP'ê hatin binçavkirin
15:18 Serlêdana perêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
15:09 Hawirparêz: Şaredariyên Mêrsînê qadên şîn tune dikin
15:00 ‘Bê ceza mayîn îşkenceyê zêdetir dike’
14:50 Parastina kurdî weke belavkirina ramanê ya rêxistinê dît
14:31 406 roj in li Kolana Yuklesê ne, îro jî 6 kes binçav kirin
14:25 Gelê Başûr 2 rojin li qadan in
14:14 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
14:13 RSF: Tirkiye di aliyê rojnamegerên girtî de 5'emîn e
14:05 Baroya Rihayê: Dewlet ji mirina Murat Araç berpirsyar e
13:39 Endamê Koma Aştiyê Turgut: Dixwazin hemû girtîgehan veguherînin Îmraliyê
13:30 Garît: Ez di lêgerîna heqîqetê de me
13:20 ‘Fermana 73’an xwe ji hişmendiya Rejima Baas a 1975’an digire'
12:40 Berî 17 salan bi îşkence seqet hiştin, niha bê nan dihêlin
12:34 Rewşa Umutê biçûk ber bi başbûnê ve diçe
12:26 Beriya bê kuştin alîkarî xwest lê...
11:54 3 meh ceza dan hevseroka KCD'ê
11:38 Şêniyên Taxa Rezan li ser agir e: Hêviya me ji polîsan tune
11:37 'Hikumeta CHP'ê ji Komkujiya Mereşê re bêdeng ma’
11:05 Der barê rojnameger Guldem û Atlan de dest lêpirsine kirin
10:58 Hemû dewlemendiya Dêrsimê talan dikin
10:32 Polîs polîs kuşt
10:16 Qayûm tabelaya Navenda Çanda Elî Temel rakir
09:54 LaWjeyê Rûbaro ji nû ve vegot
09:52 Qeyûmê hemû berhemên wî rakirin
09:45 'Girîngiyê nadin senetkaran'
09:12 ‘'Em ê tevî civakê sûcên bi sansurê ser wan tê nixumandin bipirsin'
09:11 ‘Di serdemên bi vî rengî de rêzefîlm ji bo tevizandina civakê tên bikaranîn'
09:11 Ji ber ji bo komkujiya Mereşê 'qetlîam' hat gotin hat îadekirin
09:10 HDP'ê bernameya xwe ya konferansan a serdema nû aşkere kir
09:10 Hevberdevkên OHP'ê: Mekanîzmayên girtina otomatîk hene
09:10 Komkujiya Mereşê vegotin: Tangan temaşe kir, hesab ji mexdûran hat pirsîn
09:09 Pirtûka Hecî Nehsan ‘ciweyna’ derket: Gelo hibr westiya ye?
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2017'AN
18/12/2017
17:20 Li Silêmaniyê 8 kes birîndar bûn
16:33 Gelê Başûrê Kurdistanê li ser piyan e: Hikûmet îstifa bike
16:20 Zarokê polîsan bi giranî birîndar kir hêj nehatiye ser hişê xwe
16:13 Polîsan bi ser Buroya Hiqûqê ya Gelan de girt
16:08 Peyama wekîla Êzîdî ya bi kurdî kirin 'x'
15:46 ‘Kurdistan erdnîgariya gelê min lê dijiye’
15:45 Baroya Edeneyê: Dewlet berpirsiyarê kuştina Murat Araç e
15:44 Divê dewlet bi komkujiya Mereşê re hevrû bibe
15:17 Yildirim: Ji fikrên Birêz Ocalan ditirsin û tecrîdê kûr dikin
15:03 Ji bo 10 karkeran 10 pêşniyarname
14:43 Di roja 405'an de 3 kes hatin binçavkirin
14:43 Gelê Cerablûs û Babê li dijî êrîşên Tirkiye daketin kolanan
14:14 HDK: Pêdivî bi destpêkek nû û bi xurt heye
14:12 Wergêra ETHA Tolu û 5 kesên din hat berdan
13:36 2 jin bi destê mêr hatin kuştin
13:30 Eren Keskin: Kuştina Murat Araç ne bûyerek ji rêze ye
13:16 Gelê Herêma Federal a Kurdisanê îstîfaya hikûmetê xwest
13:06 Dozger xwest rojnameger Tolu bê berdan
12:45 Polîsan li Hezexê zarokê 4 salî birîndar kir
12:16 Bekîr Agirdir: Divê utopyayek nû û siyaseta vê bê hûnandin
11:38 12 hezar ton jahr li Tirkiye belav bû
11:02 Jin beriya roj hilê dest bi kar dikin
10:48 Hestiyên Xiristiyanan li holê hiştin!
10:43 Wezareta Dadê 50 hezar girtiyan bi koletî dixebitîne
10:34 Nivîskar Temel: Her tişt di nava salên 1918 - 1923'yan de pêk hat
09:41 Ji ber peyvên 'Ciwan', 'Êrîş' û 'Gel' 15 salan ceza dixwazin
09:40 Wezîrê Karê Derve yê berê Yakiş: Operasyona li dijî Efrînê dê zirarek mezin bide
09:39 Malên Rus ên dîrokî tune dibin!
09:38 'Pêngava Amerîka û Îsraîl meşrû kirin'
09:37 Şahid: Zaroka zikê wê bi dara Çamê ve kutan