‘Di serdemên bi vî rengî de rêzefîlm ji bo tevizandina civakê tên bikaranîn'

  • jin
  • 09:11 19 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL - Endama jûriyê ya Dîzî Bamyalarê Yasemîn Oz balê kişand ser rêzefîlmên li Tirkiyeyê tên weşandin û wiha got: "Di demeke wek serdema Rewşa Awarte de ku tiştên polîtîk nayên nîqaşkirin û sansur û tirs zêde dibe de, hem ji bo çêker pereyan qezenc bikin hem jî wek riya tevizandina civakê rêzefîlm tên bikaranîn." 

Endama Jûriyê ya Dizi Bamyalari Yasemin Oz ku got "Min xwedîtiye nedîtiye sektora çapemenî û televîzyonê ya tirkî di fîlm, rêzefîlm, bernameyên televîzyonê û heta di nûçeyan de bi perspektîfeke zayendîparêz, mîlîtarîst, nîjadperest, kapîtalîst tê amadekirin" anî ziman ku divê civak îtirazî van rêzefîlman bike. 
 
Komeleya Têkoşîna Li Hemberî Şideta Zayendî, Fîlmmor, Weqafa Piştevaniyê ya Jinê, Kaos GL jî di nav de rojnameger û sînemagerên feminîst ji bo zimanê zayendîparêz, mîlîtarîst û biçûkxistinê yên di rêzefîlmên li Tirkiyeyê tên weşandin de teşhîr bikin, xelata Dîzî Bamyalariyê daxuyandin. Bi taybetî hat destnîşankirin ku divê li hemberî rêzefîlmên wek "Diriliş Ertuğrul, Fazilet Hanım ve Kızları, Söz, Savaşçı, Aşk ve Mavi, İstanbullu Gelin" bertek bên nîşandan. 
 
Endama Juriyê ya Dîzî Bamyalariyê Yasemin Oz anî ziman ku ji bo peyamên di van rêzefîlman de veguherin divê li hemberî wan têkoşînek hebe. Oz dest nîşan kir ku fîlm, rêzefîlm, bername û nûçeyên sektora televîzyon û çapemeniya tirk bi perspektîfeke zayendîparêz, mîlîtarîst, nîjadperest û kapîtalîst tên amadekirin û ji berê ve jin li hemberî vê yekê têdikoşin. Oz diyar kir ku di qenalên tirkî de berê ewqas rêzefîlm tune bûn. Oz got ku sektora rêzefîlmê ji bo afirandina bîrbiriya civakî hatiye çêkirin. 
 
JI BO TEVIZANDINA CIVAKÊ...
 
Oz got ku rojnamegerî hinekî birîsk e, lê belê kişandina rêzefîlman, çêkirina bernameyên jinan û sporê ne birîsk in û ev tişt gotin: "Di demeke wek serdema Rewşa Awarte de ku tiştên polîtîk nayên nîqaşkirin û sansur û tirs zêde dibe de, hem ji bo çêker pereyan qezenc bikin hem jî wek riya tevizandina civakê rêzefîlm tên bikaranîn. Ji ber vê ev çend sale di sektora rêzefîlman de mubalexeyeke zêde heye. Mesela heta çend sal berê jî evqas rêzefîlm tune bûn. Me evqas rêzefîlm temaşe nedikirin. Jiyana me bi rêzefîlman derbas nedibû." 
 
Oz got ku wê hin beşên rêzefîlman temaşe kiriye, lê belê wê tehamul nekiriye û dev ji temaşekirina wan berdaye. Oz destnîşan kir ku di rêzefîlman de lêpirsîn tune ye. Oz anî ziman ku di rêzefîlman de geh mêr geh jî jin tê mexdûrkirin û ev tişt gotin: "Divê êdî jin vî tiştî qebûl nekin. Bi rastî jî divê civak lêpirsînekê bike ka di vê pergalê de çi şaş e yan jî çi ne şaş e. Divê mirov li kiryarê rasteqîn binere. Bi afirandina kiryarên sexte, mexdûrên sexte wê ev pirsgirêk çareser nebe. Li Tirkiyeyê li hemberî jinê bi awayekî zêde şidet heye. Di van rêzefîlmên tên nîşandan de mêr jinan dikujin. Çimkî rewa dikin." Oz dest nîşan kir ku divê ev rewa bûn bê rakirin û di feraseta civakiyî de veguherînek çê bibe. 
 
‘DIVÊ EM ÎTIRAZ BIKIN' 
 
Oz ji rêzefîlmekî din mînak da û anî ziman ku di vî rêzefîlmî de jî jin evîndarî kiryarê şidetê lê dike dibe û wiha domand: "Van tiştan empozeyî civakê dikin. Li vir bi awayekî cidî berpirsiyariyek qenalan û çêkeran heye. Heke tiştekî apolîtîk bikişînin jî divê tiştekî ewqas wehîm nekişînin. Rastiya kîjan jiyanê ye ku em îdraq nakin. Tim taxên mafyayî, ev teqabulî rastiya çend taxan dike? Ji bo çi ji rastiya jiyanê çîrokên cuda nayên kişandin, lê çîrokên bi vî rengî tên tercîhkirin? Ji ber em van rêzefîlman biqusûr dibînin em îtiraz dikin." 
 
Oz dest nîşan kir ku divê civak îtiraza rêzefîlmên zayendîparêz, mîlîtarîst bike.
 
MA / Sadiye Eser 
 

Sernavên din

20/12/2017
15:08 Afîşên ku wêneyê Demîrtaş li ser bû kom kirin
15:07 Bersûcê kuştina Şûle Îdil: Li ser kaxizê heye pratîk tune
15:01 Jinên KESK’î: Butçeya 2018’an dijminê jina ye
14:58 Kaygusuz û Aktaş tehliye bûn
14:40 Guven: Em ê civaka azad ava bikin
14:19 'Êrîşî hemû qezencên jinan kirin'
14:15 'Leşker û polîsan çend kes kuştin û birîndar kirin?
13:52 KNK di 26-27 çile de Şêwra Neteweyî pêk tîne
13:34 Dadgehê afîşên 'perwerdeya zimanê dayikê' mafdar dît
13:10 Dozger di doza TIR’ên MÎT’ê 15 sal ceza xwest
12:57 2 sal şûnde doz vekirin
12:31 'Rastiya komkujiya Mereşê qebûl bikin’
12:28 9 kes li Gimgimê binçav kirin
12:10 Nêçirvan Barzani, YNK û PDK'ê daxuyanî dan
11:24 Leşkeran xwestin êrîşî parêzeran bikin
10:38 Doza Medenî Yildirim sibê ji nûve tê dîtin
10:26 Carlos Latuff: Min li Tirkiye xêz kiribûya ezê bihatima girtin
10:14 Gungor: Em ê peywira hekîman bi bîra wan bînin
09:32 205 roj in li ber xwe dide
09:31 'Komkujiya Mereşê bi profesyonelî amade kirin'
09:30 'AKP kadroyên xwe bi cih dike'
09:28 Ji kar hat avêtin lê dîsan dest ji direksiyonê berneda
09:27 20 sal in kincên herêmî didirû
09:27 Bilbilê zimanekî qedexekirî: Dengbêj Reso
09:26 Îdiaya 'Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Peyasê hatin lêkolînkirin'
09:25 'Malbat rastî tundiya gardiyan û leşkeran tên'
09:25 Destê girtî şikandin
09:22 Sansureke ku heta niha nehatiye dîtin: Name hat meqeskirin, tenê sê hevok man
09:21 Parêzer biryara negirtina polîsê kujerê Kurkut îtîraz kir
09:21 Hejmara duyem a fanzîna xwendekaran a bi navê 'Hawar'ê derket
09:20 Efserê ji Artêşa Azad reviya û tev li QSD'ê bû agahiyên girîng dan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2017'AN
19/12/2017
22:51 Agahî ji Hevserokê Tevgera Azadiyê yê Silêmaniyê nayên wergirtin
21:09 Weşana NRT'ê hat rawestandin, xebatkarên wê hatin binçavkirin
19:50 Li Başurê Kurdistanê çalakiyên prostestokirinê: 6 kes hatin kuştin
16:36 Navenda YNK’ê ya Ranye şewitandin: 6 kes birîndar bûn
16:24 Bi dehan rêveberên HDP-DBP'ê hatin binçavkirin
15:18 Serlêdana perêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
15:09 Hawirparêz: Şaredariyên Mêrsînê qadên şîn tune dikin
15:00 ‘Bê ceza mayîn îşkenceyê zêdetir dike’
14:50 Parastina kurdî weke belavkirina ramanê ya rêxistinê dît
14:31 406 roj in li Kolana Yuklesê ne, îro jî 6 kes binçav kirin
14:25 Gelê Başûr 2 rojin li qadan in
14:14 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
14:13 RSF: Tirkiye di aliyê rojnamegerên girtî de 5'emîn e
14:05 Baroya Rihayê: Dewlet ji mirina Murat Araç berpirsyar e
13:39 Endamê Koma Aştiyê Turgut: Dixwazin hemû girtîgehan veguherînin Îmraliyê
13:30 Garît: Ez di lêgerîna heqîqetê de me
13:20 ‘Fermana 73’an xwe ji hişmendiya Rejima Baas a 1975’an digire'
12:40 Berî 17 salan bi îşkence seqet hiştin, niha bê nan dihêlin
12:34 Rewşa Umutê biçûk ber bi başbûnê ve diçe
12:26 Beriya bê kuştin alîkarî xwest lê...
11:54 3 meh ceza dan hevseroka KCD'ê
11:38 Şêniyên Taxa Rezan li ser agir e: Hêviya me ji polîsan tune
11:37 'Hikumeta CHP'ê ji Komkujiya Mereşê re bêdeng ma’
11:05 Der barê rojnameger Guldem û Atlan de dest lêpirsine kirin
10:58 Hemû dewlemendiya Dêrsimê talan dikin
10:32 Polîs polîs kuşt
10:16 Qayûm tabelaya Navenda Çanda Elî Temel rakir
09:54 LaWjeyê Rûbaro ji nû ve vegot
09:52 Qeyûmê hemû berhemên wî rakirin
09:45 'Girîngiyê nadin senetkaran'
09:12 ‘'Em ê tevî civakê sûcên bi sansurê ser wan tê nixumandin bipirsin'
09:11 ‘Di serdemên bi vî rengî de rêzefîlm ji bo tevizandina civakê tên bikaranîn'
09:11 Ji ber ji bo komkujiya Mereşê 'qetlîam' hat gotin hat îadekirin
09:10 HDP'ê bernameya xwe ya konferansan a serdema nû aşkere kir
09:10 Hevberdevkên OHP'ê: Mekanîzmayên girtina otomatîk hene
09:10 Komkujiya Mereşê vegotin: Tangan temaşe kir, hesab ji mexdûran hat pirsîn
09:09 Pirtûka Hecî Nehsan ‘ciweyna’ derket: Gelo hibr westiya ye?
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2017'AN
18/12/2017
17:20 Li Silêmaniyê 8 kes birîndar bûn
16:33 Gelê Başûrê Kurdistanê li ser piyan e: Hikûmet îstifa bike
16:20 Zarokê polîsan bi giranî birîndar kir hêj nehatiye ser hişê xwe
16:13 Polîsan bi ser Buroya Hiqûqê ya Gelan de girt
16:08 Peyama wekîla Êzîdî ya bi kurdî kirin 'x'
15:46 ‘Kurdistan erdnîgariya gelê min lê dijiye’
15:45 Baroya Edeneyê: Dewlet berpirsiyarê kuştina Murat Araç e
15:44 Divê dewlet bi komkujiya Mereşê re hevrû bibe
15:17 Yildirim: Ji fikrên Birêz Ocalan ditirsin û tecrîdê kûr dikin
15:03 Ji bo 10 karkeran 10 pêşniyarname
14:43 Di roja 405'an de 3 kes hatin binçavkirin
14:43 Gelê Cerablûs û Babê li dijî êrîşên Tirkiye daketin kolanan
14:14 HDK: Pêdivî bi destpêkek nû û bi xurt heye
14:12 Wergêra ETHA Tolu û 5 kesên din hat berdan
13:36 2 jin bi destê mêr hatin kuştin
13:30 Eren Keskin: Kuştina Murat Araç ne bûyerek ji rêze ye
13:16 Gelê Herêma Federal a Kurdisanê îstîfaya hikûmetê xwest
13:06 Dozger xwest rojnameger Tolu bê berdan
12:45 Polîsan li Hezexê zarokê 4 salî birîndar kir
12:16 Bekîr Agirdir: Divê utopyayek nû û siyaseta vê bê hûnandin
11:38 12 hezar ton jahr li Tirkiye belav bû
11:02 Jin beriya roj hilê dest bi kar dikin
10:48 Hestiyên Xiristiyanan li holê hiştin!
10:43 Wezareta Dadê 50 hezar girtiyan bi koletî dixebitîne
10:34 Nivîskar Temel: Her tişt di nava salên 1918 - 1923'yan de pêk hat
09:41 Ji ber peyvên 'Ciwan', 'Êrîş' û 'Gel' 15 salan ceza dixwazin
09:40 Wezîrê Karê Derve yê berê Yakiş: Operasyona li dijî Efrînê dê zirarek mezin bide
09:39 Malên Rus ên dîrokî tune dibin!
09:38 'Pêngava Amerîka û Îsraîl meşrû kirin'
09:37 Şahid: Zaroka zikê wê bi dara Çamê ve kutan