ENQERE - Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê di roja 405'an de berdewam kir. Di roja 405’an de 3 kes hatin binçavkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku ji kar hatin avêtin di roja 285’an de berdewam kir. Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” a Kolana Yukselê jî di roja 405’an de berdewam kir. Polîsan destûr nedan ku çalakger li ber Bîrdariya Mafê Mirovan daxuyanî bidin. Li ser vê yekê çalakger li Kolana Konurê kom bûn û pankart vekirin. Polîsên mudaxileyî çalakgeran kirin 3 kes binçavkirin.