STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Prz. Eren Keskîn têkildarî bûyera 'întîharê' ya Murat Araç diyar kir ku ev bûyer îşkenceya hatiye rewakirine û wiha got: "Divê wekî întiharek ji rêzê neyê destgirtin. Ev ne pêkan e."
Ciwanê 19 salî Murat Araç di hefteya mafên mirovan de 15'ê kanûnê li Navçeya Gazipaşa hat binçavkirin û roja dîtir polîsên TEM'ê ya Antalyayê li malbatê geriyan û gotin 'Kurê we întîhar kiriye'. Cenazeyê Murat Araç ê 19 salî duh li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hat defin kirin. Ji bo definkirina cenaze şaredariya AKP'î ya Serêkaniyê cihê mala şînê û maşîna cenaze neda malbatê. Piştre Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, têkildarî îdîaya "xwe ji şibakê avêtiye" got 'PKK'ê ji endamên rêxistinê yên hatin girtin re fermana 'întihar bikin' daye. Malbata ku zarokê xwe defin kirin jî diyar kirin ku li ser ruyê wî û bedena wî şopa derbê hebû.
Têkildarî bûyerê û daxuyaniya Soylu Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Prz. Eren Keskin, diyar kir ku di demên tawî de bi taybetî di serdema OHAL'ê de rêveberên dewletê îşkence û tundiyê rewa dikin.
'MEKANÎZMAYÊN DEWLETÊ ÎŞKENCEYÊ REWA DIKIN'
Keskîn, anî ziman ku dixwazin bûyerên îşkenceyê wekî buyerek ji rêzê bidin nîşan û wiha got: "Li welat îşkence wekî bûyerek ji rêze tê nîşandan. Îşkenceyê rewa dikin. Polîs, cendirme û hêzên dewletê yên ku îşkenceyê dikin, dîmen û wêneyê îşkenceya ku kirine li ser hesabên xwe yên medyaya civaki parve dikin. Îşkenceyê rewa nişan didin. Bûyera li Antalya jî mijarek bi vî rengî ye. Divê wekî îşkenceya ku rewa dikin bê destgirtin. Rayedarên dewletê berpirsiyarê parastina jiyan û ewlehiya kesên hatine binçavkirin e. Tu bûyerên întîharê divê întîharê ji rêzê neyê destgirtin. Ev îdîaya întîharê jî ji rêzê nayê girtin.
BERÊ JÎ RAPORÊN ŞAŞ HATIN DAYÎN Û KUJER HATIN PARASTIN
Keskîn, destnîşan kir ku divê bê niqaşkirin ku dê bi rapora otopsiyê rastî ronî bibe ya na û wiha got: "Ji ber ku saziya têkildarî otopsiyê rapor bide Saziya Tipa Edlî ye. Ev sazî aydî dewletê ye. Çiqas rastiyê ronî bike an veşêre ne diyar e. Ew rapor dê ji aliyê saziya dewletê ve bê dayîn. Bawariya ji darazê êdî xewn e. Ji ber ku di salên bori de jî gelek biryarên şaş hatin dayîn. Raporên şaş hatin dayîn. Em dizanin ku çawa delîl hatin reşkirn û faîl hatin parastin.
‘WANDAKIRIN POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE'
Keskîn, destnîşan kir ku demekê dewletê zêde polîtîkaya "windakirina di bin çavan de" dixist meriyetê û wiha got: “Ji bo dewlet dest ji vê polîtîkayê berde tenê tiştek heye. Ew jî divê Peymana Li Dijî Windakirina Di Binçavan de ya Navneteweyî îmze bike. Yan Tirkiye dê windakirina di bin çavan de qebûl bike û demboriya li ser sûc rake an jî imze nake. Niha Komara Tirkiye li dijî vê peymanê di ber xwe dide û nêzî îmzekirinê nabe."
'GER PEYMANÊ ÎMZE NEKE DÊ RENGÊ ÎNTÎHARÊ BIDE KUŞTINÊ'
Keskîn, herî dawî da zanîn ku Tirkiye li dijî îmzekirina Peymana Têkildari Parastina Hemû Kesan a li Dijî Windakirina Bi Zorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di ber xwe dide û wiha bi dawî kir: "Ev nîşan dide ku Tirkiye di polîtîkayên berê yên windakirina di bin çavan û revandina bi zorê de israr dike. Ger ku Tirkiye peymanê îmze neke rengê îşkence û întîharê diguherîne. Divê Tirkiye vê peymanê îmze bike.
Em wekî parazvanên mafên mirovan li gel malbatê cih digirin û ji bo rastiyê ranî bikin em dê her dem li cem malbatê bin.