ENQERE - TEV-DEM'ê ji Rojava peyamek şand û diyar kir ku dê HDK ji bo civaka Tirkiyeyê bibe şans û hêviyeke mezin û wiha got: "Em wekî Federasyona Bakurê Sûriyeyê, hişmendiya ku em dixwazin bi pêş bixin û modela me ya li Sûriyeyê, de ji hemû gelan re çareserî û aştiyê bîne."
8'emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li Otela Plaza ya Enqereyê bi peyamên ku hatine şandin dewam dike. Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst Kezban Konukçu, da zanîn ku dê HDK û HDP li dijî faşîzmê bibe hêviyên gelan, divê xeta xwe ya têkoşînê dayne holê.
Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Ji Nûve Sosyalîst (SYKP9 Tulay Hatîmoglulari jî destnîşan kir ku dê li dijî faşîzmê çawa têkoşîn bê dayîn û demokrasî çawa bê avakirin, pirseke girîng a vê serdemê ye û aşkera kir ku peywireke girîng dikeve ser milê HDK'ê.
'ROJHILATÊ QUDUSÊ TUNE'
Hatîmoglulari meseleya Qudusê jî nirxand, da zanîn ku bi Deklarasyona Balfourê ya 1917'an re, xençerek di axa Filistînê de hatiye çikandin û piştî 100 salan deklarasyoneke hêj ziravtir anîne rojevê û wiha axivî: "Gotineke wkî rojhilatê Qudusê tune, Qudus paytexta Filistînê ye, dewleta Filistînê ye, dê wekî xwe bimîne. Peywira me ew e em enternasyonalîzma Rojhilata Navîn ava bikin. Divê em berê Hanalansê Filistînê bidin rojê. Divê em întifada û serhildana kurdan bigihînin hev."
JI TEV-DEM'Ê PEYAM
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji Rojava peyamek ji Lijneya Giştî ya HDK'ê re şand û ev tişt anî ziman: "Wekî di şerên li herêma me û cîhanê diqewime, bingeha xwe ji nijadperestiya olî, antî-demokratîkbûnê û mêtingeriya kapîtalîzmê digire. Bi taybetî hişmendiya nijadperest û faşîst dawî li jiyan bi milyonan mirovî anî. Ev pergala 'Diz' mêtingeriya xwe ya li ser civakê berdewam dike.
MODELA ME ÇARESERIYE
Di vê xala bingehîn de ji bo pêşketina civakê, pergala me ya ku hemû ol, gel, ziman û jiyaneke azad bi pêş dixe, li dijî diz, dîktator û faşîzmê dibe pergalek jiyanî. Ji bo wê jî hûn gelek partî, rêxistin û saziyên li Tirkiyeyê bên gel hev û di bin sîwana HDK'ê de têkoşîna xwe dewam bikin, dê gelek tişt biguhere. Ev ji bo gelên li Tirkiyeyê şans û hêvjiyek mezin e."