RIHA - Malbata Araç, cenazeyê Murat Araç ê gotin li TEM'ê 'întîhar kiriye' li Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di bin dorpêça polîsan de defin kirin. Rayedaran maşîna cenaze nedan malbatê. Şaredariya Serêkaniyê ya AKP'î jî cihê şinê nedan malbatê.
Malbata Murat Araç ê 19 salî ku Midûriyeta Polîsan a Alanya geriyan û gotin "Kurê we xwe ji qatê 3'an avêt û întîhar kir" ji Morga nexweşxaneyê girtin û cenaze ji Antalyayê anîn Serekaniyê ya Rihayê. Malbatê duh cenazeyê kurê xwe ji morgê ya Saziya Tipa Edlî ya Antalyayê wergirtin ji bo defin bikin, cenaze anîn Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê. Malbata ku duh cenaze ji Antalyayê anîn Rihayê tevî hemû serlêdan û daxwazan rayedaran maşina cenaze nedan malbata Araç.
ŞAREDARIYÊ CIHÊ ŞÎNÊ NEDA
Malbata Araç piştî cenazeyê kurê xwe Murat Araç anîn Navçeya Serêkaniyê serê sibê di bin dorpêça polîsan de anîn mala xwe ya taxa Mehmet Akif Ersoy. Ji ber Şaredariyê maşîna cenaze neda malbatê, malbatê bi derfetên xwe cenaze bir Goristana Serêkaniyê. Li ser zexta polîsan malbatê serê sibê di bin dorpêça polîsan de cenaze defin kirin.
‘PIŞT SITUYÊ WÎ REŞ Û ŞÎN BÛBÛ'
Malbatê piştî cenazeyê Araç defin kirin xwestin mala şînê dînin. Lê ji ber ku Şaredariya AKP'î cihê mala şînê neda, malbatê li taxa Mehmet Akif Ersoy li hewşek malekê şîn danîn û sersaqî qebûl kir.
Bavê Murat Araç Mehmet Araç, diyar kir ku li pişt situyê kurê wî şopa derban hebû û reş şîn bûbû. Bav Araç, anî ziman ku heman şop li ruyê wî jî hebû.
Têkildarî mijarê Birayê Murat Araç Îlhan Araç, diyar kiribû ku fermandariya cendirmeyan li wan geriya ye û diyar kirine ku kurê wan hatiye binçavkirin û wiha got: "Ewil me bawer nekir. Piştî me wêneyê wî dît me bawer kir. Birayê min di sala 1998'an de ji dayik bûye. Bavê min bi birayê min re bi telefonê axivî. Ne pêkan e birayê min întîhar bike. Çi hat serê birayê min li Midûriyeta Polîsan hat serê birayê min. Piştî otopsiyê min li morge biraye xwe dît. Min tene serê wî dît. 16 - 17 kêl avêtibûn serê wî. Ji otopsiyê ye an jî wekî din e ez nizanim. Şopên reş û şîn li ser ruyê wî hebûn. Ez dê heta dawî dozê bişopînim. Çi hat serê birayê min li Midûriyeta Polîsan hat serê wî.
Fermandardiya Cendirmeyan jî wêneyek ji malbatê re şand û îspat kir ku li cem wan saxlem bûye û tiştek li cem wan bi Murat Araç nehatiye.