RIHA – Baroya Rihayê bal kişand ser mirina Murat Araç ê hat îdiakirin di bin çavan de întixar kiriye û ev tişt got: "Heta dewlet delîlên şênber daneyne holê, ji îhlala mafê jiyanê berpirsyar e."
Baroya Rihayê der barê Murat Araç ê hat îdiakirin ku li Antalyayê xwe di avahiya emyetê de avîtiye û întixar kiriye de daxuyanî da. Baroyê aşkera kir ku heta dewlet delîlên şênber daneyne holê dê ji mirina Araç berpirsyar be.
Baroyê bang li Saziya Wekhevî û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM'ê kir ku bi lez û bez biçin ser peywira xwe û ev tişt got: "Îdiayên bira û bav îdiayên tirsnak in, cihê ku bûyer lê qewimî emyet be ji xwe 'îdiaya întixdarê' têra xwe heye."
‘AGAHIYÊN ME ÎQNA BIKIN TUNE’
Baroyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku dema kesek tê binçavkirin, ji nendên pêlavê, heta kemera piştê hemû tiştên din li ser kesên tê girtin û wiha got: "Piştre ev kes tên kelepçekirin, hemû yekîneyên emyetê û parêzer-kesê bi fikar û hevdîtinên wan tên qeydkirin. Dema ev hemû tişt li ber çavan bê girtin, di vir de binpêkirineke mafan a giran xwe daye der. Fikarên dicî di vir de xwe didin der. Ji ber wê der barê îdiayên 'întixar kir' de agahiyên berfireh, bên dayîn û saziyên eleqedar û memûr di vî warî de daxuyaniyeke têr ker bidin. Cidiyeta bûyerê jî vê yekê ferz dike. Peywira dewletê ew e, kesê emanetê wan hat kirin, sûcî wan çi dibe bila bibe, di dema OHAL'ê de jî ji jiyan wan kesan berpirsyar e."
Baroyê da zanîn ku heta dewlet delîlên şênber daneyne holê û dê tu kes ji îdiayên 'întixar kiriye' bawer neke û dê ji mirina Murat Araç berpirsyar be.