ÊLIH – Hat zanîn ku rewşa Umut ê 4 salî ku li Hezexê polîsan bi wesayita sivîl ew birîndar kir, ber bi başiyê ve diçe.
Li taxa Aşagi ya Hezexê ya Şirnexê duh nîvro polîsan bi wesaya sivîl li zarokê 4 salî Umut O. qeliband û ew bi giranî birîndar kir. Umut ji Hezexê sewqî nexweşxaneyek taybet a Êlihê hat kirin û li vir tê dermankirin. Hat zanîn ku rewşa Umut ber bi başbûnê ve diçe.
Malbatê Umut der barê wî de agahî da û destnîşan kir ku Umut ji serê xwe bi giran birîndar bûye û hej razandî ye, lê rewşa wî ber bi başbûnê ve diçe.
Hat zanîn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.