NAVENDA NÛÇEYAN - RSF'ê rapora rojnamegeran a 2017'an bi raya giştî re parve kirin. Sala par li tevahiya cîhanê 65 rojnameger hatibûn kuştin. Tirkiye jî di milê rojnamegerên girtî de di nava welatê cîhanê de di rêza 5'emîn de cih girt.
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) der barê rewşa rojnamegeran û welatan de rapora 2017'an aşkere kir. RSF'ê di raporê de diyar ku li tevahiya cîhanê herî kêm 65 rojnamevan hatin kuştin û 326 rojnamevan jî girtî ne. Li gorî rapora RSF'ê ya sala 2017'an, nîvê rojnamevanên girtî li Tirkiye, Çîn, Sûriye, Îran û Vîetnamê ne. Di raporê de hat diyar kirin ku li Tirkiyeyê zêdeyî 100 rojnamevan girtî ne û herî kêm 43 ji van rojnamevanan ji ber pîşeyê xwe hatine girtin. RSF'ê destnîşan kir ku di dema Rewşa Awarte de ku piştî 15'ê Tîrmeha 2016'an hate ragihandin, li şûna pîvanên dewleta hiqûqê, biryarên kêfî serdest bûne. Di raporê de wiha hat gotin: "Rojnamevan li Tirkiyeyê bi rêk û pêk demeke dirêj girtî dimînin û bêyî biryara dadgehê tên cezakirin. Yek ji welatên ku di warê azadiya çapemenî û îfadeyê de li rêzên herî jêr e, Çîn e. Çîn ji bo rojnamevanên mûxalîf bêdeng bike serî li rêbazên cuda daye.
65 ROJNAMEVAN HATIN KUŞTIN
Li gorî rapora RSF'ê, li gelemperiya cîhanê herî kêm 65 rojnamevan û xebatkarên medyayê ji ber pîşeyê xwe hatin kuştin. Nîvê van li herêmên ku şerê çekdarî lê diqewime hatin kuştin. Rêxistinê ragihand ku li welatên Meksîka û Fîlîpînê, rojnamevanên li ser mijarên gendelî û sûcên rêxistinbûyî dixebitîn hatin kuştin.
Li gorî raporê, 39 rojnamevan yekser ji ber pîşeyê xwe bûn hedef û hatin kuştin. 26 rojnamevan jî li herêmên şer di êrîşên bombeyî de jiyana xwe ji dest dan.
SÛRIYE JI BO ROJNAMEVANAN GELEKÎ XETERE YE
RSF'ê di raporê de da zanîn ku li gelemperiya cîhanê welatê ku herî zêde ji bo rojnamevanan xetere ye, Sûriye ye û wiha cih da raporê: "Li Sûriyeyê di nava sala 2017'an de 12 rojnamevan û xebatkarên medyayê jiyana xwe ji dest dan. Di rêza duyemîn de jî Meksîka cih digire ku 11 rojnamevan lê hatin kuştin. Piştre jî Meksîka, Afganîstan, Iraq û Fîlîpîn tên.
ROJNAMEVAN HATIN REVANDIN
Di bûyerên revandina rojnamevanan de jî welatên herî xetere Sûriye û Iraq in. Li gelemperiya cîhanê 54 rojnamevan hatin revandin. 40 ji van di destê DAÎŞ'ê û komên tund de ne. Piştî revandina rojnamevanan komên tundrew daxwaza fidyeyê kirine û bi vî rengî fînansmana xwe kirine. Li Tirkiye jî zêdeyî