ŞENGAL – Êzîdiyên ku rasti fermana 73'an hatin diyar kirin ku hişmendiya fermanê bingeha xwe ji rejîma Baasê ya sala 1975’an digire. Êzîdîyan anîn ziman ku Êzîdî di sala 1975'an de ji Çiyayê Şengalê koçerî micemaayên beriyê hatin kirin û wiha gotin: "Êzîdîyên li beriyê bi cih bûn li hemberî êrîşên DAIŞ'ê windahiyên gelek mezin dan Fermana 73’an bingeha xwe ji Rejima Baasê digire.
Di sala 1975'an de di nava dewleta Îran û Iraqê de peymana Cezayir hat îmzekirin. Li gel vê îmzeyê şerê di nava Îran û Iraqê de nehat rawestandin. Serhildana Kurdan a di pêşengiya Molla Mustafa Barzanî de pêk hat, piştî DYA'yê destê xwe ji pişt serhildanê kişand rastî şikandinek mezin hatin. Dewleta Iraqê ya di dîktatoriya Saddam Huseyin de bi îdîaya Êzidiyan piştgirî daye tevgera kurdan êrîşî çiyayê Şengalê kirin. Rejîma Baas Êzîdiyên Çiyayê Şengalê ji wir koç kirin û berê wan dan beriyê.
LI MİCEMAAYAN BI CIH KIRIN
Êzidîler, ku li Çiyayê Şengalê dijiyan, piştî zextan koçî bakur û başûrê Çiyayê Şengalê kirin. Di encama polîtîkayên rejîmê de li herêma mîcemayên Xanesor, Sînûnê, Borik, Dihola, Digurê, Zorava bi cih bûn. Li vir mîcemayên Til Êzir, Til Benat, Til Qesap, Sîba Şêx Xidir û Girzêrik ava kirin.
Di sala 1975'an de piştî êzîdiyan ji Çiyayê Şengalê koç kirin, êzîdîyên ji gundên Şêrka, Hecî Ûso, Kîno, Kuşna, Kersê, Helîqê, Cefriyê, Kerkê koç kirin Mîcemaya Xanesor ava kirin. Êzîdîyên ji gundên Kolka, Sîmê Hêstir, Genê, Usîfa, Eldîna, Milêk, Dêraf û Barava koç kirin jî Mîcemaya Borik ava kirin. Êzîdîyên ji gundê Baxelêf, Bekira, Ûsif, Berana, Zêrwa koç kirin jî Mîzemaya Zorava ava kirin. Gundiyên ji Mîcemaya Zorava koç kirin jî li Gundê Herdanê bi cih bûn. Gundiyên Barê, Adîka, Emera, Behrava, Ûsiva jî hinek ji wan li herêma Digurê bi cih bûn. Gundiyên herêma Adîka, Ûsiva, Emera, Pîr Mecdîn jî li Mîcemaya Duhola bi cih bûn. Gundiyên Bekira, Ûsiva, Pîr Mecdîn, Emera jî li micema Gohbelê bi cih bûn.
Mîcemalên Başûrê Çiyayên Şengale jî wiha hatin avakirin. Gundiyên gundê Kiçûka, Qerranî, Diloxan, Til Etat li mîcemala Til Benatê bi cih bûn. Gundiyên gundê Kora Evdo, Xana Şehwanî, Kerranî, Acmê, Baxelêf li mîcemala Til Qesap; Gundiyên gundê Wardiya, Cidalê, Heyalê, Kersê, Êzir, Xerbatê Qawala li mîcemala Til Êzir; gundiyên gundê Sikêniyê û Heyalê li mecemala Sîba Şêx Xidir bi cih bûn. Gun gundiyên gnudan jî li 2-3 micemayan belav bûn.
BI AVAKIRINA MÎCEMYAN BÊTIR ÊZÎDÎ NÊZÎ GUNDÊN EREBAN KIRIN
Mîcemayên li bakur û başûrê Çiyayê Şengalê hatin avakirin, di milê leşkerî de bêtir bi hêsan tên kontrolkirin. Bi polîtîkaya ku hêsantir kontrol bikin êzîdî ji Şangalê daxistin û li beriyê bi cih kirin. Gundiyên Êzidî bi vê yekê bêtir nêzi gundên ereban kirin. Li gorî vê politîkayê xwestin ku mîcemayên li Bakurê Çiyayê Şengalê yên yên Xanesor, Sînûnê, Digurê, Dihola, Gohbel û Zorava nêzî gundên ereban ên Ummul Xubarî, Naîm, Ramo, Bizona, Şehlan, Esriya, Mişefra, Bîr Qasim, Hesawik, Bircêrî bikin. Dîsa xwestin mîcemayên Til Benat, Til Qesap, Til Êzir, Sîba Şex Xidir ên Başûrê Çiyayê Şengalê xwestin nêzî gundên ereban ên Medîban, Macrês, Baac, Bilêc, Xilo, Xenisî, Kunrovî, Qapûsî bikin.
Piştî vê polîtikaya ku çiya vala kirin û êzîdî li beriya şengalê bi cih kirin 39 sal şûnde li dijî êzîdîyan Fermana 73’an pêk hat. Hêzên DAIŞ'ê li dijî êzîdîyan ferman pêk anî. Bi taybetî li gundê Koço yê Hezar û 700 nifîsaı wî hebû piranî jin hezar û 250 gundî qetil kirin. Yên sax man jî hêj bi sedan kes aqûbeta wan nayê zanîn. Bi piraniya cîranên vî gundê Êzîdî ereb in. Endamên Eşîrên ereban ên Mitewta û Xatûnîlerin in û bi DAIŞ'ê re hevkarî kirin.
WARÊ WAN Ê BERÊ JI WAN RE BÛ STARGEH
Di 3'ê Tebaxa 2014'an de DAIŞ’ê li dijî êzîdîyan ferman pêk anî. Hat zanîn ku fermana 73'an a li dijî êzîdîyan pêk hat bingeh û feraseta xwe ji polîtîka û planên Rejîma Baas a 1975'an girtiye. Wargehên êzidîyan ên berê, piştî fermanê ji wan re bûn stargeh. Gundê Zêrwa yê ku Qubeya Pîra Ewra lê heye, Gundê Ûsiva, Dêrav û Bekira yên Qubeya Şerfeddîn lê heye, gundên Kersê yê Qubeya Şebil Qasim lê heye, Gundê Cefriyê yê Qubeya Pîra Fatê lê heye, ji bo êzîdîyan bûn war û stargeh. Êzidîyê ber bi Çiyayê Şengalê ve ketin rê, li gundên Qizilkent, Zomanî, Xirabsorik, Gundê Çêlî bi rojan li dijî DAIŞ'ê di ber xwe dan. Qubeya Çilmêra ji bo êzidîyan bû qada berxwedane. Êzîdîyên xwe gihandin gundên Kersê, Kolka, Sîmê Hestir û Mili, li kampa Serdeştê bi cih bûn. Êzîdîyên niha li vir dijîn di nava ewlehiyê de dijîn.
Rojnamegerê êzîdî Argeş Şengalî, bal kişand ser polîtîkayên salên 1975'an û niha û wiha got: "Di sala 1975'an de Rejîma Baas a Sunnî xwestin Êzidîyan di nava ereban de bifetisînin. Êzidî rastî gelek êrişan hatin. Xwestin êzîdîyan ji Çiyayê şengalê dûr bixin. Herî dawî gundî koçberi micemayan kirin. Ji bo Êzidîyan xanî ava kirin. Bi komî xanî dan êzîdîyan. Bi zorê malbat di micemayan de bi cih kirin. Bi zorê û helîkopteran ew koçber kirin. Yên li dijî vê yekê derketin jî xaniyên wan hatin xerakirin."
‘HIŞMENDIYA 73’AN KOKA XWE JI 1975'AN DAGIRE'
Micewêrî yê Qubeya Çilmêra Qasim Osman Xelef Mirad jî anî ziman ku Fermana 73'an a sala 2014'an kok û hişmendiya xwe ji polîtîkayên salên 1975'an digire û wiha got: "Êzidî ji çiya dûr xistin û xwestin bi hêsanî wan bê parastin bihêlin. Di 3'ê tebaxa 2014'an de DAIŞ'ê bi hêsanî êrîş kir û komkujî pêk ankî. Bi deh hezaran mirovên me hatin qetilkirin. Bi deh hezaran mirovên me metin destê DAIŞ'ê. Bingeha fermana 73’an ji sala 1975'an de hat avêtin."
Rojnamegerê Êzîdî Îbrahim Êzidî jî anî ziman ku polîtîkayên koçberiyê yên sala 1975'an ji ber dijminantiya li dijî gelê êzîdî pêş ket û wiha got: “Gelê Êzîdî li çiya li dijî fermanan di ber xwe dan. Parastinaxwe kirin û destûr nedan bên tunekirin. Dewleta Iraqê tu cari gelê êzîdi nas nekir û nasnameya wan qebûl nerir. Beriya 1975'an û piştî re jî cihê ku êzîdî lê bi cih bûn bê tabû bûn û ne fermî bûn. Milkên êzîdîyan ên ferîm tune bûn."
MA / Selami Aslan