ÊLIH - Li Keleha Dîrokî ya Heskîfê rûxandin dewma dike, hestiyên aydê Xiristiyanan ji Baxçeyê Dêra Saha derxistin, li holê hiştin.
Bendava Ilisuyê ya navçeya dîrokî Heskîfa Êlihê di binê avê de dihêle, înşaeta navendê bi dawî bû û texrîbata li Newala Dîcleyê û li bajêr bi lez dewam dike. Rûxandina bi maşîneyên kar tê kirin. Li Herêma Kalyonê şûnwarên dîrokî yek bi yek tên talankirin. Li herêmê goristana aydê Xiristiyanan jî para xwe ji talanê girt. Lêkolîna li Baxçeyê Dêra Saha pêk hat, hestî deketin û hat gotin ku ev hestî aydê Xirsitiyanan e. Hestî li holê hiştin, heta niha der barê rewşê de ne daxuyanî û ne jî xebatek kirin.
WÊNE KIŞANDIN QEDEXE YE
Herêma di şertên OHAL'ê de destûrê nadin wêne û dîmen lê bên kişandin, tê gotin ku dê ji bo rûxandinê ekîbên nû bînin herêmê.