ÊLIH - Li navçeya Hezexê ya Şirnexê polîsan bi maşînê li zarokê 4 salî Umut O. qeliband û bi giranî birîndar kir. Zarokê rakirin nexweşxaneya taybet a Êlihê hêj nehatiye ser hişê xwe û di koma de ye.
Polîsan li Taxa Jêrîn a Navçeya Hezexê ya Şirnexê bi maşînê li zarokê 4 salî Umut O. qeliband û bi giranî birîndar kir. Zarokê rakirin nexweşxaneyên taybet a Êlihê hêj nehatiye ser hişê xwe. Duh piştî nîvro polîsan bi maşîna sivîl li zarokê 4 salî Umut O. li pêş malê dilîst qelibandin û bi giranî birîndar kirin. Umut O., ku di bin maşîneyê de ma, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kirin. Ji ber rewşa Umut O girane ji Cizîrê jî sewqî nexweşxaneyek taybet a Êlihê kirin. Umut ê li Nexweşxaneya teybet a Êlihê tê dermankirin hêj nehatiye ser hişê xwe û di koma de tê girtin.
Malbatê der barê rewşa zarokê 4 salî Umut de agahî dan û wiha got: "Dema Umut li ber malê dilîst polîsan bi maşîna sivîl lê qelibandin û birîndar kirin. Umut ji serê xwe ve bi giranî birîndar bûye. Umut niha di koma de tê girtin. Ji ber keseza wî avê kom dike niha hatiye razandin û di bin kontrola zêde de tê girtin."
Malbat li ber deriyê nexweşxaneyê rawestîna xwe berdewam dikin.