* DÎHA'ya bi KHK'ê hat girtin ji ber nûçeyên ku weşandin der barê Serokê Lijneya Rêveberiyê yê berê Zekeriya Guzupek û Midura Karê Nivîsê ya Berpirsyar Dîcle Muftuoglu de heta 15 salan ceza tê xwestin. Li ser giliyên kesekî lêpirsîn hat destpêkirin û peyvên wekî "Ciwan", "Êrîş", "Hewldana komkujiyê" û "Gel" jî delîla sûc hesibandin.
*Wezîrê Karê Derve ê destpêkê yê AKP’ê yê berê Yaşar Yakiş, diyar kir ku ligel ku Tirkiye li cihê xwe yê bi ewle bi PKK’ê têkoşiya her roj agahiyên cenazeyan tên, dê li ciheke wekî Efrînê ku xwezaya wê nas nake, di mala kê de kê heye nizane, dê çawan karibe şer bike, ger şer bike jê dê zirarek mezin bibîne.
*Şahidê Komkujiya Mereşê Sabri Ozkan, diyar kir ku bavê wî li ber çavê wî hat kuştin wiha got: "Jina ducanî kuştin. Zaroka wê ji zikê wê derxistin. Bi dara çam ve kutan. Ez jî ji wê darê de dibêjin Çama qatîl. Ji derve hatin û êrîş kirin. Divê em êdî bibin yek."
*Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besime Konca, politîkayên AKP'ê yên li dijî jinan û Tirkiye nirxand û wiha got: "Sala 2017'an bû sala têkoşîna jinê. Sala 2018'an jî dê bibe sala serkeftinê. Em dê destkeftiyên ku ji me hatine girtin paşve bistînin.
*Bijîşkê Kar Murat Ozverî daxuyaniyên dê karkerên taşeronê bikin kadro yên Serokomar Erdogan û Wezareta Kar û Polîtîkayên Civakî nirxand û wiha got: “Daxuyaniyê Wezaretê yên ji bo karkerên taşeronê bikin kadro ne qanûnê ne, bi dek û dolabin.”
*Ekolojîst Ertugrul Barka da zanîn ku her roja texrîbata ekolojiyê zêde dibe, pirsgirêka avê zêde dibe û bal kişand ser barîna baranê û wiha got: "Ji ber talana li ser xwezayê, barana ku dibare jî jehrê dibarîne."
*Keleha Heza ya hezar û 500 sal ji ber ku nehat restore kirin bi rûxandinê re rû bi rû ye. Qeyûmê Hezo yê AKP’î dibin navê “Sererastkirina derdorê” de ji ber xebatên xezaya Kelehê zirar dît, bi mermeran ser girt.
* Li wargehên kar ên girtîgehên Tirkiye girtî mehê bi 120 û 240 tl tên xebitandin. Girtiyên karker gotin "Em kar dikin dewlet qezenç dike. Qada mêtîngeriya heri mezin wargehên girtîgehan in."
*Velî Demîr ku bi girî komkujiya Mereşê ya li Taxa Yorukselîm ku pir dijwar hat jiyîn vegot û diyar kir ku bi awayekê bi plankirî Elewî û Sûniyan tînin beramberî hev.
*Seroka Giştî ya ANAP’ê ya berê Nesrîn Nas, diyar kir ku banga ÎTT'ê ya ji bo Rojhilatê Qudûs bibe paytexta Fîlîstên, tê wê wayetê Rojavayê Qudûs jî bibe paytexta Îsraîlê û wiha axivî: “Ev bang bi kêra tu tiştî nayê.”
*Malên Rus ên dîrokî yên Qersê, dibin gefa tune bûne dene. Saziyên dewletê gelek ji malan bikar tîne û malên hatin şewitadin jî li ser wan avahî tên çêkirin.
* Doza Wergervana Ajansa Nûçeyan a Etîkê (ETHA) rojnameger Meşale Tolu jî di nav de 6 ji jê girtî 18 kes dê li 29'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)
* Piştgiriya ji bo Girtiyan, bi şiyara "Me Komkujiya 19-22'yê Kanûnê ji bîr nekir û em ê nedin ji bîrkirin" dê li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî bide. (13.00)
* Çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 405'an de li Kolana Yukselê dewam bike. (13.30-18.00)