KOCAELÎ - Bijîşkê Kar Murat Ozverî daxuyaniyên 'dê karkerên taşeronê bikin kadro' yên Serokomar Erdogan û Wezareta Kar û Polîtîkayên Civakî nirxand û wiha got: “Daxuyaniyê Wezaretê yên ji bo karkerên taşeronê bikin kadro ne qanûn in. dek û dolabin.”
Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîra Kar û Polîtîkayên Civakî Julîde Sarieroglu, têkildarî sererastkirinên qanûna karkerên taşeronê bikin kadro daxuyanî dabûn. Bijîşkê Aborî yê Kar Murat Ozverî diyar kir ku hiqûmet dek û dolabên qanûnî dike.
Ozverî, anî ziman ku daxuyaniyên wezaretê yên ji bo karê taşeronê ne li gorî qanûnê ne, bi hilene û wiha axivî: “ Hemû kes jî dizane, wezaret vê yekê dizane û dibîne. Ev pirsgirêkek pir tevlîhev, zor û zehmete. Karkerên taşeronê mîna karkerên kadro heman karî dikin. Gava ji b ovan karkeran heman maf hat nasîn û pirsgirkê ewlekariya canê wan hat darbas kirin, dê ev pirsgirêk ji holê rabe.”
'BIRYARA DADGEHA BILIND BI QANÛN TAYBET HAT KUNKIRIN'
Ozverî, da zanîn ku ger bixwazin mijara karkerên taşeronê dê bê çareserkirin û wiha bilêv kir: “Ji bo çareseriyê di salên derbas bûyî de dadgeha bilind biryar dabû. Lê biryara dadgeha bilind bi qanûnên baybet ji holê hat rakiri.”
'GEFA LI SER KARKERÊN TEŞERONÊ'
Ozverî, destnîşan kir ku hikûmet naxwaza mafê kadrotiyê bide karkerên taşeronê û wiha diomand: “Ji ber ku bi karkerên taşeronê, bi kevirekê li gelek çukan dixin. Di saya vî karî de karkeran erzan dixebitînin. Hemû partiyên siyasî li ser karkerên taşeronê feydeya xwe difikirin. Di wateya siyasî de mekanîzmanyên xwe yên kontrole bikar tînin. Bi taybetî karkerên kadrolî jî, bi karkerên taşeronê terbiye dikin. Di kêmasiyek biçûk de jî bi gefa emê we ji kar bavêjin re rû bû rûne. Ev pergel ji derveyî karkerên taşeronê kêra hemû kesê tê. Ger tiştekê rast dixwazin bikin, wê demê tenê madeya hêjara 4257’an a qanûna benda 2’yemîn ji bo vê yekê guncawe.”
Ozverî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Qada ku karkerên taşeronê lê ji holê rabe, tenê qada pergala siyasiye.”
MA/Elîf Çetîner