EDENE - Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk, tekildarî kuştina Murat Araç ê hat îdîakirin di bin çavan de întîhar kiriye got: "Ger ku îspat bikin ku Murat Araç întîhar kiriye jî dîsa dewlet berpirsiyarê kuştinê ye. Divê ev bûyer bê ronîkirin."
Serokê Baroya Edeneyê Veli Kuçuk, têkildarî kuştina ciwanê 19 salî Murat Araç ê rayedarên TEM'ê ya Antalya li malatê geriyan û gotin 'Xwe ji qatê 3'emîn avêtiye û dawî li jiyana xwe anîye" daxuyaniyek nivîskî da. Kuçuk, diyar kir ku Araç di 15'ê Kanûna de li Antalya bi îdîaya "nasnameya sexte li ser heye" hat binçavkirin. Lê dema parêzer li Midûriyeta polîsan geriyan, gotin 'Kesekî wisa li vir tune." Roja beriya wê jî birayê wî ku çû Murat bibine, rayedaran jêre got: "Birayê te întihar kiriye. Li morgê ye"
‘NE BÛYERA SER WÊ BÊ GIRTIN'
Kuçuk, anî ziman ku her çend mirina Araç wekî "întihar" derbasî qeydan bûbe jî divê ser wê neyê girtin û wiha berdewam kir: "Ev ne bûyerek ku ser wê bê girtin. Em wekî hikûknas û malbata wî bi fikar û şik nêzî vê bûyerê dibin. "Divê hemû dîmenên li Midûriyeta Polîsan bi raya giştî re bê parvekirin. Ger ku îro bê îspatkirin întîhar kiriye jî dîsa berpirsiyara vê kuştinê dewlet e. Dewlet û rayedar neçar e der barê vê kuştinê de bûyerê zelal û ronî bike. Ne bûyerek ku ser wê bê veşartin. Di bin çavdêrî û kontrola dewletê de pêk hatiye. Dewlet berpirsiyarê jiyan û ewlehiya wî ye. Bi gotinek hesan a "Şikdar întîhar kir" nikare ser wê bincil bike.
Ger ku întîhar kiribe jî divê dewlet hesabê vê yekê bide. Êdî her kes dizane li hemû yekîne û qadên midûriyeta polîsan bi kamera tên şopandin. Ev bûyeren 12'ê Îlonê bibîr tînin. Berbirsiyarê vê yekê dewlet e.
Kuçuk, helwesta rayedarên Şaredariya Serêkaniyê jî rexne kir û wiha got: "Ji bo cenaze ji Antalya bînin rihayê malbatê maşîna cenaze ji Şaredariya Serêkaniyê xwest. Lê ev daxwaz nehat qebûlkirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê ev bûyer bê ronîkirin. Divê feraset û hişmendiya "Vir Tirkiye ye her tişt dibe" nedin pêşxistin. Ev nayê qebûlkirin.