AMED - DÎHA'ya bi KHK'ê hat girtin ji ber nûçeyên ku weşandin der barê Serokê Lijneya Rêveberiyê yê berê Zekeriya Guzupek û Midura Karê Nivîsê ya Berpirsyar Dîcle Muftuoglu de heta 15 salan ceza tê xwestin. Li ser giliyên kesekî lêpirsîn hat destpêkirin û peyvên wekî "Ciwan", "Êrîş", "Hewldana komkujiyê" û "Gel" jî delîla sûc hesibandin.
Serdozgerê Komarê yê Amedê, ji ber giliyên Huseyîn Adalan ê li Erzinganê rûdinê, der barê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK'ê hat girtin de îdianame amade kir. Adalan di sala 2015'an de serlêdana sûc kir û peyvên di nûçeyan de bi kar anîne, wekî delîsa sûc dan nîşan. Ji 5 rûpelan îdianameya amade kirin û 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdianame qebûl kir û bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" ji Serokê Lijneya Rêveberiyê yê berê Zekeriya Guzupek û Midura Karê Nivîsê ya Berpirsyar Dîcle Muftuoglu re, ji 7 sal û nîv, heta 15 salan ceza tê xwestin. Di îdianameyê de Huseyîn Adalan jî wekî "Gazinkar" cih girt. Madeya 5/1 a KHK'ê ya bi hejmara 675'an, di 29'ê Cotmeha 2016'an de, bi îdiaya "Têkiliya wê bi rêxistina terorê re heye" der barê DÎHA'yê de biryara girtinê dabû. Di îdianameyê de ev jî hatin bibîrxistin. Îdianameya ku polîs amade kir, Zekeriya Guzupek wekî Serokê Lijneya Rêveber, Dîcle Muftuoglu jî wekî Midura Karê Nivîsê ya Berpirsyar nîşan dan.
ZIMANÊ NÛEYAN DELÎLA 'ENDAMTIYA RÊXISTINÊ' YE
Miduryeta Polîsan a Amedê der barê nûçeyên di malpera DÎHA'yê de, di 18'ê Kanûna 2015'an de girtekek amade kir, peyvên di 20 nûçeyên ku di navbera 6 û 11'ê Kanûna 2015'an de hatine xebitandin, wekî delîla sûc hesiban. Di îdianameyê de, nûçeyên der barê qedexeya deketina derve ya navçeya Farqînê ya Amedê de, peyvên wekî "Pêkanînên rêveberiya awaret", "Hewldana komkujiyê", "Êrîş", leşker û polîsan "Êrîşê" welatiyan kir, "Gel di berxwedanê de ye" sûc hesibandin. Ev gotinên di nûçeyan de derbas dibin, wekî "Nûçeyên alîgir" di îdianameyê de cih girtin. Hat diyarkirin ku bi van nûçeyan xwedî li PKK û KCK'ê derketine. Her wiha nûçeyên ku bi welatiyên sivîl û endamên YPS'ê re çêkirine, wekî delîla sûc hesibandin, di van nûçeyan de peyva "Berxwedêr" jî wekî xwedîderketina xwerêveberiyên cewherî pênase kirin.
PEYVA 'CIWAN' JÎ SÛC DÎTIN!
Nûçeyên der barê operasyonên li navçeyên Sûr, Farqîn û Cizîrê de, peyvên "Komkujî" jî di îdianameyê de cih girt. Di nûçeyê de mudaxaleya polîsan a li Farqînê ji ber ku peyva "Terora Polîsan" cih girtiye, ev wekî êrîşa polîsan a li dijî gel hesibandine û endamên rêxistinê yên li ber xwe dane, wekî "Gel" pênase kirine, peyva "Ciwan" û gelek tiştên din jî wekî delîla sûc di îdianameyê de cih girt.
Sûcdariyên der barê rojnamegran de bi van re sînor nînin, nûçeyên hêza bê pîvan û binpêkirinên mafan wekî "Weşana rêxistinê" nîşan dan û îdia kirin ku nûçeyên ku Guzupek û Muftuoglu çêkirine, di çarçoveya birdoziya PKK û KCK'ê de hatine çêkirin, ev nûçe her dem û bi îstikrarî çêkirine, ajansê li gorî armanca rêxistinê xebat kiriye.
Dê danaşîna yekemîn a dozê di 22'yê Adara 2018'an de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.