ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besime Konca, politîkayên AKP'ê yên li dijî jinan û Tirkiye nirxand û wiha got: "Sala 2017'an bû sala têkoşîna jinê. Sala 2018'an jî dê bibe sala serkeftinê. Em dê destkeftiyên ku ji me hatine girtin paşve bistînin.
Pergala Hevserokatiyê ku nûnertiya wekhev esas digere di serdema HDP'ê de li Tirkiye ket meriyetê. Di diroka siyaseta Tirkiye de yekem car modela hevserokatiyê, di serema Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de ket meriyetê. Piştî pergala Hevsarokatiyê ku cih nide nûnertiya wekhev a jin û mêr li dijî vîna jinê êrîş zêde bû. Yekem car herî zêde di serdema HDP'ê de wekilên jin zêde ketin meclîsê. Dîsa herî zêde di serdema DBP'ê de hevşaredarên jin di rêveberiya herêmî de bûn nûnerên gel û tev li rêveberiyan bûn. Piştî pergala hevserokatiyê li dijî DBP'ê û HDP'ê operasyonên siyasî zêde bûn. Di operasyonan de bi dehan wekîl û hevşaredarên kurd hatin girtin. Hêj 5 parlamenterên HDP'ê yên jin û 27 hevşaredarên jin ên DBP’ê girtî ne. Di salek dawî de wekiltiya 4 parlamenterên HDP’ê hatin betalkirin. Di sala 2017'an de êrîşa li dijî vîna jinê zêde bû. Li aliyê din herî zêde jin derket kolanan û li qadan dengê xwe bilind kir. Têkildarî geşedanên siyasî û polîtîkayên li dijî vîna jinan ên 2017'an parlamentera HDP'ê ya Sêrtê û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besime Konca ku wekîltiya wê hat xistin nirxandinên girîng kirin. Konca anî ziman ku sala 2017'an bû sala têkoşîna jinan û sala 2018'an jî dê bibe sala destxistina mafan.
‘ME SIYASETA JINÊ PÊŞ XIST'
Konca, anî ziman ku di dîroka Tirkiye de yekem car di qada siyasî de koma jinan li meclîsê ava kirin û wiha got: "Yekem car me bi pergala hevserokatiyê wekheviya vîn û nûnertiyê pêş xist. Me li meclîsê siyaseta li dijî jinê ya CHP, MHP û AKP’ê jî guhert. Van partiyan di qada rêxistina xweser de wekî me seknek demokratîk û azadîxwaz a jinê wekî me pêş nexist. HDP'ê bêtir jin tev li siyasetê kir. Bi paradîgmaya siyaseta jin hişyariya demokratîkbûn, azadîbûn û zêdebûnê esas girt. Partî nûnerê polîtîk ê weke Meclîsa Jinan ya HDP'ê, Civaka Jinên Tirkiyeyê û TJA yên bi salan e têkoşîna azadiya jinê didin e. Ev nûnertiya polîtîk, rê li pêş guhertina siyasetê vekir. Li Tirkiye rê li ber pêşxistina siyaseta jinê vekir.
‘DI DEMOKRATÎKBÛNA SIYASETÊ DE JIN ROLA SEREKE DILÎZE'
Konca, da zanîn ku di guhertin û veguhertina civakê de jin rola sereke dilîze û wiha got: "Ji bo siyaset demokratîk bibe divê berî her tiştî rê li pêş jinê bê vekirin. Di demokratîkbûna siyasetê de jin rola sereke dilîze. Ji ber vê yekê yên naxwazin siyaset demokratîk bibe berî her tiştî jinê dikin hedef. Di guhertina civakê, siyasetê û rêveberiyên herêmî de jin rola sereke dilîzin. Ji ber ku hêzên serdest vê yekê dibînin berî her tiştî êrîşi jinê dikin. Em ne bi armanca îktîdarê, bi armanca ku siyasetê bikin malê civakê têdikoşin. Em dixwazin bi tevlêbûna jinê di siyasetê de vîn, feraset û rengê jinê tev li siyasetê bikin."
‘DI 4'Ê MIJDARÊ DE ÊRÎŞA EWIL LI DIJÎ JINÊ BÛ'
Konca, bal kişand ser operasyona 4'ê mijdarê ya li dijî parlamenterên HDP’ê û wiha got: "Di vê operasyonê de êrîşa ewil li dijî vîn û siyaseta jinê bû. Hevseroka me Figen Yuksekdag û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevşaredar Gultan Kişanak, wekî berdevka meclîsa jinê li dijî me êrîş kirin. Hem ji bo kolektifa Kurdistanê DBP’ê û hem jî hevserokên HDP'ê yên nûnertiya hevserokatiya siyaseta Tirkiyede dike nîşan da ku jin dikarin tiştekî bikin û dikarin bibin xwedî gotin û vîn. Ev hiş û zanebûn bi her kesî da qebûlkirin. Di bingeha vê êrîşê de peyamek bîrdozî bû. AKP, ku zayendîparêziya civakî bi rêxistin dike û rewa dike dixwaze mudaxaleyî civakê bike. Vê pergala ku em ava dikin li pêş xwe wekî astengî dibîne."
‘FIKARA WAN A ESIL 94 ŞAREDARIYÊN DESTESER KIRINE'
Konca, destnîşan kir ku piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê kirin rêveberî ket destê militarizmê û wiha got: "Vê feraseta rêveberiya mîlîtarîzmê herî zêde destkeftiyên jinan kirin hedef. Yên li wir biyanî polîs û qereqol in. Cendirme ne. Dixwazin li ser destkeftiyên gel militarizmê reva bidin nîşan. Militarizm berî her tiştî jinê dike hedef. Ji bo gelê kurd dengê xwe bilind neke li tevahiya Tirkiye OHAL îlan kirin. Fikara wan ji ber têkoşina li Kurdistanê ye. Fikara wan fikara li ser 94 şaredariyan e."
‘SALA 2017 SALAN BÛ SALA TEKOŞÎNA JINAN'
Konca, anî ziman ku wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê diyar dikin ku dibe ji bo OHAL'ê zêde jin derneketin kolanan, lê tevi her tiştî jin bi awayeki polîtîk û bîrdozî û rêgez li dijî faşizm û dagirkeriyê têkoşîna û seri bilind kir. Her dem feraseta mîlîtarîzm û zayendîperesetiyê lêpirsîn kir.
‘SALA 2018'AN DÊ BIBE SALA SERKEFTIN Û STENDINA DESTKEFTIYAN
Konca, herî dawî anî ziman ku wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê diyar dikin ku dê sala 2018’an bibe sala serkeftin û destkeftiyan û wiha got: "Em hêvî dikin ku bibe sala demokrasi, tevlêbûna piralî, jin ked û azadiyan. Em teslîm nebûn. Me gav paşve neavêt. Em dê di demên pêş de li dijî hemû êrîşan bêtir bi hêz pêşwazî bikin. Pêdiviya me bi rêxistina jinan a ku karibe bibin bersîva pêwistiyên pêşerojê heye. Em wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê di demên pêş de di mijara polîtik, aborî û parastina rewa de vê yekê têxin rojeva xwe. Ev sedema me ya ku em siyasetê bikin dakevin kolanan û bêtir têbikoşin in. Sala 2018'an dê bibe sala destkeftiyên ku di sala 2017’an de ji me hatin girtin paşve bistînin."
MA / Diren Yurtsever