AMED - Bertekên malbatan ên li dijî bûyera îstîsmarkirina zarokan a li navçeya Rezan zêde dibe. Malbatan, diyar kirin ku ligel di destên polîsan de wêne û dîmen hene jî polîsan hêj bersûc binçav nekirine û serbest digerin.
Li Taxa 5 Nîsanê ya Navçeya Rezan a Amedê, di du mehên dawî de du zarokên temenê wan 10 û 11 salî di demên cuda de rastî îstîsmarê hatin. Bersûcên îstîsmarê tevî şahid û dimenan hêj nehatine girtin û serbest digerin. Malbatên zarokan bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku ligel di destên polîsan de wêne û dîmen hene jî hêj polîsan ew binçav nekirine û serbest digerin.
JI BO NASÎNÊ PIŞTÎ DU MEHAN BANG KIRIN
Destpêkê zaroka bi navê E.T. du meh berê li Kolana Yusuf Îslam rastî îstîsmara zayendî hat. Piştî E.T. bûyer ji malbata xwe re got, bavê wê Ş.T. demildest li polîs geriya û gilî kir. Lê li gorî îdîayên bav Ş.T. ligel ku du meh ser bûyerê re derbas bûn jî polîsan tu tiştek nekirin.
Piştî bûyer di ajansa me de hat serwîskirin û di rojava raya giştî de belav û şûn de, polîs li malbatê digerin û dixwazin malbat biçe qereqolê û wî kesî teşhîs bikin. Bav Ş.T. diyar kir ku polîs piştî du mehan li wan geriyan, xwestine biçin qereqolê wî kesî teşhîs bikin û wiha axivî: “Min çûyîna qereqolê red kir. Du meh ser bûyerê re derbas bûn, nû li min geriyan û gotin ‘Keça xwe bigre û were qereqolê, dê wî kesî teşhîs bike.’ Min jî got na. Ji ber ku ezê keça xwe bibin û dê heman bûyerê pê bidin jiyîn, ez naxwazin derûniya wê xerab bibe.”
‘BAWERIYA MIN BI DEWLETÊ NAYÊ’
Ş.T. da zanîn ku baweriya wan li hemberî saziyên dewletê nemaya û wiha bilêv kir: “Ev du mehin ew kes negirtine. Ezê çawan baweriya xwe bi dewletê bînim. Her tişt li ber çavane. Dîmenên kamerayê hene, lê kes hîna ne girtin. Ez wî kesî di kolanê de bibinim, ger ez ceza jî bixwim, ez ê her tiştî bi wî bikim. Gava bawerî bi dewletê nema, êdî her kes, her tiştî dike. Ev du mehin li benda delatême. Ger du mehin edalet cihê xwe nabîne, êdî ez tiştekê nabêjim.”
'KES NIKARE BEJÊ DÊ CAREK DIN WISAN NEKE'
Ş.T. anî ziman ku ji ber ku polîs xemsar nêz bûn, di taxê de carek din bûyer rû da û wiha bilêv kir: “Kes nikare bêje ku dê carek din heman bûyer dubare nebe. Heya encamê negirim, ez ê şopdarê bûyerê bim.
PIŞTÎ NÛÇEYAN POLÎS KETIN TEVGERÊ
Bavê E.K. a dihaman taxê de rastî îstîsmara heman kesî hat B.K. jî, diyar kir ku piştî bûyerê li polîsan geriyane, lê polîs berî du rojan li wan geriyan. B.K. destnîşan kir ku mîna malbatên din, piştî nûçe di çapemeniyê de derket û şûn de polîs ji bo teşhîskirina kes li wan geriyane û wiha bi dawî kir: “Polîsan ji me re gotin hîna ew kes negirtine.”