MÊRDÎN – Dîlber Tanrikulu û Semra Argiş ên li Navçeya Nisêbînê li pêş kamerayan wekî “teslîm bûn" hatin nîşandan, rastiya pişt kamerayan vegotin. Tanrikulu û Argiş diyar kirin ku hemû tiştên li pêş kamerayan sanaryo bûn û rastiya li pişt kamera û pêş kamerayan vegotin. Ciwanan anîn ziman ku rastî îşkenceyek giran hatin.
Li navçeya Nisêbînê di serdema qedexeya derketina kolanan de piştî şerekî dijwar û bi sedan polîsan jiyana xwe ji dest da di dawiya operasyonê de li taxên Nisêbînê ciwanên li gund û derdorê kom kirin û anîn taxê û li pêş kamerayan şanoyek hat amadekirin. Di dîmenên ku wekî endamên YPS'ê teslîm bûbin hatin nîşandan de piştre derket holê ku rastiya wan dîmenan tune ye. Derket holê ku ew dîmen sanaryo û lîstik in. Kesên wê demê li pêş kamerayan hatin binçavkirin û wekî "Teslîm bûne" hatin nîşandan Dilber Tanrikulu û Semra Argiş ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê name şandin û rastiya wan rojan vegot. Tanrıkulu û Argiş diyar kirin ku tişta bi serê wan de hat tev plan û sanaryo bû. Tanrikulu û Argiş berê name şandin, lê nameyên wan hatin desteserkirin û vê carê name bi riya malbatan parve dikin.
'YA BI SEDYÊ ANÎN EZ BÛM'
Tanrikulu, anî ziman ku li taxa Zeynel Abidin ya Nisêbînê dijîn û wiha got: "Di dema şer û operasyonê de ez li gel 62 kesan di bodrûmê de bûm. Dema em li bodrûmê bûn top avêtin avahiyê û top li avahiyê ket. Ez wê demê bi perçeyê şarapnelê ji piyê xwe birîndar bûm. Min zêde xwîn winda kir. Ez 2 rojan di nava êşan de gevizîm. Di 26'ê Gulana 2016’an de piştî korîdor hat vekirin li gel 42 kesan em ber bi milê leşker û polîsan ve meşiyan. Ji ber ku ez birîndar bûm, hevalên min ez bi sedyeyê anîm.
'HETA EZ BIRIM NEXWEŞXANEYÊ ÎŞKENCE LI MIN KIRIN'
Tanrikulu, diyar kirin ku leşker li pêş kamerayan pir baş nêzîk dibûn û li pişt kamerayan îşkence kirin û wiha got: “Dema kamera girtin, 2 polîsên taybet yên sedye rakiribûn sedye avêtin erdê. Xwîna min a senikîbû dîsa herikî. Li min û hemû hevalên bin bê navber îşkence kirin. Piştre ambulans hat. Dema ez li ambulansê suyar kirim jî li me dan. Polîs qûndara çekê danî ser birîna min û eciqand. Li şûna yekîneyên tenduristiyê alîkariyê bidin min, polîsan heqaret li min kirin û li min dan. Heta em çûn nexweşxaneyê polîsan li me da."
‘MUDAXALEYA EWIL BAŞ NEKIRIN'
Tanrikulu, diyar kir ku ewil birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û piştre ji wir birin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û wiha got: "Şevekê li Mêrdînê tedawiya şaş kirin. Xebatkarek tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Mêrdîn got 'tu çima namire" û neheqî li min kirin. Piyê min tev birîna vekirî xistin alçiyê. Min pir xwîn winda kir û şev nîvê şevê ez sewqî Fakulteya Tipê ya Dîcleyê kirim. Li vir ez emeliyat kirim. Ez piştre 3 caran emeliyat bûm. Platîn xistin piyê min. Ez 3 mehan li nexweşxaneyê hatim dermankirin.
‘5 ROJAN TEV BIRÎNÊ DI BIN ÇAVAN DE MAM'
Tanrikulu, da zanîn ku hêj dermankirina wê xelas nebû hat binçavkirin û tevi birînên xwe 5 rojan di bin çavan de ma û wiha got: "Ji ber min mafê xwe yê bêdengiyê parast îşkenceya derûnî li min kirin. Ez niha ji xala 302’an têm darizandin. Tenê sûcê min ji ber ku ez li wê taxa lê mezun bûme ji dayik bûme. Niha ez bi rêk û pêk nayêm dermankirin û dibe ku ez seqet bimînim."
‘DEMA KAMERA HATIN GIRTIN ÎŞKENCE KIRIN
Argiş jî anî ziman ku ew di nava koma 25 kesan de ji taxê derketin û wiha got: "Dema em nû derketin kamera hatibûn amadekirin. Polîs û leşkeran li pêş kamerayan pir baş nezîk bûn. Lê piştî kamera hatin girtin dest bi lêdan û îşkenceyê kirin. Polîsên tîmên taybet xwestin cilê me ji me bikin. Ji ber ku min destûr neda min tazî bikin polîs kir qêrîn û got 'Were em te tazî bikin' û çêr kirin. Bê navber çêrên qirêj dikirin. Em li pêş polîsa jin rastî tacîzê hatin. Piştî kamera hatin girtin em birin Lîseya Suleyman Bolunmez. Em li wir rastî işkenceyê hatin. Jinên polîs ên tîmên taybet jî li me îşkence kirin. Bi îşkenceyê em li maşîneyên zirxî suyar kirin. Di maşînê de polîsê mêr em tacîz kirin. Lê polîsa jin jî dengê xwe nekir. Piştre em birin salona sporê. Destên me li pişt me kelepçe kirin. Rojekê destê me li pişt me kelepçe kirin û em li ser çongan hiştin. Dema kamera vedibû jî em ji erdê radikirin û li ser kursiyan didan rûniştandin. Li pêş kamerayê av dida me. Piştî kamera dihat girtin dîsa dest bi neheqî û îşkenceyê dikirin. Ji ber ku me li pêş kamerayan ava fêkî negirt li pişt kamera bêtir heqaret li me kirin."
BIJÎŞK RAPOR NEDA ME
Argiş, da zanîn ku dema ew birin lêpirsînê dengê qerînê dihat û wiha bi dawî kir: "Di lêpirsînê de ez rastî tacîza devkî û fîzîkî hatim. Di lêpirsînê de destê min li pişt min kelepçe kirin û ez li ser çongê dam rûniştandin. Şev nîvê şevê li me dan û em birin cem bijîşk. Bijîşk rapora lêdan û darpê neda me. Tevî ku canê min reş û şîn bûbû wekî ku ruyê min normal be rapor dan min. Piştî bijîşk ez dîsa birim midûriyeta polîsan. Li vir li pêş kamera cilên me ji me kirin. Destûr nedan em bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Dema em sewqî edliyê kirin jî em rastî îşkenceyê hatin. Hemû hevalên me di bin îşkenceyê de îfade dan û piştre li hemûyan cezayê muebeta giran birî. Tevî min doza me 25 kesan bi encam bû. Daxwazên me tevan hatin redkirin û ceza li me birîn .