MANÎSA – Parêzerê 57 jê girtî 138 endam û rêveberên HDP’î Prz. Aydin Erdogan, piştî danişîna yekemîn darizandina muwekilê xwe nirxand. Prz. Erdogan, anî ziman ku hemû îdîaname xeyalî ne û her roj nepoxa wan diteqe û hemû îdîa pûç û vala ne.
Li Manîsayê di operasyonên siyasî yên 2 salan de bi sedan endam û rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin. Der barê 138 endam û rêveberên HDP'ê de ji heman dosyayê doz hat vekirin û yekemîn danişîna doza wan 5 rojan berdewam kir. Der barê rêveberên HDP’ê de îdîanameya torbe hat amadekirin. Bi sedema alikarî dane kameleya Rojava, tev li xebatên Platforma Ked, Demokrasî û Aştiyê ya Manîsayê bûne û beşdarî merasima cenazeyê kesên di komkujiya 10'ê Kanûnê de li Enqere jiyana xwe ji dest dan bûne doz li wan hat vekrin. Yekemin danişîna doza 57 jê girtî 138 endam û rêveberên HDP'ê li Edlîyeya Manîsayê hat dîtin û dê di 18'ê Kanûnê de danişîn bi rûniştina 6’an berdewam bike. Serokê heyeta dadgehê di roja ewil de Nizamettin Bagci yê di komkujiya 10'ê Cotmehê de hat kuştin wekî “Endamê rêxistinê" pênase kir. Danişina dozê bi astengî û aloziyan hat ditin.
BERÊ JÎ 16 CIWAN HATIN GIRTIN Û PIŞTÎ 2 SALAN GIRTÎ MAN HATIN BERAET KIRIN
Endamê Meclisa HDP'ê Prz. Aydin Erdogan ku doz şopand diyar kir ku ew vê dozê dişibîne doza 16 ciwanên ku li Manîsayê di 26'ê Kanûna 1995'an de hatin binçavkirin û 5 ji wan piştî 2 sal û 3 mehan girtî man di 28'ê cotmeha 2000’an de hatin beraetkirin e.
Prz. Erdogan, anî ziman ku polîsên li cewanan îşkence kir jî rastî 5 sal -10 sal û 8 mehan hatin. Prz. Erdogan, destnîşan kir ku Wezîrê Karên Hundir di sala 2012'an de polis mahkum kirin ku tazmînatê bide ciwanên Manîsayî.
Erdogan, anî ziman ku yên tên darizandin endam û rêveberên HDP'ê û kesên dildarên HDP'ê ne û wiha got: "Ji destpêka operasyonê heta darizandina muwekilên me hemû tişt li dijî zagon û hiqûqê ye. Zêdeyî 2 salin îdîaname nehatibû amadekirin. Bi vî rengi mafê wan ê darizandina adîl hatiye îhlalkirin. 57 kes zêdeyî 2 salin girtî ne. Piştî îdîaname hat amadekirin jî nedan wan. Rêveberiya girtîgehê ji bo îdîanameyê bide girtiyan pere ji girtiyan xwest. Ev tiştekî li dervê aqilan e."
Erdogan destnîşan kir ku wekî dewletê mirovan digirin û piştre li hemberî pereyan îdîanameyê difiroşin girtiyan û wiha lê zêde kir: "Ev bê hiqûqiya herî mezin a nayê qebûlkirin e. Bi temamî îdîanameyek xeyalî hatiye amadekirin. Dozger îfadeyên xwe wekî delîl nîşan dane. Dozger û polîsên TEM'ê bi hevre îdîaname amade kirine. Delîl tune esil û feslê vê îdîanameyê tune. Axaftinên rojane yên mirov di jiyana xwe de diaxivin wekî ‘şifre’ nîşan daye. Îdîaname wekî nepoxê ye. Her roj nepoxa wan diteqe. Her ku ev darizandin bidome dê nepoxa wan biteqe û hemû xeyalî û pûç e."
MA / Ahmet Kanbal