STENBOL – Serokê Lijneya Rêveberiya TV 10'ê Velî Buyukşahîn bal kişand ser komkujiya Mereşê ya di sala 1978'an de pêk hat û ev tişt got: "Sed mixabin li vî welatî qetilkirin serbest e, lê bibîranîn qedexe ye. Ji ber wê li vî welatî ne pêkan e kes qala aştî, azadî û demokrasiyê bike."
Xebatkarên kanala TV 10'ê ya bi KHK'ê hat girtin, ji bo televîzyona wan bê vekirin 63 hefte ne li Qada Galatasarayê daxuyaniyê didin çapemeniyê. Parastvanên mafên mirovan, mirovên şemiyê û komeleyên elewiyan piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de dowîzên"Dengê elewiyan TV 10 nayê bêdeng kirin" û "Çapemeniya azad bê deng nabe" hatin vekirin.
Buyukşahîn Hefteya Mafên Mirovan jî bi bîr xist û aşkera kir ku li Tirkiyeyê her roj zêdetir binpêkirinên mafaz zêde dibin û ev tişt got: "Zext qet bi qet zêde bûne. Ne pêkan e mirov qasa mafên mirovan bike." Buyukşahîn qedexekirina bîranîna Mereşê jî şermezar kir û wiha got: "Di sala 1978'an de li dijî elewiyan komkujî pêk hat, bi tu awayî ev komkujî zelal nekirin. Berpirsyarên komkujiyê nehatin darizandin. Sed mixabin li vî welatî komkujî serbst in, lê bîranîna komkujiyê qedexe ye." Buyukşahîn herî dawî bang li hêzên demokrasiyê kirin ku li dijî zextan rawestin.