ENQERE- Serokatiya Meclîsê, pêşniyaznameya der barê lêkolînkirina komkujiya Mereşê ku hatibû berpêşkirin, bi hinceta peyva "qetlîamê" îade kir.
Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl der barê lêkolînkirina komkujiya Mereşê ya di 19'ê Kanûna 1978'an de pêk hatibû û zêdeyî sed kes hatibûn kuştin û bi sedan mal û kargeh hatibûn şewitandin de pêşniyaznameyek berpêşî Serokatiya Meclîsê kiribû. Lê belê bi hinceta di pêşniyaznameyê de peyva "qetlîamê" heye pêşniyazname hat îadekirin.
Pêşniyazname ji aliyê Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman ve hat îadekirin. Ji bo îadekirinê wiha hat gotin: "Di hevoka ewil û ya duyemîn a beşa pêşkeşiyê, di beşa hincetê di hevoka duyemîn a paragrafa ewil, hevoka ewil a paragrafa duyemîn, hevoka çarem a paragrafa çaremîn de li gor madeya 67'emîn a Tuzuka Hundurîn a Meclîsê pêşniyaznameya we hatiye îadekirin."
Hevokên ku Kahraman wan wek sedema îadekirinê nîşan dan ev in: "Elewiyên ku beşeke girîng a gelheya Tirkiyeyê ne, di dîroka komarê de tim bi qetlîam û çewisandinan re rû bi rû man. Qetlîamên Sîwaz, Mereş, Çorûm, Gazî û Meletiyê ew qetlîam in ku ji bo Tirkiyeyê cihê şermê ne."
MA / Hayri Demir