NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê bajarê Cerablûs û Babê yên Bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê Tirkiye û hêzên girêdayî wê ve axa wan hatiye dagirkirin, nerazîbûnên xwe anîn ziman û daketin kolanan. Bi sedan kesên ku her roj ji hêzên OSO diqetin tevlî refên QSD'ê dibin.
Gelê bajarê Cerablûs û Babê yên Bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê Tirkiye û hêzên girêdayî wê ve axa wan hatiye dagirkirin, nerazîbûnên xwe anîn ziman û daketin kolanan. Hêzên îstixbaratên Tirkiyeyê beriya niha li bajarê Cerablusê meclîsa bi navê "Meclîsa Sivîl a Herêmî" ava kiribû. Piraniya endamên vê meclîsê ne ji xelkê bajêr e û ji derve hatine anîn. Welatiyên bajêr li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê xwepêşandaneke girseyî li dar xistin û tê de xwestin ku ev meclîsa ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye avakirin, were sekinandin. Di xwepêşandanê hat xwestin ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk ji bajêr derkevin û li dijî hebûna wan dirûşm hatin qîrîn. Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) beriya niha li bajarê Cerablusê raporeke bi dîmen amade kiribû. Di vê raporê de xuya dibû ku ala Tirkiye û wêneyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser avahiyên hemû sazî û dezgehan hatine daliqandin. 20'ê Mijdara 2017'an jî welatiyên bajarê Cerablûsê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û saziyên girêdayî wê xwepêşandanek li dar xistin. Piştî vê yekê Tirkiye li bajarê Cerablûsê dibistanek vekir. Ev dibistan perwerdeya bi zimanê Tirkî dide û li ser avahiya wê gelek alên Tirkiyeyê hatin rakirin. Di vê mehê de akademiya bi navê "Başakşehîr” a Îslamî bi hevpeymaneke li gel Wezareta Hîndekariyê ya Tirkiyeyê li bajarê Babê şaxekî xwe vekir.
GELÊ BABÊ JI KIRYARÊN TIRKIYE NE RAZÎ NE
Çavkaniyên ji bajarê Babê diyar kirin ku welatiyên bajarê Babê ji van kiryarên Tirkiyeyê ne razî ne û wiha gotin: "Li Babê jî meclîsek bêyî agahiya welatiyan hatiye avakirin. Ev meclîs ne rewa ye û hemû endamên wê ne ji welatiyên bajarê Babê ne. Endamên vê meclîsê tenê fermanên MÎT'a Tirkiyeyê pêk tînin."
Tirkiye ji Tebaxa 2016'an ve ketiye bajarê Cerablûsê û hêj li wir e. Piştî DAÎŞ ji bajêr vekişiyan, hêzên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê li wir bi cih bûn.