ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2017'AN

*Rêxistinên çapemeniyê bertek nîşanî cezakirina rojnameger Nedîm Turfent dan û diyar kirin ku dadgehê nexwestiye bibîne ku Turfent rojnamger e û ev tişt gotin: "Bi vî cezayî dixwazin rojnamegerên li herêmê çavtirsandî bikin. Lê wê rojnameger vê yekê qebûl nekin, wê tim nûçeyan çê bikin."
 
* Analîstê Enerjiyê Ozgur Gurbuz bertek nîşanî çêkirina Santrala Hêzê yên Nukleerê ya Akkuyuyê da û aşkera kir ku kesê pêzan li ser înternetê agahî kopî kiriye û li rapora ÇED'ê zêde kirine û da zanîn ku der barê mijarê de tu agahiya wî tune.
 
* Dîlber Tanrikulu û Semra Argiş ên li Navçeya Nisêbînê li pêş kamerayan wekî “teslîm bûn" hatin nîşandan, rastiya pişt kamerayan vegotin. Tanrikulu û Argiş diyar kirin ku hemû tiştên li pêş kamerayan sanaryo bû û rastiya li pişt kamera û pêş kamerayan ne yek e. Ciwanan anîn ziman ku rastî îşkenceyek giran hatin. 
 
* Parêzerê 57 jê girtî 138 endam û rêveberên HDP’î Prz. Aydin Erdogan, piştî danişîna yekemîn darizandina muwekilê xwe nirxand. Prz. Erdogan, anî ziman ku hemû îdîaname xeyalî ne û her roj nepoxa wan diteqe û hemû îdîa pûç û vala ne. 
 
*Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît, diyar kir ku divê di pêvajoya nû de enternasyonalîzma jinê bê avakirin û wê bi vê re di têkoşîna azadiyê ya jinê de gaveke girîng bê vegotin. 
 
*Qeyûmê ku ji bo dahata pîvekî ya şaredariyê gelek malên neguhêzbar ên aîdî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê firotin, herî dawî biryara firotina 8 malên neguhêzbar ên din jî da. 
 
*Parlementerê ANAP'ê yê berê Abdulbakî Erdogmûş wiha got: "Heke kurd nebêjin Kurdistan jî dê Kurdistan wek Kurdistan bimîne." Her wiha Erdogmûş ji bo pirsa "Kurdistan kuderê ye" jî heneka êdî wê her kes bibêje "Di dilê Osman Baydemîr de ye" kir. 
 
*Şaredariya Xozatê ya CHP'î wêne û belgeyên ku Komkujiya 38'an a Dersimê vedibêjin û di sala 2012'an de li navçeyê hatibûn daliqandin, bi hinceta "paqijkirina berfê asteng dike" rakirin. Şaredarê Xozatê yê berê vê yekê wek tunekirina bîra civakê nirxand. 
 
*Jina ku li nêv kuçeyê bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma, vê carê jî dema ew birin qereqolê li vir bi pirsan hat tacîzkirin. E.X. bertek nîşanî van pirsên polîsan dan: "Ew kes hevalê te ye, têkiliyeke we ya dilînî heye yan?" 
 
*Li ser kuştina Taybet Înan ku cenazeyê wê 7 rojan li nêv kuçeyê hatibû hiştin, 2 sal derbas bûn. Keça wê Halime Taybet a tevî hemû hewldanan nikaribû dayika xwe ji ser erdê rake got ku ew her li wê kuçeyê dinêre û dayika wê ya li erdê dirêjkirî tê bîra wê. 
 
*Mêşvanên bi sermayê re ji Mûşê berê xwe didin Tarsusê, diyar kirin ku her sal hêvî dikin, lê ev du sal in ew tu pereyî qezenc nakin.
 
*Esnafên Mêrsînê bertek nîşanî daneyên TUÎK'ê yên ku wekî rêjeya mezinbûnê 11,1'ê dan û aşkera kirin ku madem mezinbûniyek heye ew çima nabînin. Esnafê bi navê Ozgur Kiliç diyar kir ku ew esnafekî piçûk e, karên wan roj bi roj dikeve û wiha got: "Dema ez di rewşeke wiha de bim, li gorî rewşa xwe diaxivim. Ev mezinbûneke çawa ye."
 
* Li Gevera ku zivistanek dirêj û hişk derbas dibe gel ji bo xwarinê bi tonan kartoln distîne û dibêjin ku li navçeyê yên ji kartolan hez neke tune ye, lê ji ber ku buha ne nikarin bistînin.
 
* Murat Araç ê hat îdîakirin ku li TEM'ê ya Antalya întihar kiriye dê li Serêkaniyê ya Rihayê bê definkirin. 
 
* Nûnerên DİSK, KESK, TTB û TMMOB'ê ji bo OHAL bê rakirin dê li Odeya Mimaran a Karakoyê ya Stenbolê formê pêk bîne. (11.00) 
 
* Cenazeyê şahida komkujiya Dersimê Emine Kıyan Çiçek dê li Dersimê be definkirin. (12.00)
 
* Çalakiya Kolana Yukselê ya ji bo Nûriye Gulmen û Semih Ozakça li karê xwe vegerin dê berdewam bike. (13.00-18.30)
 
* ÎHD û TÎHV bi minasebeta hefteya mafên mirovan dê li Tunela Beyoglu ya Stenbolê çalakiya "Zincîra mirovan a dest didin dest" pêk bînin. (13.00-18.30)
 
* Platforma Parastina Geliyê Locê dê li dijî avakirina HES'an li pêş Peykerê Kartal a Beşiktaşê çalakiyê pêk bînin. (14.00) 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

18/12/2017
09:11 'Elewî û sunnî anîn hemberî hev'
09:10 Serê Keleha Hezo ya hezar û 500 sal bi mermeran girtin
09:10 ‘Baran jî bi jehrî dibare’
09:09 ‘Daxuyaniyên hikûmetê dek û dolab in'
09:08 Konca 2017 bû sala têkoşa jinê, 2018 dê bibe sala destxistinê
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2017'AN
07:30 Koçyîgit û Hamzaoglu dîsa bûn serokên HDK'ê
17/12/2017
17:52 Serdar ê întîhar kir mir
16:21 ‘Em amade ne li Geliyê Loçê can bidin'
16:14 'Girtiyên siyasî dijmin, yên edlî jî biyanî dibînin'
15:54 Şahida komkujiya Dersimê Kiyançiçek hat definkirin
15:53 Ciwanên dirûşma 'Tayyîpê dizek' berz kir, polîsan li wan da
15:25 Akçelîk: Ayende di Tirkiyeya beyî AKP'ê de ye
14:29 TEV-DEM: Pergala me dê ji bo Rojhilata Navîn bibe çareserî
14:15 4 jinên endamên Malên Gel hatin binçavkirin
13:56 'Gelên bindest îro dîsa li ser dika dîrokê ne'
13:54 Tuncel: Dem dema rakirina tecrîdê ye
12:40 Hamzaoglu: Em ê bi dibistanên HDK'ê komara demokratîk ava bikin
12:39 Bijîşkê Revîrê: Qîmeta birîna derbê tune
12:20 HDK'ê ji bo 'Yekîtiya li dijî faşizmê' Lijne kom kir
12:20 Îdiaya gefa kuştinê li girtiyan xwarin
11:36 Cotkarên pembu tişta qezenc dike dide avê!
11:25 Îdîanameya Rojnameger Ataman 20 meh şûnde amadekirin
11:08 Şaredariya AKP'î cihê şînê nedan malbata Araç
11:06 Oflas: Dosyaya Turfent wekî ezmûneke azadiya çapemeniyê li pêşberî Tirkiyeyê bû
10:40 Doza Manîsayê: Nepoxa wan her roj diteqe
10:26 Karkerên taşeron: Em naxwazin bibin pêlîstokê hikumetê
10:19 Îşkenceya li pişt kamerayan
09:41 ‘Li Akkuyuyê kesê pêzan agahî ji înternetê girtin û rapora ÇED'ê amade kir’
09:10 Berê bi kîsan kartol dikirîn, niha bi kîloyan
09:09 Esnaf: Ev mezinbûneke çawa ye, her diçe rewşa me xerabtir dibe
09:08 Mêşvan 2 salin hêvî dike lê qezenç tune
09:07 ‘Her ku li wê kuçeyê dinerim...'
09:06 Polis: Têkiliya te ya dilînî bi wî mêrî re heye?
09:05 Şaredariya CHP'î wêneyên komkujiya 38'an rakir
09:03 Parlementerê ANAP'î: Qedexekirin rastiya Kurdistanê neguherîne
09:03 Qeyûmê Wanê malê şaredariyê difiroşe
09:02 Koçyigit: Bi avakirina enternasyonalîzma jinê gaveke girîng tê avêtin
09:00 Rêxistinên çapemeniyê: Rojnameger dê ligel her tiştî nûçeyan çêkin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2017'AN
16/12/2017
18:48 Şahida komkujiya 38'an a Dersimê jiyana xwe ji dest da
18:38 Wêje û terha alegoriyê hat nîqaşkirin
18:16 Prof. Dr. Fîncanci: Îşkenceyê têxin qeydan
16:30 Malbatê cenazeyê Araç ê polîsan got 'întîhar kiriye' wergirt
16:07 Endamê Koma Aştiyê Turgut hat berdan
15:51 Li Dêrsimê 30 herêm qedexe kirin
15:42 Xebatkarên TV10'ê: Qetilkirin serbest e, bîranîn qedexe ye
15:16 Xizmên windayan aqûbeta windayên Dersim û Sîweregê pirsîn
15:03 Di Rûniştina F'ê de xwestin Tîkît serbest bê berdan
15:02 Baydemîr: Ha qeyûm ha ziqûm
14:56 Dayikên Şemiyê: Tu gihişt bavê min pîrê?
14:40 Namzetê CHP’ê yê Şaredariya Ataşehîrê diyar bû
14:34 Li Kolana Yukselê 6 çalakvan hatin binçavkirin
14:23 ‘Êrîşa zayendî ya Rezanê polîtîkayên dewletê ye’
14:12 Jinên girtî bi nameyan tev li Konferansê bûn
13:46 Kesê li Rezane îstîsmara du zarokan kir, hêj serbest e
13:31 Piştî binçav kirin û birin TEM'ê gotin 'întihar kiriye'
13:25 Baran: Kirin û gotinên wan hev nagirin
Bîlgen: Têkiliya welatên ÎÎT’ê bi Îsraîlê re hene
12:54 Kurê Mesut Yilmaz kuştî hat dîtin
12:23 Jinên HDK’î ‘Enternasyonalizma Jinê’ ava dikin
11:32 Welatiyê ku nikarîbû bimeşiya binçav kirin
11:27 7 bersûcên Reîna li Stenbolê serbest in
11:19 Ji Hikûmeta Îrlandayê banga ‘Pirsgirêka kurd bi diyalogê çareser bikin'
11:11 ‘Tu qîmeta karkerê kadroyê li Tirkiyeyê tune’
10:57 'Chalak Events' derdorên cuda li dora kurdî dicivîne
10:57 ‘Qedexeya’ li Amed, Heskîf û Bedlîsê hat rakirin
10:07 Ji 13 gundiyan 4 gundî hatin berdan
10:04 Koordinatora ÎHOP'ê Salman: 'Mirina medenî' li civakê ferz dikin
10:01 Deng û rengê Newala Dîcleyê bi maşîneyên kar tune dikin
10:00 Nameya rojnameger Oruç ‘bifikar’ hat dîtin
09:51 Girtiya nexweş Seyran Demîr li ber mirinê ye!
09:49 Meclîs li dijî binpêkirinên mafan ker e
09:49 DEDAŞ'ê li kuçeya koşka trafo ava kir
09:48 Qedexeyên derketina derve jiyan li gundiyan herimand
09:16 Parêzer Delebe: Ji bo îfadeyê ji girtîgehê birina TEM'ê dijqanûnî ye
09:15 Ji bav û kalan ve gravyer û qaşar hildiberînin
09:14 Bi goreyan debarê dike
09:11 ‘Dans sekneke ciddî ye'
09:11 Dîroka jinên Tirkiyeyî di vê ajandayê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2017'AN
15/12/2017
20:44 Rojnameger Nedîm Turfent rastî 8 sal û 9 meh ceza hat
16:44 Ozturk: Ji şewitandinê heta hilweşandinê polîtîka wan bi ser neket
16:23 Dozger xwest Rojnameger Turfent neyê berdan
16:02 8 sal u 9 meh ceza li Edîbe Şahîn birîn
15:52 Ruhavîoglu: Em difikirin ku lêpirsîna Elçî bi qisûr e
15:52 KESK'iyên Îzmirê faks ji Serokwezîr re şandin
15:20 Siyasetmedarê kurd Ferhan Turk hat berdan
14:56 Hevşaredarên Seray û Qelqeliyê hatin berdan
14:52 Serokê dadgehê: Biryara qedexeyê tune, îdianameyê wiha nirxandiye
14:48 Danişîna rojnameger Turfent dest pê kir
14:45 Ûca xwest Cejna Êzî bibe wesîleya azadiya jinên di destê DAIŞ'ê de
14:35 Di şewata li Tokatê de 3 zarok mirin
14:34 Sancar: Kurdistanê ji Erdogan bipirsin
14:23 Polîsan li Kolana Yukselê 7 kes binçav kirin
14:23 Bîlgen: Tişta ji bo fars, ereb û tirkan caîz be divê ji bo kurdan ne heram be
13:53 Erdogan got 'Kurdistan' li çepikan dan
Baydemir got 'Kurdistan' ceza dan
13:34 Di lêpirsîna Zarrab de 3 kes hatin girtin
13:08 Şaredarê AKP'î yê Esenyurtê îstîfa kir
13:08 Sîvrî: Tirkiyeyê li Rojava û Rojhilata Navîn winda kir
12:55 Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk nehat berdan