ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Êzîdî Feleknas Uca li Kurdiya meclisê ji bo Cejna Êzî ya gelê êzîdî pîroz bike bi kurdî dua xwend. Duaya parlamentera Êzîdî ya bi kurdî di girtekên meclîsê de wekî "x" derbas bû.
Parlamentera êzîdî ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Amedê Feleknas Uca, li Kursiya Meclîsê ji bo Cejna Êzî ya gelê êzîdî piroz bike bi kurdî dua xwend. Uca, xwest Cejna Êzî ya roja înê ya borî hat pîrozkirin bibe wesîleya azadiya jinên êzîdî yên di destê DAIŞ'ê dene. Dîsa xwest bibe wesîleya zarokên di destê DAIŞ'ê de azad bibin. Uca, Cejna Êzî bi duaya Êzîyan a Kurdî pîroz kir. Duaya bi kurdî di girtekên meclîsê de wekî "x" derbas bûn.
Duaya ku di girtekan de weki "X" derbas bû wiha ye. "Ez dixwazim axaftina xwe bi duaya Ezidiyan bi dawi bikim. Ez hevî dikim ku duaya min aştî û xwişk û biratiyê bîne. "…" (x) Yanî Ez hatim hizûra heq. Min xweşikî û kêfxweşî dît. Serê her titî yekîtî û tevahî ye. Ji hemûyan re silav û rêz."