WAN - Endamê Koma Aştî û Çareseriya Demokartîk Nurettîn Turgut ê li ser banga Ocalan hat Tirkiyeyê û piştî girtinê hat berdan li ser pêvajoyê axivî û got: “Şert û mercên Îmraliyê bandora xwe li ser hemû girtîgehan dike. Dixwazin hemû girtîgehan veguherînin Îmraliyê.”
Li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 2009’an de komek ji 34 kesên ji Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk hatin Tirkiyeyê. Di sala 2010’an de der barê wan de doz hat vekirin û yek ji Endamê Komê Nurettîn Turgut piştî 7 sal û nîv ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’an a Şakranê hat berdan. Turgut der barê hatina wan, çi jiyan û pêvajoya heyî de pirsên ajansa me Mezopotamyayê bersivand.
Hûn dikarin behsa pêvajoya avakirina Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk û hatina we ya Tirkiyeyê bikin?
Em hatin û hêviyên me hebûn. Lê me dît ku feraseta dewletê ya sed salî ne guheriyê. Her çiqas li hember gelê kurd zimanê xwe nerm kiribûn jî lê dîsa polîtîkaya pişaftinê bênavber didomiya.
Li ser banga Ocalan li Qendîl, Mexmûr û Ewropayê komên aştiyê hatin avakirin. Ji ber şerek dirêj ê zû ve diqewime xwîn dirijiya. Tu şer bêencam nîne. Ji bo em piştgiriyê bidin pêvajoyê hatin Tirkiyeyê. Em beşdarî vê bangê bûn û me xwest bibin perçeyek vê pêvajoyê. Me pêşniyarên xwe kir û em komek ji 34 kesan pêk dihatin di Deriyê Xabûrê de derbasî Tirkiyeyê bûn. Em hatin û hêviyên me hebûn. Lê me dît ku feraseta dewletê ya sed salî ne guheriyê. Her çiqas li hember gelê kurd zimanê xwe nerm kiribûn jî lê dîsa polîtîkaya pişaftinê bênavber didomiya. Dema em hatin Tirkiyeyê me dizanibû ji sedî 99em ê bên girtin. Roja ewil me vê yekê dît. Tevlî kincên me jî bûbûn. Bi Ocalan re hevdîtin hebû û ji ber vê yekê li Deriyê Xabûrê hinek nerm tevgeriyan. CHP’ê û MHP’ê li dijî hatina me bû AKP ne samîmî bû li gorî rewşê hêdî hêdî xwe guhert. Pişt re hewaya pêşwazîkirina Xabûrê jî guherî. Pîrozbahiya bi coş kirin bahane.
Hûn bi hêviyek çawa hatin Tirkiyeyê?
Tenê em li ser banga Ocalan hatin û hêvî û bendewariyek me ji dewletê tune bû. Me feraset û dîroka dewletê baş dizanibû. Wê demê Ocalan di banga xwe de ji em re gotibû “Ez dikarim dewletê çawa arasteyî aştiyê bikim. Em ê vê pêvajoya pevçûnê çawa vegerînin aştiyê.” Hatina me li ser vê yekê pêk hat. Em li ser vê armancê hatin lê bêsamîmiyeta dewletê pêvajo hat xitimandin.
Piştî hûn hatin Tirkiyeyê nêzîkatiya hikumetê li hember we çawa bû?
Wezîrê Karê Hundir ê wê deme Beşîr Atalay gotibû “Ev radest bûn.” Serokomarê wê deme Abdullah Gul jî got “Bila efendî efendî li mala xwe rûnên.” Ocalan ji bo vekirina riya müzakere û diyalogê bangî me kiribû. Hatina me ji bo avakirina bingeha aştiyê bû. Bêguman “Em hatin wê aştî pêk were” rewşek wisa ne mijara gotinêbû û jixwe bendewariyê me jî tunebûn. Armanca birêz Ocalan ew bû ku ji pêvajoyek aştî ku herkes qebûl bide destpêkirin. Beriya em bên gotinên “Wê kes neyê Xabûrê û pêşwazîkirin pêk nayê” destpê kiribûn. Dewlet çawa dixwaze dê wisa bibe. Armanca wan ew bû me wek amûrek bikar bîne. Armanca wan sereke jî ew bû ku gotina “PKK xelas bû û tune dibe” li her deverê belav bikin. Li gel gef û hemû gotinên wan ji Xabûrê heta Amed û Serhedê bi sedhezaran mirov me pêşwazî kirin.
Baş e, piştî vê pêşwazîkirina bi coş çi qewimîn?
Ev pêşwazîkirin li zora Tirkiyeyê çû. Destpêkê de kincên me kirin pirsgirêk û tengezarî jê re derxistin. Li her devera em çûnê doz li me vekirin. Tenê 13 dozên cuda li min vekirin. Ev yek jî bêsamîmiyeta Tirkiyeyê da nîşandan. Ji ber ne samîmî bûn pêvajo qediya û AKP piştî wê pêvajoyê bi temamî guherî. Dema nevenda ferasete desthilatdarî be pêvajo wisa dibe. Armanca AKP’ê tenê ew bû ku li ser desthilatdariyê bimîne. Di rojên derbasbûy de Osman Baydemîr li Meclîsê ji ber got “Kurdistan” ji Meclîsê hat derxistin. Meclîs êdî wateya xwe winda kiriye. Divê têkoşîn bi rêbazên demokratîk li kolanan dewam bike. Ji bilî vê yekê tu rê nemaye. Berê wan digot “Kurdistan” lê niha yên wisa dibêjin ceza dibirin. Xwe pir bi hêz dibîne li wisa nîne. Dema vê desthilatdariyê kêm bûye. Di vî warî de hêviya me heye.
Ji ber çalakiyên hûn beşdarbûn doz li we hatin vekirin û hûn hatin girtin. Pêvajoyên dadgehê çawan derbas bûn, gelo hûn dikarin binirxînin?
Ji ber ku em li ser bangawaziya Ocalan hatin, me nexwest em banga wî vala derbixin û beşdarî dadgehan bûn. Dinava vê pêvajoyê de ji endamtiya rêxitinê ceza dan 10 kesan. Me dît ku dewlet ne jidile û ji pêvajoyê re ne amade ye.
Îdîayên derbarê em de, vuguherandin dozan. Ji ber banga Ocalan em hatin û ji em wê bangê vala dernexin derketin dadagehan. Di wê pêvajoyê de ji endamtiya rêxistinê ceza dan 10 kesan. Me dît ku dewlet ne jidile û ji pêvajoyê re ne amade ye. Em bûn şahid ku dewlet ji bo desthilatdariya xwe di vê pêvajoyê de xurt bike, tişt wiha kir. Di salên 1993’yan de Birêz Ocalan ji bo aştî û çareseriyê gelek hewldan da. Agirbest îlan kirin. Lê dewlet û hikûmetê ji bo çareseriyê derfetên avakirin, ji bo teslîm girtinê bûn. Ne jidil bûn û dirû tevgeriyan. Armanc dikirin ku tevgera gelê kurd tasfiye bikin. Ji ber vê yekê tu carî aştiyeke meyîn de nehat avakirin. Tevgera kurd, ne ew tevgere ku wisan zû tasfiye bibe. Ji ber vê yekê em girtin. Piştî hatina me, girtina me jî ji bo dewletê pir rehet bû.
Di salên dawî de bêmafiyên li girtîgehan tên jiyîn, ji rojevê qet dernakevin. Hûn ji girtîgehê nû derketin, gelo hûn dikarin tabloya wir hinekê binîn ser ziman?
Hevalê me endamê Koma Aştiyê Lutfu Taş di 2014’an de li girtîgehê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Vê rewşê em pir xemgîn kirin. Reşa li girtîgehan her roj tê guhertin. Pêvajoya çareseriyê û dîyalogê çêbû, şande çûn Îmraliyê û hatin. Wê demê êrîşên li girtîgahan evqas ne zêdebûn. Di sala 2016’an de li girtîgehan her tişt guherî. Êrîşên derve yên li ser gelê kurd her ku zêdebûn, li girtîgehan jî zêdetir bû. Berê qadên meyên navendî hebûn û em bi hevre spor dikir. Lîstika kişikê û bîlgiseyar hebûn. Dinava girtiyan de dan û standina ramanê hebû. Berê mehê carekê hevdîtin dihat kirin. Lê niha di du mehan carekê de hevdîtin tê kirin.
Midûrê girtigehê digot “Li pişt min Reîs heye, ez dozger û dadger nasnakim.” Girtî li dijî van êrîşan li ber xwe didin. Niha kincên yek rengî ferzî girtiyan dikin. Dê girtî heya dawiyê li dijî vê pêkanînê jî li ber xwe bidin û van kincan dê qebûl nekin. Divê em jî girtiyan bi tenê nehêlin. Gelek tiştên li Tirkiyeyê tên jiyîn bi derfetên Îmraliyê ve girêdayîne û mirov nikare ji wê cuda bigire dest. Li wir tecrîteke girankirî heye û êrîşên liser girtîgehên din jî bi vê re zêde dibin. Niha hemû girtîgeh veguherandine Îmraliyê.
Ji salên 1991’an ve û heya sala 2009’an hûn li Mexmûrê dijiyan. Berî demekê êrîş li wir pêk hat. Hûn vê êrîşê çawan dinirxînin?
Ez vê êrîşa rezîlane şermezar dikim. Ji xwe gel ji ber êrîşên dewletê koçî wir kirin. Li pişt vê êrîşê hinek hêz hene. Di vê êrîşê de xwestin vîna gel bişkînin. Li ku derê kurdeke bi rûmet hebe, êrîşî wir dikin.
Gelê Mexmûrê êşên mezin kêşandin. Gelê me tim xwedî ziman û nasnameya xwe derketin û dê xwedî jî lêderbikeve. Gelê Mexmûrê xwedî paradîkmaya Birêz Ocalan derdikeve. Ger îro ev paradîkma li Rojava tê jiyîn, bingaha xwe ji Mexmûrê girtiye. Ev êrîş li dijî paradîkmaya Ocalane.
Ji bo pêşeroja gelan hûn çi hêvî dikin?
Çi dibe bila bibe baweriya me heye. Hêviya me ji her demê zêdetire. Ji ber vê yekê baweriya me pir xurte. Li Rojhilata Navîn her roja derbas dibe, kurd destkeftiyên mezintir bidest dixwin. Li dijî dewlet û êrîşan berxwedan di destê gelan de ma ye. Aştiyeke bi faşîzmê re ne pêkane. Em tenê dikarin li dijî faşîzmê têbikoşin.
MA / Mujdat Can - Mahmut Ruvanas