AMED/ÎZMÎR – Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 462’an de kom bûn û aqûbeta 6 windayên li mezraya Mirik a Dersimê pirsîn. Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî çîroka Huseyin Taşkaya yê li Sîweregerê hat binçavkirin û windakirin pirsîn.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan bi silogana “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 462’an de li avahiya ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û aqûbeta 6 endamên malbata Işik yên li Mezra Mirik a Dêrsimê hatin binçavkirin û windakirin pirsîn. Di 23-24'ê Îlona 1994'an de ji malbata Işik Hidir Işık (63), Hatun Işik (31), Yeter Işik (22), Elif Işik ( 29), Duzalî Serîn (37), Gulizar Serin, (34) û Dilek Serin a 3 salî hatibun binçavkirin û piştre agahî j wan nehat girtin. Li ser navê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê ya Amedê prz. Hasan Yalçin axivî û aqûbeta windayan pirsî. Yalçin, anî ziman ku li Mezraya Mirik ji 3 malbatan 6 kes hatin binçavkirin û windakirin û wiha got: "Li Mezraya Mîrik a Gokçekê leşkeran operasyon pêk anî. Ji ber operasyonên heyî hemû malbatan koç kiribûn û tenê malbata Işik û Serin mabûn. Leşkeran di 23-24'ê Îlona 1994'an de dîsa bi ser mezrayê de girt û ji malbata Işik û Serîn Hidir Işık (63), Hatun Işık( 31), Yeter Işık (22), Elif Işık (29), Düzali Serin (37), Gülizar Serin (34) û zaroka 3 salî Dilek Serin binçavkirin û winda kirin. Piştre agahî j wan nehat girtin. Yalçin, diyar kir ku xizmên wan serî li hemû rayedar û saziyên dewletê dan, lê tu encam bi dest nexistin.
Piştî daxuyaniyê çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
LI ÎZMÎRÊ AQÛBETA TAŞKAYA PIRSÎN
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê di hefteya 411'an de aqubeta windayan pirsî. Endamên ÎHD'ê li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya Konakê li hev civiyan. Saziyên sivîl jî piştgirî dan çalakiyê. Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend û aşkera kir ku di salên 90'î de hin mirov ji mal, kargeh û gundên xwe hatin binçavkirin û windakirin û wiha got: "Gelek ji wan hatin qetilkirin. Hêj gelek kes aqûbeta wan nayê zanîn û goreke wan jî tune. Li welatekî wiha qala mafên mirova nayê kirin." Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn. Çîçek, anî ziman ku Taşkaya di sala 1993'yan de li navçeya Sêweregê ya Rihayê hatiye binçavkirin û careke din agahî jê nehatiye girtin.
HÊJ AGAHÎ TUNE
Çîçek destnîşan kir ku Taşkaya li navçeya Sêweregê destpêkê karê înşaetê kiriye û piştre rewşa wî baş bûye, dest bi karmendiyê kiriye û ji dewletê îhale girtine, piştî demekî bi îdiaya "Bi PKK'ê têkiliya wî heye" ew îxbar kirine û wiha pê de çû: "Di 6'ê Kanûna 1993'yan de, leşker bi ser mala Sultan Taşkaya de digirin, polîs û cerdevan Huseyîn Taşkaya binçav dikin. Di nav ekîba serdagirtinê de birayê Sedat Bucak, Ahmet Bucak jî heye. Di gengeşiya li ber çavê her kesî pêk hat de, li kuçeyê milê xwişka Sutlat Taşkaya, zelîha Çinar şikandin. Endamên malbatê dema li dijî binçavkirina Huseyîn Taşkaya derketin, gefên 'Heke hûn bernedin em ê we jî binçav bikin' li malbatê xwarin. Hemû serlêdanên malbatê yên der barê Taşkaya de bê encam man."