STENBOL - Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, di panela “Rûyê îşkenceyê yê hatiye guhertin û cilên yek tîpî" de xwest ji bo berpirsiyarên îşkenceyê sibê bên darizandin, divê teqez hemû kesên îşkence li wan hatiye kirin bûyerên îşkenceyê têxin bin qeydan û serî li saziyên eleqeder bidin.
Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û Nûnertiya TÎHV'ê ya Stenbolê, bi minasebeta 10-17'ê kanûnê Hefteya Mafên Mirovan panela “Rûyê Îşkenceyê yê din û Cilên Yek Tîp" panel pêk anî. Di panela ku li Depoya Tûtinê pêk hat de Hevseroka ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî pêşkêşî kir. Di panelê de Sekreterê TÎHV'ê Dr. Metin Bakkalci, Seroka Giştî ya TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci û Prz. Gulizar Tuncer mijarên xwe pêşkêş kirin.
BAKKALCI: DI 11 MEHAN DE 570 KESAN SERLÊDAN KIRIN
Sekreterê TÎHV'ê Dr. Metin Bakkalci, diyar kir ku li tirkiye bi milyonan kes rastî îşkenceyê hatine û wiha got: "Di 11 mehên dawî de 570 kesan serî li TÎHV'ê daye. Tenê kesên serî li saziyê dane em parve dikin. Ji bilî wê bi milyonan kes kastî îşkenceyê hatine. Li girtîgehê girtî rastî îşkenceyê tên. Ji 2'ê Cotmeha 2017'an û şûnde li girtîgehan hêjmara girtiyan 228 hezar derbas kir. Nifûsa girtîgehan çar qat zêde bûye."
FİNCANCI: DÊ BÊN DARIZANDIN
Seroka Giştî ya TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci jî di panelê de xwest ji bo berpirsiyarên îşkenceyê sibê bên darizandin teqez hemû kesên rastî îşkenceyê hatine bûyerên îşkenceyê têqin bin qeydan û serî li saziyên eleqeder bidin. Fincanci da zanîn ku ger îro li Tirkiye îşkence zêde bûbe rala çapemeniyê gelek zêde ye û wiha got: "Ji ber zextên heyî binpêkirina mafan û îşkenceya heyî pir hindik di çapemeniyê de tê xuyakirin. Ji ber vê yekê divê her kes bi derfetên xwe îşkenceya ku li wan tê kirin û îşkenceya ku ew dibin şahid karibin têxin bin qeydan. Ger ku em otopsiya Hacı Birlik nebinin jî li wir wêneyê îşkenceyê hatin kişandin. Ew wêne îşkenceyê bi her awayî nîşan dide. Ji ber vê eykê divê her kes îşkenceya heyî têxe bin qeydan.
PRZ. TUNCER: CILÊN YEK TÎP HIŞMENDIYA AKP-DAIŞ'Ê YE
Prz. Gulizar Tuncer jî anî ziman ku pêkanînên ku AKP tîne rojevê û dixwaze têxe meriyetê cilên yek tîp û yek reng bi awayekî vekiri îşkence ye. Metodek îşkenceyê ye. Li girtîgeha Guantamola û DAÎŞ’ cilên pirtuqalî li mirovan kirin û ew kuştin. Cilên yek tîp hişmendiya AKP-DAIŞ'ê nîşan dide. Her ku diçe îşkenceyê rewa nîşan dide. Cem Kuçuk di bernameyek tv de îşkenceya ku ajanên Mossadê li Filistiniyan dike diparêze. Ev tiştaku İsrailî li Filistiniyan dike erê dike. Gelek serlêdanên ji bo îşkenceyê tên kirin jî bê lêpirsîn bi encam dibin."