Rêxistinên çapemeniyê: Rojnameger dê ligel her tiştî nûçeyan çêkin

  • rojane
  • 09:00 17 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL - Rêxistinên çapemeniyê bertek nîşanî cezakirina rojnameger Nedîm Turfent dan û diyar kirin ku dadgehê nexwestiye bibîne ku Turfent rojnamger e û ev tişt gotin: "Bi vî cezayî dixwazin rojnamegerên li herêmê çavtirsandî bikin. Lê wê rojnameger vê yekê qebûl nekin, wê tim nûçeyan çê bikin."

 
Di danişîna 5'emîn a doza nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a DÎcleyê (DÎHA) (ku bi KHK'ê hat girtin) Nedîm Turfent de ku di 13'ê Gulana 2016'an de li Wanê hat girtin, dadgehê 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Turfent birî. Rêxistinên çapemeniyê bertek nîşanî vê rewşa dadgehê dan. 
 
EREN: DADGEHÊ NEXWEST BIBÎNE KU NEDÎM ROJNAMEGER E 
 
Serokê Giştî yê DÎSK Basin-ÎŞ'ê Farûk Eren, anî ziman ku her kes dizane ku Nedîm rojnameger e û ji ber nûçeyên ku çê kirine hatiye darizandin û wiha got: "Biryareke diyar e." Eren, got ku biryara ku dadgehê daye ne biryareke ku dê bêra kirin û wiha domand: "Mixabin ev yek nîşaneya ku em nizanin em ê sibê bi çi re rû bi rû bimînin bixwe ye. Tişta wehîm ew e ku roja ku Nedîm ceza xwar wê rojê li Stenbolê doza Reînayê hebû. Li wir bersûcê ku got 'Ez cîhadîst im, ez ê li her derî şer bikim' hat berdan. Lê belê ji ber nûçeyên xwe rojnameger bi tawanbariya 'rêxistinê' tê tawanbarkirin û di girtîgehê de ye. Ceza lê tê birîn, belê kesê dibêje 'ez cîhadîst im û ez ê li her derî şer bikim' bi awayekî negirtî tê darizandin û berdan. Vegotina vê nakokiyê êdî pir zor e. Em bi rewşeke rezîl re rû bi rû ne. Ji bo rojnamegeran, ji bo hêzên demokratîk ev nîşaneya ku em nizanin em ê sibê bi çi re rû bi rû bimînin bi xwe ye. Ev ne meselaya ku Nedîm li Stenbolê nedihat darizandin li cihekî ji ber çavan dûr dihat darizandin ne, rojnameger, rêxistinên çapemeniyê ji nêz ve wê dozê dişopandin. Lê belê li gel vê yekê jî dadgehê nexwest bibîne ku Nedîm ne rojnameger e." Eren got ku ew hêvî dikin ku Dadgeha Bilind vê biryarê xera bike. 
 
GUÇ: DIXWAZIN RONAMEGERAN BITEPISÎNIN 
 
Nûnerê Şaxa Komeleya Rojnamegerên Hevdem (ÇGD) a Stenbolê Ûgûr Guç jî, anî ziman ku ev cezayê li Nedîm hatiye birîn ji bo rojnamegeriyê biryareke wehîm e. Guç, diyar kir ku biryareke ku dozger û dadwerên bi awayekî taybet hatine peywirdarkirin e û wiha got: "Tepisandina rojnamegerên ku rastiyê dinivîsin tê xwestin." 
 
DURMUŞ: DIXWAZIN ROJNAMEGERAN ÇAVTIRSANDÎ BIKIN 
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş jî ev tişt gotin: "Me TGS ji serî heta dawî doz şopand. Li gor çavdêriyên me li gel beyanên hemû şahidan jî doz veguherandin dozeke cezayî ya li leha Nedîm. A rast ev nîşan dide ku huqûq bi temamî bêalîbûna xwe winda kiriye û biryarên polîtîk dide." Dûrmûş diyar kir ku di danişînan de şahidan gotiye ku ew Nedîm nas nakin, lê belê li gel van beyanan jî 8 sal û 9 meh ceza lê hatiye birîn û ev yek bi awayekî zelal nîşan dide ku ka huqûq çi qas serbixwe ye. Dûrmûş wiha domand: "Heke huqûq bêalî û serbixwe bûna li gor beyanên şahidan wê ceza li Nedîm nehatana birîn. Li vir rojnamegerî hat darizandin, li herêmê rojnamegerî hat darizandin. Li herêmê rojnamegeriyeke bêalî naxwazin. Ji ber vê bi cezayê li Nedîm hatiye birîn dixwazin rojnamegerên li herêmê çavtirsandî bikin. Lê wê rojnameger vê yekê qebûl nekin, wê tim nûçeyan çê bikin. Em dixwazin demildest dev ji vê biryarê berdin." 
 

Sernavên din

18/12/2017
09:11 'Elewî û sunnî anîn hemberî hev'
09:10 Serê Keleha Hezo ya hezar û 500 sal bi mermeran girtin
09:10 ‘Baran jî bi jehrî dibare’
09:09 ‘Daxuyaniyên hikûmetê dek û dolab in'
09:08 Konca 2017 bû sala têkoşa jinê, 2018 dê bibe sala destxistinê
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2017'AN
07:30 Koçyîgit û Hamzaoglu dîsa bûn serokên HDK'ê
17/12/2017
17:52 Serdar ê întîhar kir mir
16:21 ‘Em amade ne li Geliyê Loçê can bidin'
16:14 'Girtiyên siyasî dijmin, yên edlî jî biyanî dibînin'
15:54 Şahida komkujiya Dersimê Kiyançiçek hat definkirin
15:53 Ciwanên dirûşma 'Tayyîpê dizek' berz kir, polîsan li wan da
15:25 Akçelîk: Ayende di Tirkiyeya beyî AKP'ê de ye
14:29 TEV-DEM: Pergala me dê ji bo Rojhilata Navîn bibe çareserî
14:15 4 jinên endamên Malên Gel hatin binçavkirin
13:56 'Gelên bindest îro dîsa li ser dika dîrokê ne'
13:54 Tuncel: Dem dema rakirina tecrîdê ye
12:40 Hamzaoglu: Em ê bi dibistanên HDK'ê komara demokratîk ava bikin
12:39 Bijîşkê Revîrê: Qîmeta birîna derbê tune
12:20 HDK'ê ji bo 'Yekîtiya li dijî faşizmê' Lijne kom kir
12:20 Îdiaya gefa kuştinê li girtiyan xwarin
11:36 Cotkarên pembu tişta qezenc dike dide avê!
11:25 Îdîanameya Rojnameger Ataman 20 meh şûnde amadekirin
11:08 Şaredariya AKP'î cihê şînê nedan malbata Araç
11:06 Oflas: Dosyaya Turfent wekî ezmûneke azadiya çapemeniyê li pêşberî Tirkiyeyê bû
10:40 Doza Manîsayê: Nepoxa wan her roj diteqe
10:26 Karkerên taşeron: Em naxwazin bibin pêlîstokê hikumetê
10:19 Îşkenceya li pişt kamerayan
09:41 ‘Li Akkuyuyê kesê pêzan agahî ji înternetê girtin û rapora ÇED'ê amade kir’
09:10 Berê bi kîsan kartol dikirîn, niha bi kîloyan
09:09 Esnaf: Ev mezinbûneke çawa ye, her diçe rewşa me xerabtir dibe
09:08 Mêşvan 2 salin hêvî dike lê qezenç tune
09:07 ‘Her ku li wê kuçeyê dinerim...'
09:06 Polis: Têkiliya te ya dilînî bi wî mêrî re heye?
09:05 Şaredariya CHP'î wêneyên komkujiya 38'an rakir
09:03 Parlementerê ANAP'î: Qedexekirin rastiya Kurdistanê neguherîne
09:03 Qeyûmê Wanê malê şaredariyê difiroşe
09:02 Koçyigit: Bi avakirina enternasyonalîzma jinê gaveke girîng tê avêtin
09:00 Rêxistinên çapemeniyê: Rojnameger dê ligel her tiştî nûçeyan çêkin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2017'AN
16/12/2017
18:48 Şahida komkujiya 38'an a Dersimê jiyana xwe ji dest da
18:38 Wêje û terha alegoriyê hat nîqaşkirin
18:16 Prof. Dr. Fîncanci: Îşkenceyê têxin qeydan
16:30 Malbatê cenazeyê Araç ê polîsan got 'întîhar kiriye' wergirt
16:07 Endamê Koma Aştiyê Turgut hat berdan
15:51 Li Dêrsimê 30 herêm qedexe kirin
15:42 Xebatkarên TV10'ê: Qetilkirin serbest e, bîranîn qedexe ye
15:16 Xizmên windayan aqûbeta windayên Dersim û Sîweregê pirsîn
15:03 Di Rûniştina F'ê de xwestin Tîkît serbest bê berdan
15:02 Baydemîr: Ha qeyûm ha ziqûm
14:56 Dayikên Şemiyê: Tu gihişt bavê min pîrê?
14:40 Namzetê CHP’ê yê Şaredariya Ataşehîrê diyar bû
14:34 Li Kolana Yukselê 6 çalakvan hatin binçavkirin
14:23 ‘Êrîşa zayendî ya Rezanê polîtîkayên dewletê ye’
14:12 Jinên girtî bi nameyan tev li Konferansê bûn
13:46 Kesê li Rezane îstîsmara du zarokan kir, hêj serbest e
13:31 Piştî binçav kirin û birin TEM'ê gotin 'întihar kiriye'
13:25 Baran: Kirin û gotinên wan hev nagirin
Bîlgen: Têkiliya welatên ÎÎT’ê bi Îsraîlê re hene
12:54 Kurê Mesut Yilmaz kuştî hat dîtin
12:23 Jinên HDK’î ‘Enternasyonalizma Jinê’ ava dikin
11:32 Welatiyê ku nikarîbû bimeşiya binçav kirin
11:27 7 bersûcên Reîna li Stenbolê serbest in
11:19 Ji Hikûmeta Îrlandayê banga ‘Pirsgirêka kurd bi diyalogê çareser bikin'
11:11 ‘Tu qîmeta karkerê kadroyê li Tirkiyeyê tune’
10:57 'Chalak Events' derdorên cuda li dora kurdî dicivîne
10:57 ‘Qedexeya’ li Amed, Heskîf û Bedlîsê hat rakirin
10:07 Ji 13 gundiyan 4 gundî hatin berdan
10:04 Koordinatora ÎHOP'ê Salman: 'Mirina medenî' li civakê ferz dikin
10:01 Deng û rengê Newala Dîcleyê bi maşîneyên kar tune dikin
10:00 Nameya rojnameger Oruç ‘bifikar’ hat dîtin
09:51 Girtiya nexweş Seyran Demîr li ber mirinê ye!
09:49 Meclîs li dijî binpêkirinên mafan ker e
09:49 DEDAŞ'ê li kuçeya koşka trafo ava kir
09:48 Qedexeyên derketina derve jiyan li gundiyan herimand
09:16 Parêzer Delebe: Ji bo îfadeyê ji girtîgehê birina TEM'ê dijqanûnî ye
09:15 Ji bav û kalan ve gravyer û qaşar hildiberînin
09:14 Bi goreyan debarê dike
09:11 ‘Dans sekneke ciddî ye'
09:11 Dîroka jinên Tirkiyeyî di vê ajandayê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2017'AN
15/12/2017
20:44 Rojnameger Nedîm Turfent rastî 8 sal û 9 meh ceza hat
16:44 Ozturk: Ji şewitandinê heta hilweşandinê polîtîka wan bi ser neket
16:23 Dozger xwest Rojnameger Turfent neyê berdan
16:02 8 sal u 9 meh ceza li Edîbe Şahîn birîn
15:52 Ruhavîoglu: Em difikirin ku lêpirsîna Elçî bi qisûr e
15:52 KESK'iyên Îzmirê faks ji Serokwezîr re şandin
15:20 Siyasetmedarê kurd Ferhan Turk hat berdan
14:56 Hevşaredarên Seray û Qelqeliyê hatin berdan
14:52 Serokê dadgehê: Biryara qedexeyê tune, îdianameyê wiha nirxandiye
14:48 Danişîna rojnameger Turfent dest pê kir
14:45 Ûca xwest Cejna Êzî bibe wesîleya azadiya jinên di destê DAIŞ'ê de
14:35 Di şewata li Tokatê de 3 zarok mirin
14:34 Sancar: Kurdistanê ji Erdogan bipirsin
14:23 Polîsan li Kolana Yukselê 7 kes binçav kirin
14:23 Bîlgen: Tişta ji bo fars, ereb û tirkan caîz be divê ji bo kurdan ne heram be
13:53 Erdogan got 'Kurdistan' li çepikan dan
Baydemir got 'Kurdistan' ceza dan
13:34 Di lêpirsîna Zarrab de 3 kes hatin girtin
13:08 Şaredarê AKP'î yê Esenyurtê îstîfa kir
13:08 Sîvrî: Tirkiyeyê li Rojava û Rojhilata Navîn winda kir
12:55 Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk nehat berdan