MEREŞ – Alî Ardiç ê ji Komkujiya Mereşê bi birîndarî rizgar bû, diyar kir ku zarok û pitin di komkujiyê de qetil bûne û wiha got: "Serokwezîrê wê demê û hikumeta CHP'ê li dijî komkujiyê bêdeng ma."
Welatiyê bi navê Alî Ardiç destnîşan kir ku di 19'ê Kanûna 1978'an de dema Komkujiya Mereşê pêk hatiye, ew 26 salî bûye û bixwe jî bi çekê birîndar bûye. Ardiç aşkera kir ku di sala 1977'an de li Mereşê di hilbijartinên giştî de 5 wekîlên çepgir hilbijartine û hin kes ji vê yekê aciz bûne û wiha axivî: "Bi komkujiyê re pêşî li hêza çepgir a li Mereşê girtin."
‘LI BENDÊ BÛN ÇEPGIR LI HÊLEKÎ KOM BIBIN’
Ardiç destnîşan kir ku li taxa Yurukselîm kalekî elewiyan hatiye kuştin û li ser vê bûyer dest pê kirine, li ser kuştina kalê elewî re ciwanên çepgir xwe bi rêxistin kirine, piştre li Mereşê bi pevçûnên piçûk pêvajoyek 7 mehan dest pê kiriye. Ardiç pêvajoya bi pêş ket wiha şîrove kir: "Pişti kuştina du mamosteyên welatparêz pêvajo bi dawî bû, lê ya rast dest pê kir. Em wê demê li navçeya Turkogluyê rûdiniştin. Rêxistinên çepgir bang li xwendekaran dikirin ku tev li merasîma cenazeyê mamosteyan bibin. Êm jî ji bo tev li merasîmê bibin hatin. Lê demek dirêj cenaze rawestandin. Wekî ku dixwestin çepgiran hemû li cihekî kom bikin. Meşê dest pê kir û dema xwe da ber şaredariyê rawestandin. Li nêzî Mizgefta Uluyê girseyê bi kevir û daran êrîşê merasîma cenaze kir. Cenazeyê her du mamosteyan ket erdê. Cenaze li erdê man maşîneyên leşkerî hatin cenaze rakirin. Piştî êrîşê girseya ku cenaze dibir paşve vekişiya."
‘NE ÊRÎŞ KOMKUJÎ BÛ’
Ardiç anî ziman ku piştre xwestine vegirin navçeya Turkogluyê, lê bihîstine ku kesên diçin wan dikujin, li ser vê biryara çûyînê radiwestînin, wê rojê neçarî li bajêr dimînin. Ardiç diyar kir ku roja din bi dirûşmên "Komînîst bila biçin Moskowê", "Elewî bê ol in" êrîşê taxê kirine û wiha pê de çû: "Wan bi çekan êrîş dikir, me xwe bi keviran diparast. Kesekî bi çekê êrîşê min kir. Gelek guleyên saçmeyê li min ket. Min dîsa bi keviran xwest pêşketina wan rawestînim. Heke nêzî me bûbûna dê em hemû bikuştana. 3 rojan li taxên elewiyan kumkujî pêk anîn. Ez nabêjim êrî, ji ber ku komkujî bû."
'CHP'Ê TU TEVDÎR NEGIRTIN’
Ardiç derbirî ku wan Serokwezîr û Serokê CHP'ê yê wê demê Bulent Ecavît û wezîrê karê hundur geriya ne wiha axivî: "Bulent Ecavîn gotibû ke me tevdîr girtine, lê tu tevdîr negiritn. Bi ser taxa Yurukselîmê de giritn û bi çekan welatî gulebaran kirin. Bi rastî tevdîr bihatana girtin dê tiştekî wiha biqewimiya? Tu tevdîr negirtin, beyî ku êrîş rawestin mezin bûn. Hikumeta CHP'ê ji bûyerên Mereşê re bêdeng ma."
‘KESÊN WEKÎ WAN NEFIKIRÎN JÎ KUŞTIN’
Ardiç herî dawî aşkera kir ku ne tenê elewî, suniyên wekî wan nedifikirîn jî kuştine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Zarok û pitik qetil kirin. Dê çi gunehê zarok û pitikan hebe. Ev di şerê bivir û sungiyan de jî nehatiye dîtin, lê li Mereşê ev hovîtî derket pêş."