MANÎSA - Belavkarê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatin girtin Semîh Elîtaş, di doza HDP’ê ya Manîsa de parastin kir û got: “Min di hevdîtinên xwe yên telefonê de ‘Kurdistan û Kerboran’ gotine. Ev der navên erdnîgariya ku gelê min lê dijîne. Ev rastiya gelê kurd e.”
Doza HDP’ê ya Manîsa ku 57 jê girtî 138 HDP’î tên darizandin di roja 6’emîn de berdewam kir. Dîsan ji girtîgehê hin HDP’iyên girtî anîn û hin kesên derve tên darizandin jî beşdarî doza di 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê de tê dîtin, bûn. Jinên girtî yên ji roja destpêkê ne anîn danişîna dozê, ji Girtîgeha Jinan a Sergirtî ya Îzmîrê anîn û di salona danişînê de amade bûn. Gelek parêzer beşdarî danişînê bûn û xizmên HDP’iyan jî doz şopandin.
Danişîn bi parastgina Yavuz Akdenmîr berdewam kir. Mehmet Emîn Polat ê girtî tê darizandin, bal kişand ser nakokiyên di îdîanameyê de û qebûl nekirin.
‘ROJNAMEYÊN FERMÎ SÛC HATIN DÎTIN’
Dûre Semîh Elîtaş ê girtî ku belavkarê rojnemayên Azadiya Welat û Ozgur Gundem ên bi KHK’ê hatin girtin, belav dikir parastin kir. Elîta, da zanîn ku ji Adara 2015’an ve girtiye û wiha got: “Ez belavkarê rojnameyê me. Bi kargoyê rojname ji min re dihat, ne dokumanên rêxistinî bûn. Rojnameyên min belav dikir, bi biryara KHK’ê hatin girtin. Li gel ku biryara komkirina rojnamê tuneye jî, mîna sûc ditîn nayê qebûl kirin û ez vê yekê qebûl nakim.”
‘KURDISTAN RASTIYEKE’
Elîtaş da zanîn ku wî di hevdîtinên xwe yên telefonê de gotiye Kurdistan û wiha bi dawî kir: “Min Kerboran jî bi kar anî. Ev der navên erdnîgariya ku gelê min lê dijîne. Ev rastiya gelê kurd e.”