STENBOL - Polîsan bi ser Buroya Hiqûqê ya Gelan de girt. Lêgerîna polîsan a li Buroyê didome.
Polîsan bi ser Buroya Hiqûqê ya Gelan a li Çaglayênê de girt. Polîsên bi ser buroyê de girtin, li buroyê lêgerînê dikin. Polîsan destûr neda ku parêzer jî tev li lêgerîna hundir bibin û parêzer nexistin hundurê bûroyê. Endama Buroyê Yaprak Turkmen hat binçavkirin. Berê jî 16 endamên buroyê hatibûn girtin. Lêgerîna buroyê berdewam dike.