MANÎSA - Doza 138 HDP’iyên Manîsa îro jî berdewam kir. Dozger daxwaza parastina bi kurdî, wekî belavkirina ramanên rêxistinê dît û red kir. Ji ber ku şandeya dadgehê heman biryar da, bersûcan parastinên xwe yên bi kurdî yên nivîskî pêşkêşî dadgehê kirin.
1’emîn danişîna doza 57 jê girtî, 138 HDP’iyên Manîsa ya li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê di roja 7'an de berdewam kir. Bi HDP’iyên ne girtî re îro 57 girtî jî beşdarî danişîna dozê bûn. Parlamentera HDP’a Êlihê Ayşe Acar Başaran, endam û rêveberên Meclisa Partiyê doz şopandin. Piştî danasîna nasnameyan doz destpêkir.
‘ERDNIGARIYA GELÊ KU KURD SER DIJÎ, KURDISTAN E’
Veysî Tarik destpêkê parastin kir û wiha got: “Ez tevlî hemû çalakiyên di îdîanamê de wekî delîlên sûc hatine bikaranîn bûme û hemû çalakî jî qanûnîne. Bi hinceta “Kurdistan” ez têm sûcdar kirin. Kurdistan erdnîgariya gelê kurd li ser dijiye. Ji ber vê yekê sûc nabînim.
DAXWAZÊN PARASTINÊN BI KURDÎ
Pişt re girtiyên jinên Hasret Atalay, Gulcîhan Çelîk, Halîme Ozturk, Asîme Akyol, Ayşe Karagoz û Hatîce Arslan ên ji Girtîgehên Jinan ên Îzmîr û Ispartayê anîn dadgehê û Halîl Aydemîr parastin kirin. Girtiyên jin û Aydemîr, xwestin bi kurdî parastin bikin, lê şandeya dadgehê ev daxwaz red kir. Parêzer Arîf Alî Cangî mafê axaftinê girt û xwest dadgeh daxwaza parastina bi kurdî qebûl bike. Piştî parastina parêzeran Şandeya Dadgehê navber da. Dûre Şandeya Dadgehê bi hinceta “Tirkî dizanin, hinek ji wan xwendekarê zanîngehê ne û li ewlekariyê jî îfadeyên xwe bi Tirkî dane” parastina bi kurdî qebûl nekir.
Bi rêzê ve parêzvanan mafê axaftinê girtin biryara dadgehê qebûl nekirin. Piştî daxwaz hatin redkirin, HDP’iyên xwestin bi kurdî parastin bikin, parastinê xwe yên nivîskî pêşkêşî dadgehê kirin.
Piştî nîqaşên hatin kirin dadgehê navber da.