STENBOL – Endamê Şûra KÎD’ê Ekrem Baran konferansa ÎÎT’ê nirxand û diyar kir ku welatên ÎÎT’ê di gotinên xwe de ne cidî ne. Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen jî konferansa ÎÎT’ê nirxand û got: “Her welatek ku îmze avêt deklarasyonê têkiliyên wan balkêş e, helwest û peymanên wan bi Îsraîlê re hene.”
Li ser mijara ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump bajarê Qudsê wek paytexta Îsraîlê da nasîn, li ser banga Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan di 13’ê kanûnê de bi beşdariya 57 welatan di bin navê Teşkîlata Hevkariya Îslamî (ÎÎT) kom bûn û konferansek li ser Qudsê li dar xistin. Derdorên îslamî jî li dijî helwesta konferansa ÎÎT’ê nerazîbûnên xwe didomînin.
‘EMEL Û GOTIN HEV NAGIRIN’
Endamê Şûra Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) û Serokê Komeleya Oldarên Stenbolê Ekrem Baran destnîşan kir ku Quds tenê ne ya yadûdî, xirîstiyan û misilmanan e û got: “Temsîliyeta hemû ol û baweriyan li wir heye. Heta rastiya Rojhilata Navîn mirov nede ber çavê xwe gavên tên avêtin ber bi aştiyê ve naçin. Dewletên misilman ên îroyî rêgeza biratî, edalet, hiqûq û maf a rastiya îslamê temsîl nakin. Ev dewlet tenê ji bo berjwendiyên xwe tevger dikin. Emelê wan û gotinên wan hev nagire. Ji ber vê yekê jî biryara wan girtiye ewqas jî ne girîng e. Dê tu bandora vê biryarê jî çênebe.”
‘TÊKILIYA WELATÊN ÎÎT’Ê BI ÎSRAÎLÊ RE HENE’
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen jî bal kişand ser konferansa ÎÎT’ê û wiha axivî: “Helwesta welatên di nav ÎÎT’ê de bi pirsgirêk e. Divê mirov pirsgirêka Filîstînê ya dîrokî bibîne û bi her awayî bigire dest. Pirsgirêk tenê ne pirsgirêka statûya Qudsê ye. Pirsgirêk a axa ku hatiye dagirkirin e. Qey tu yê bêjî qet pirsgirêk li Qudsê tune ne û biryarek digirin ku qey mirov bêje dê pirsgirêka Filîstînê bi dawî bibin. Têgihiştinek wisa afirandin xwe xapandin e. Peymana têkildarî Mavî Marmarayê dema di parlamentoyê de derbas dibû ji bilî HDP’ê tu partiyek negot ‘na.’ Niha jî radibin ji bo Qudsê teşkîlatê kom dikin û konferans li dar dixin. Her welatek ku îmze avêt deklarasyonê têkiliyên wan balkêş, helwest û peymanên wan bi Îsraîlê re hene.”
MA / Muhammed Dogru – Bîlal Seçkîn