STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê, di hefteya 299'an a Rûniştina F'ê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. ÎHD'ê da zanîn ku girtiya nexweş Pinar Tîkît di serê wê de kîsta araknoîdê ya 8 santîmî mezin heye û xwest serbest bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, 299 hefte ye di Rûniştina F'ê de li Qada Galatasarayê têkoşînê dide. Di çalakiya de pankarta "Hefteya 299'an a Rûniştina F'ê ye bila Pinar Tîkît serbest bê berdan" û "Tecrîd dikuje bila girtîgehên tîpên F bên girtin" hat vekirin xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan.
Di çalakiya vê heftê de, rewşa girtiya nexweş Pinar Tîkît hat pirsîn û diyar kirin ku Tîkît di meha Gulana 2017'an de ji Girtîgeha Bayburtê, sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê kirine û ji ber tenduristiya wê divê serbest bê berdan. Parastina mafên mirovan Hatîce Onaran daxuyanî xwend û aşkera kir ku hemû serlêdanên wan ên di vê der barê de bê encam mane.
‘XETEREYA JIYANÊ HEYE’
Piştî Onaran, parasvanê mafê mirovan Taylan Bekîn axivî. Bekîn da zanîn ku li girtîgehan bi destê dewletê civak tê tune kirin û ev tişt got: "Divê dewlet li gorî qanûnên navneteweyî tev bigere. Ji ber ku îmzeya xwe avêtiye binê gelek peymanên mafên mirovan." Bekîn rewşa Pinar Tîkît jî bi bîr xist û wiha got: "Di mêjiyê Tîkît de kîsta araknoîd a 8 santîmî mezin heye. Di meha Hezîranê de encamên MR'ê derketin û ew nîşanê bijîşkê Girtîgeha Jinan a Sîncanê kirin."
Bekîn destnîşan kir ku ji ber kîst mezin bûye, mêjî diwerime û wiha pê de çû: "Bijîşk diyar dikin ku heke kîst bigihêje 10 santîmî divê bê emelyatkirin. Tîkît sewqî Nexweşxaneya Nimuneyê hatiye kirin. Bijîşk di şerên girtîgehê de emelyatê rast nabînin û ev xeter e. Demek dirêj e Tîkîk krîz derbas dike û li ser hişê xwe diçe. Ji ber kîsta di mêjî de, serê wê gelekî dêşe."
Bekîn herî dawî bang kir û di serî de Tîkît, divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.