SILÊMANÎ - Li navçeya Çemçemalê hêzên ewlekariyê êrîşî xwepêşandanan kirin û gule li gel barandin. Di gulebaranê de 3 kes birîndar bûn. Li Silêmaniyê jî li dijî girsê êrîş pêk anîn û 5 kes bi guleyan birîndar bûn.
Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê xwepêşandan û alozî didomin. Hêzên asayîşê gule li xwepêşandaran reşandin û 3 kes birîndar kirin. Cigirê Rêveberê Tenduristiya Çemçemal Şêrzad Hesen diyar kir ku ji ber guleyan sê kes birîndar bûn, 2 ji wan xwepêşandêrin û yek jî endamê hêzên ewlehiyê ye. Şêrzad Hesen da zanîn ku rewşa birîndarekî girane û her du birîndarên din tên dermankirin.
Li Silêmaniyê jî rewşa hin birîndaran girane û ji bo dermankirinê rakirina beşa lezgîn a Nexweşxaneya Silêmaniyê. Di xwepêşandanên Silêmaniyê de ji ber êrîşên hêzên asayîşê gelek kes birîndar bûn. Berpirsê beşa lezgîn ê Nexweşxaneya Silêmaniyê Umêd Elî derbarê rewşa birîndaran axivî û got: "5 xwepêşandarên ku rewşa wan girane, anîne nexweşxanê. Ambulansek a ku birîndar radkirin jî derb xwariye.”
Li Kolana Mewlewî û ber Deriyê Sera yên Silamaniyê jî liv û tevgera ambulansan bê navber didomin.