STENBOL – Îlhamî Yilmaz bû namzetê CHP’ê yê Şaredariya Ataşehîrê.
Şaredarê CHP’ê yê navçeya Ataşehîr a Stenbolê Battal İlgezdî li ser fermana Wezîrê Karê Hundir ji peywîrê hatibû girtin. Piştî Îlgezdî ji ser peywîrê hat girtin, partiyan namzetên xwe diyar kir. Îlhamî Yilmaz bû namzetê CHP’ê yê Şaredariya Ataşehîrê. Yilmaz endamê Meclîsa Şaredariya Ataşehîrê ye û di heman demê de peywîra xwe ya endamtiya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bi rêve dibe.