MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven, ji ber ku wêneyê Hevserokê Gişti yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di dema parastina li ser SEGBÎS'ê kişand û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, 3 meha ceza lê birîn.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, di 25'ê Mijdara 2016'an de, bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî doza li Mêrdînê bû. Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven wêneyê Demîrtaş kişandibû û li ser medyaya civakî parve kiribû. Ji ber vê ceza li Guven birîn. Serdozgerê Komrê yê Mêrdînê, der barê Guven de lêpirsîn da destpekirin û bi hinceta "Agahiyên veşarî îhlal kiriye, deng û dîmen girtiye qeydê" bi vê rêyê sûc kiriye û ji salekî heta 3 salan cezayê girtîgehê xwest.
DOZGER CEZA PAŞVE XIST
Doza li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin, Guven tev li nebû û ji ber wê der barê Guven de biryara girtinê derxistin û di 16'ê Mijdarê de li Amedê hat binçavkirin. Piştî îfadeyê Guven serbest hat berdan. Dadgehê bi lez û bez darizandin qedand, beyî ku li benda beyanên esas ên parêzerên Guven bimînin, di 22'yê Mijdarê de biryar hat dayîn. Dozger îdia kir ku sûcê "Qeydkirina deng û dîmen" ê avêtine ser Guven rast e, ji ber wê 3 meh ceza li Guven birî û ceza hat paşve xistin.
Parêzera Guven Reyhan Yalçindag diyar kir ku cezayê ku hatiye birîn li dijî qanûnê ye û ew ê serî li Îstînafa Edliyeya Herêmê ya Dîlokê bidin. Heke hukmê ku dadgeha herêmî daye neyê rawestandin dê Guven bikeve girtîgehê.